Ji ber krîzê berhemdariya Bexçeyên Hewselê kêm dibe

Emîne Ozdemîr a ku di bexçeyên Hewselê yên Amedê de dixebite diyar kir ku ji ber krîza aborî ya heyî nikarin amûrên çandiniyê bikirin, ji ber wê jî her sal hilberîn kêm dibe.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Bexçeyên Hewselê yên ku di lîsteya Rêxistina Çand û Hunerê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye; her diçe berhemdariya xwe kêm dike. Li bexçeyên ku bi sedan parçeyên erd hene, her sal çend cure zebze tên çandin lê di demên dawî de berhemdariya wan kêm bûye. Ligel guherîna demsalî, bi krîza aborî re bihayê gubre û malzemeyan jî zêde bû loma îsal jê berhemên ku bexçeyan de hatin çandin qezenc çênebû.

Emîne Ozdemîr a ku 30 sal in di zeviya xwe ya di nava Bexçeyên Hewselê de sebzeyan datîne jî got ku hem ji ber hewaya germ zêde hem jî bihabûnê îsal çandinî baş nebûye. Emîne Ozdemîr diyar kir ku tevî çar demsal dixebitin jî li gorî keda xwe qezenc nakin û got ku ew difikirin ka di salên li pêş de li bexçeyan sebzeyan biçînin an na.

Li Hewselê hem hilberîn hem jî berhemdarî kêm dibe!

Emîne Ozdemîr got ku ew hemû demsalan di bexçeyê xwe de rihan, marol, nane, bexdenûs diçîne û da zanîn ku êdî av tune ye ku bexçeyên xwe pê av bidin. Emîne Ozdemîr diyar kir ku ew di dawiya mehên havînê de dest bi berhevkirinê dikin û wiha domand:

“Em li vê derê her cure sebzeyan datînin. Ez bi salan e dixebitim lê zehmetiya ku ez di salên dawî de dibînim, min tu carî nedîtiye. Hem hewa pir germ e hem jî ji ber buhabûnê em nikarin tiştek bikin. Ji ber ku nikarin karkeran bigrim, em neçar dimînin hemû kar bi xwe bikin. Îsal hemû rojên havînê ez di nava bexçe de bûm.”

‘Em nikarin derman û gubreyê bikirin’

Emîne Ozdemîr diyar kir ku ew ji krîza aborî bi bandor dibin û wiha axivî: “Berê ji ber ku av û gubre hebû me her dem dikaribû çandiniyê bikira. Niha bihêlin gubreyê, em derman, lastîka ku em pê rihan, nane û bexdenûsê dikin qevd jî nabînin. Lastîk li gorî salên berê, ji sedî sed zêde bûne. Ji ber ku em nikarin derman bikirin jî îsal rihana ku me çand hemû şewitî. Sala par jî şewitîbûn. Em tenê bi vê yekê debara xwe dikin, em nikarin ji derveyî vê erdê tiştek bikin lê ev der jî êdî têra debara me nake. Em qevdên wan li vê derê ji sedî 50 kêmtirî pazarê difiroşin. Ên ku hildiberînin em in lê yên ku qezenc nakin jî dîsa em in.”

‘Em beramberê keda xwe nagirin’

Emîne Ozdemîr got ku ji karê ku dikin tişek qezenc nakin û wiha bi dawî kir: “Bi tu awayî em beramberê keda xwe nagirin. Kesên bexçeyan diçînin tiştek qezenc nakin. Îsal dema li ber germê dixebitîm min digot qey di xwîn biçe ser mêjiyê min. Niha zivistan tê, tu tişt di destên me de tune ye. Gelek xwediyên bexçeyan ji riyê vê buhabûnê ve dest ji çandina bexçeyan berdan. Ditirsim em jî vê yekê bikin lê heta ku ji me were em ê bidomînin.”