Huner û teybetmendiya goreya rîs
Wek gelek berhemên jiyanê, gorê rîs ye ku hem ji sermayê di parêzin hem jî bi tenduristin hunera destê jina ye.
HÊVÎDAR TALÎ-DÎLAN KORHAN
Musil - Welatiyên herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê li gorî çiya û daristanan, li gel sermaya Zagrosan xwe dipêçin û cilan li xwe dikin. Ji kefiya reş û sipî ku bi zimanê wan cemedanî, ango wan ji cemidahiyê diparêze heya gore û solê lingê wan hemû li gorî şertên hewaya herêma wane. Her çendî bandora bazara her tiştî mekanîk çêdikin li ser wan kiribe û ji bo hêsaniyê wan jî tişên bi xwe amade dikin kêm kiribin jî hîna jinên jîr ên weke Qumrî Tunc karê xwe didomînin, ji çêkirina gora rîs heta gelek pêdiviyên jiyanê hemûyan bi destan amade dikin hene.
Qumrî Tunc ji gundê Hilalê yê navçeya Qilaban a girêdayî bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ye û çêkirina tevin û teşiyan ji dapîr û dayîka xwe hînbûye. Paşê bi ciwanek ê ji gundê cîranê gundê wan Mijun re dizewice û li wê jî heman karê dest dom dike. Ji xwe jinên wî gundî jî weke jinên gundê wan bi heman karan re mijul dibûn, ji ber wê jî xerîbî nekêşa û hema keta nava jiyana wan. Qumrî ya ku di sala 1994’an de ji ber zextên dewleta tirk warê xwe terikandî, zarokên xwe girtiye û ketiye nava karwanê penaberên Botanê heta Mexmur hatine. Niha li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya ser bi bajarê Musilê yê Îraqê dijî. Li gel zarokên xwe aletên xwe yên weke teşî, hepik û dartevniyan jî bi xwe re aniye heta Mexmûrê û li wê jî heman karan berdewam dike. Ji çente û parzunên nexşîn ku ji rîs amade dike heta, şelema piştê, kulavê şivanan, mêzerên ber textan û goreyên nexşîn hema hemû pêdiviyên jiyanî ji rîs çêdibin dizane û hîna jî çêdike. Ji nava hemû berhemên destên Qumrî û jinên weke wê bi înad çanda xwe ya herêmî didin jiyîn, emê gora rîs bigirin dest û bi sohbeta li gel Qumriyê re hîn bibin ka gora rîs çawan çêdibe û çî sudê wê ji bo tenduristiyê heye?
‘Rîsê gorê piranî sade sipiye’
Qumrî Tunc peyîder pê amadekirina hiriya ser pişta pez heta dibe gora rîs wiha anî ziman: “Çêkirina goreya rîs di çar pênc merheleyan re derbas dibe. Destpêkê em hiriya pezê xwe tînin bi ciwanî dişûn, piştî ku ziwabû bi şeye hiriyê xweşik şeh dikin. Di dema şekirinê de ya ku ser didanê şeh xweşik dixwiyê ji bo gorê radikin, a dimîne nava didanê şeh re, em jêre dibêjin bin şeh ew ji bo goreyên qurîn ên hinek situr û sade bikartînin. Ya ser dikeve jî em xweşik dikin bask û didin ser teşiyê, vêcarê jî merheleya rêsan û badana bi teşiyê despê dike. Berê me xwe dida ser serbanan û teşiya xwe bi santeyên ban de dadixist heya digiha erdê. Weke pêşbaziyê bû di navbera me jinan de dê kî zutir baskê ser destê xwe biqedîne ew teşîrêsa herî başe. Hinek caran jî ji ber me hingî lez dikir ranê me dêşa, ji bo wê jî me ji çermê pez parçeyek qayîda ranê xwe yê em teşiyê lê dixin ji bo baketinê çêdikir û dida ser ji bo lingê me ne êşe. Piştî ristin û badanê karê teşiyê diqede, vêcarê jî bi dermanên xwezayî em rîsê xwe reng dikin. Ji ber gorên rîs piranî sade xweştir xwiya dike ji bo wê ji derveyî serikê wê hemû yê dinê sipiye û nexş li sere. Lê ji bo tiştên dinê yên weke çanta û parzunan teqez em reng dikin. Berê li gund jinên qoçxana wan a xemikê li ser kuçikê û rîsê me jinên gund hemûyan reng dikir hebûn. Dema me rîsê xwe hilkir kire gilolik êdî amadeye, em pênc singê xwe tînin û ji serikê wê dest bi çêkirinê dikin.”
