“Ji ber krîzê jin nikarin ji malên ku lê rastî tûndiyê tên derbikevin”

Her ku qeyrana aborî kûr dibe, xizaniya jinan jî zêde dibe. Ji Mor Çati Gulsun Kanat, têkiliya navbera xizaniya jinê û tundiya mêr û bandora qeyranê ku jinan ber bi neçaretiyê ve dibe, ji ajansa me re vegot.

ELÎF AKGUL

Navenda Nûçeyan – Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) rojên borî rêjeya enflasyonê ya meha Îlonê wek ji sedî 83,45 ragihand. Koma serbixwe ya Lêkolîna Enflasyonê (ENAgroup) ku ji akademîsyenan pêk tê, heta meha Îlonê rêjeya enflasyonê ya salane wek ji sedî 186,27 e hesap kir. TUIK'ê rêjeya enflasyona meha Tebaxê ya salane jî sedî 80,21 eşkere kiribû. Li gorî ENAG’ê meha borî enflasyon ji sedî 181,37 pêkhatiye.

Enflasyona bilind û qeyrana dovizê ya ku nayê rawestandin ji zarokan heta dêûbavan bandor li her ferdê malbatê dike, ji bo jinên ku bi xizaniyê re têdikoşin, ji ber qeyranê ji tundiye dûr ketin hîn jî zehmetir dibe.

“Ji ber cudakariyê jin ber bi xizaniyê ve tên kişandin"

Dilxwaza Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Gulsun Kanar ku pirsên ajansa me bersivand, bandora xizaniyê ya bi tundiya mêr a li dijî jinê re li ser têkoşîna rave kir û wiha got: "Em weke jin xizaniyê ji ber şert û mercên welatê ku em lê ji dayik bûne, erdnîgarî û têkiliyên malbat û hevser dijîn, ji aliyekî ve jî bandorên tundiya ku ji ber cudakariya zayendî ya civaki dijîn li ser me ava dike wekî xizanî jî dijîn.”

Gulsun Kanat da zanîn ku 'ji xwe bêedaletiya aborî ya heyî dema jinan dixe aliyekî jî ji ber cudakariyê jin ber bi xizaniyê ve tên xiriqandin û di nava xizaniyê de tên hiştin’ û wiha dibêje: "dema li ser de jî dibêjin ji tundiyê dur bikevim mehrûm û xizaniya ku em em dijîn ji dikeve giraniya van pêvajoyan ya li ser me qat bi qat dibe. Dabînkirina lênêrina xwe, zarokên xwe kal û pîr û nexweşên xwe her ku diçe zehmetir dibe.

"Ji ber kirêyan jin nikarin ji malên ku rastî tundiyê tên derbikevin"

Li gorî Gulsun Kanat, qeyrana  pêvajoya dawî van pirsgirêkan zêde dike.

“Bilindbûna kirêya xaniyan, derketina jinan ya li malên ku rastî tundiyê tên û alternatîfa derbasbûna maleke nû ji holê radike. Ger jin bûdçeya ku ji bo pêdiviyên jiyanî tê xerckirin bi kesên ku tundî dijîn re parve bikin, dûrketina ji wî kesî re hin zêdetir zehmetî dijîn. Jinan bi kêmbûna derfetên kar ya bi pandemiyê re an jî ger ji ber tundiyê karê xwe winda bikin, neçar dimînin bi SED (Piştgiriya Aborî ya Civakî) an jî alîkariyan debara jiyana xwe bikin.”

“Barê jinan zêde dibe”

Gulsun Kanat baldikişîne ku barê jinan qat bi qat zêde dibe.

“Berê, li Stenbolê jî, jin eger zarokên wan hebin dikaribûn SED bigrin û kirêya male dabîn bikin; her çiqas karên zêde ewledar tunebin jî, bi karên rojane re dikarin mesrefên zarokên xwe û mitbexa xwe û perwerdehiyê dabîn bikin û bi alîkariya heman alîkariyan re jiyana xwe bidomandin. Niha,  dînamikên wekî bilinbûna kirêya xaniyan ya li Stenbol û parêzgehên din, rastiya ku li taxa herî goşe jî kireyên xaniyan jî mûçeya kêmtirîn bilindtir e, zêdebûna lêçûnên veguhestinê, dûrbûna cîhê kar û mal û lêgêrîna zarok û nexweşan barê jinan zêde dike, di heman demê de li ber durketina tundiya ku jin dijîn de jî dest bi hin zêdetir astengiyan avadike kir.

“Pêvajoya mayîna li stargehên dewletê dirêj dibe"

Gulsun Kanat dibêje, jina ku ji ber pêwîstiyên dibistana keça xwe ya mezin û pêwîstiyên derûnî nikare demek dirêj li stargehê bimîne, bi rîska hatina sûcdar a malê xwe ji stargeha dewletê derdikeve, ji ber bilindbûna kireyên malan nikare derbasî malekî kiryar navnîşana wê nizane bibe. Gulsun Kanat, dest nişan kir ku xizanî her ku diçe jinan li diî tundiyê bêparastin dihele, diyar kir ku pêvajoya mayîna jinan ya li stargehên dewletê her ku diçe zêdetir dibe û ev jî ji ber têrker nebûna desteka li stargehan tê dayin û kênebûn polîtîkayên civakî ye.