'Herî zêde di rêya bêriyê de me gore çêdikir'
Qumrî Tunc di rêya bêriyên dirêj ên danek rojê bi lingan diçun heya digihanê de sohbetên rêwîtiya xwe û li ber re jî çêkirina gora rîs bibîr xist û wiha domand: “Gundên me ji çandiniyê zêdetir bi sewalkariyê re mijul dibûn. Jiyana me jî li gorî bêrîvaniyê û amadekirina pêdiviyên jiyana xwe li gorî berhemên ji pez bidestxistinê bûn. Jiyana me ya rojane jî li gorî wê şêwe digirt. Hemû rojan em jinên ku pezê me di nava heman keriyî de bi hev re ji gund derdiketin heya digihan ber bêriyê dibû nîvro. Ew rêwîtî gelek xweşbû, li ber sohbet û henegan re me gore çêdikir heya em digihan ber bêriyê. Bi şev li ber roniya agirê daran me teşî dirist amade dikir û serê sibê jî me goreya xwe bi ser dixist û dida destê xwe û em diketin nava rêza bêriyan. Ji ber rê dirêjbû hema her çend rojan me cotek diqedand. Ji xwe destê me ketibû ser êdî me lê mêze nedikir, tiliyên me cihê xwe zanîbûn û bê ku em lê binêrin me çêdikir. Ji gund heta ber zozanên Kêla Memê em diçun û êvaran vedigeriyan. Çend mehên havînê jî em diçun zozanan payîzan dadiketin gund. Bêrîvaniyê ji despêka biharê despêdikir heta dawiya peyîzê, di hemû wan rêwîtiyan de karê destan ê herî rehet gore bû her dem gore didestê me de hebû. Min niha jî gelek bêriya wan rojan û wan rêyan kiriye. Gelek ferq di navbera jiyana niha û ya li gund de heye. Dema em li gund bi mirovan re pirsgirikên tendurustî dernediketin. Ji ber jiyana gundan gelek bi tendurist bû hemû tiştên xwezayî bi keda dest dihatin çêkirin. Dema di aliyê tendurustiyê de pirsgirêkek derketibûya jî bi dermanên xwezayî dihat çareser kirin.”
'Goreyên rîs ji yên din nermtir û qewîtir in'
Qumrî Tunç di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser ferqa di navbera goreyên rîs û yên din de û wiha got: “Li gund tu caran tiştên hazir ne dihat kirîn, pêwîstî bi çi heba me her tim bi rîs çêdikir. Ew tiştên ku ji rîs dihat çêkirin, ji bo tendirustiya mirov gelek baş bû. Lê niha hemu tişt bune hêsan û tiştên hazir tînin. Tiştên bi destan çêdikin jî ne rîse, deziyê amade tînin êdî zehmetiya keda dest nemaye. Dema em hatin Mexmurê gorên rîs hebûn, lê ev nêzî 8 salin rîs çêkirin gelek kêm bûye. Êdî mirov xwe nadin ber zehmetiyan. Her tiştên amade dikirin, goreyên rîs ji goreyên dezî germtir û qayîmtirin. Deziyên amade ne başîn. Ji ber niha hemû kes bi deziyê amade gureyan çêdikin, dema ku laşê wan di êşe bijîşk jêre dibijin gureyên rîs bikin lingê xwe ji bo tendirustiyê gelek başe û hemû êşa laş sivik dike.”
Qumrî Tunç di dawiya axaftina xwe de banga parastina çanda kurdî kir û got: “Banga min ji bo dayik û jinên ciwan ewe pewîst e wekî ferdeke vê civakê em xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Ji bo em nehêlin çanda me ya bi sedan salan winda bibe pewîst e em her dem parêzvanek başbin û jîndarkirina wê ji xwe re weke erkekê bibînin. "