Em dibînin ku pêvajoya mayîna li sitargeha Mor Çati piranî çavkanî ji ber nebûna mekanîzmayên piştgiriya kamûyê, negihîştina mafan û ji bo misogerkirina ewlehiya jinan di pratîkê de demek dirêj didome digre. Lê em gelek caran pê dihesin ku dema jin van hemûyan bi ser bixin, dikarin ji xwe re xaniyek kirê bikin û jiyanek ji tundiyê dûr ava bikin.”

Di nav serlêdanan de jinên ciwan ên zanîngehê hene

Yek ji mijarên ku Gulsun Kanat balê dikişîne jî jinên ciwan ên li zanîngehê ne. Di nava jinên ku serî li Mor Banê dane de, xwendekarên jin jî hene ku malbatên wan ji ber hinceta ku lêçûna dibistan, yurd û xwarinê zêde bûye naxwazin an jî dixwazin wan ji dibistanê bigirin heye.

Gulsun Kanat wiha dibêje: "Di heman demê ji ber piştgiriya yûrdê havînê nayê dayîn, jinên ku ji malbatên xwe tundî dijîn neçar dimînin wek di dema şewbê de neçar dimînin havînan jî  vegerin malên xwe yên tundî dimînin, nikarin malên demkî û derfetên derbaskirina havînê jî bibînin."

Li aliyê din jinên ciwan di rewşa dahata malbatên wan kêm bibe de jî nikarin ji bo krediya xwendekar serî li hikûmetê bidin. GUlsun Kanat diyar dike ku mekanîzmayeke giştî ya eşkere nehatiye ragihandin ku dema ku bi rewşa xwe re têdikoşin bi hêsanî karibin xwe bigihînin û piştgiriyê bixwazin û axaftina xwe wiha didomîne.

“Ji aliyê dewletê ve tu nêzîkatiya pêşîlêgirtinê ya ku li hemberî wan çi bê kirin, çi polîtîkaya civakî dikare were pêşxistin û em çawa dikarin pêşî li tundûtûjiyê bigire ku zêdetir jinên ciwan bi xizaniyê re rû bi rû nemîne, bifikire û pêşbixe jî nîne. Jinên ciwan ji mekanîzmayên dewletê sûd bigrin jî, ji be pêwistiyên komputer û hwd nayên bicihanîn serî li Mor Çati didin. Ji derveyî vê jî, rêxistinên ku dikarin serlêdana bûrsan bikin pir şert û merc dibin, dikare pêşiya piştgirî girtina li jinên ciwan ên rewşa dewlemendiya malbatê wan başe, lê di malbatê de tundî dijîn jî astengiyan derbixe.”

"Qeyran ne sedema tundiyê ye, lê tevgerandina wê ye”

Gulsun Kanat, anî ziman ku qeyranên aborî ne sedemê tundiyê ye ne, lê taybetmendiyek wan heye ku dibe sedema zêdebûn û gurrbûna şîdetê û pirsgirêkan zêde dike û diyar kir ku xizxanî bi sedema bêkarbûna jinê re dibe sedem ku bi mêr, bav an jî birayê tundî bikartîne re di heman hawîrdorê zêdetir wext derbas bikin, mekanizmayên piştgirî digrin hin zêdetir durbikevin û destnîşan kir ku ev yek dibe sedem ku ji mekanîzmayan dûr bikevin, tolerans jinan ya li berxwe dayîna li hember tundûtûjiyê ji holê destê wan tê girtin û di heman demê de astengiyek mezin e ku nahêle jin ji vê tundiyê dûr bikevin:

 “Dema jin plansaziya veqetînê dikin divê gelek hemanên wek mesrefa dibistana zarokên û xwarina xwe bifikirin. Di rewşa kar dibînin de jî ji bo lênêrîna zarokan piştgiriyek têrkêr nîne. Jinên ku ji ber tundiyê neçar man ji hawirdora xwe ya naskirî derkevin lêçûna lênêrîna zarokan bê mûçe xwestin zehmet e û dezgehên şaredarî û dewletê jî ji bo her zarokekî piştgirî nadin. Ger xaniyek li nêzî kar, kreş, dibistan neyê kirêkirin, çûnûhatin bixwe dibe budceyên bilind cûda yên ku beşdarî vê jiyanê dibin."

Zêdetir jin û zarokên bêmal…

Gulsun Kanat a diyar kirqeyrana heyî dê bibe sedema gelek jin û zarokên bêmal bimînin û li stargehan jinan ji pêwîstiya ewlehî û bêtundî mayîne zêdetir, di rewşa xizaniya aborî û mehrûmî re rû bi rû bimînin, tiştên pêwîste bên kirin wiha rêz kir:

 “Metirsiyên jiyanê yên jin û zarokan jî ji ber polîtîkayên ku di vê nuqteyê de nayên meşandin zêde dibe. Divê polîtîkayên civakî tenê ji bo jinên bi zarok neyên sererrast kirin, nîşankirina nêzîkatiyên ku dê mekanîzmayên nû yên desteka civakî yên wekî zêdekirina derfetên kar, desteka xaniyan, mûçeta bêkariyê û dabînkirina lêçûnên tenduristiyê yên li ser polîtîkayên civakî û mekanîzmayên heyî yên ji bo pêşîlêgirtinê peyda bikin, xizanî û qeyrana aborî bi xwe weke hinceteke zêdetir tundûtûjiyê li ser jinan tê sepandin, pêwîste hay jê hebûna mafên me zêdetir bike. Û divê jin û zarokan bi hêsanî bigihêjin van agahî, mekanîzma û mafan.”