Hevrêtiya bi axê re: Çandinî parçeyek ji jiyana min e

Emşa El-Xelef a ji gundê Bab El-Ferec ê Çiyayê Kizwana ye, 30 sal in hevrêtiyeke bênavber bi axê re dike û dibêje ku çandinî, xwedîderketina li axê ye, riya hilberînê ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Axa ku mirov li ser dijî, wekî zêr e, tu çiqasî bidî wê, wê deh qat bide te. Jiyana gundan naşibe ya bajaran û ya tu deveran. Ji ber xweşikbûna jiyanê, bedewiya xwezayê, hilberîna ji axê û çandiniyê tu tenê li wir dibînî. Mirov ji bajaran dibezin gundan, li jiyana bi aram, li dengê çivîkan digerin û ew bayê ku li simbilên genim dixe dilê mirovan mest dike. Jinên gundan jî xwe parêzvanên çanda xwe dibînin û bi vê berpirsiyariyê tevdigerin.

Jinên gundan bi keda destên xwe çandiniyê bi pêş dixin da ku bikaribin rê li ber vê krîza aborî ya li heremê tê jiyankirin bigrin. Emşa El-Xelef a 50 salî ji gundê Bab El-Ferec ê Çiyayê Kizwana ye û dayika 7 zarokan e. Emşaya ku bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan re mijûl dibe, ji me re axivî.

‘Ax jiyan e’

Emşa El-Xelef hevrêtiya xwe ya 30 salan a bi çandiniyê re wiha anî ziman: "Ji bo ku tu bijî divê ked bidî, biwestî û xwêdanê birijînî. Wê demê tu yê xweşiya vê jiyanê hîs bikî. Gelekî girêdayî  çandiniyê me, bi şev û bi roj avdaniyê bikim û di nava baxçeyan de bim têr nabim. Em zebze û şînahiyê ji bazarê nakirin, tovan dikirin û li gorî demsalên wan diçînin, dibin şitil û wiha êdî roj bi roj berhem didin. Min kundir, bacanê sor û reş, bamiya, fûl, pîvaz û mêwên tirî çandine. Her tişt sebir, bez û kedê dixwaze. Bi sebrê her tişt dibe. Ne tenê ev me zebze û pembo jî çandine. Li gorî pêwîstiya salê em genim jî diçînin û jê arvan ji bo malê hiltînin. Çandinî parçeyek ji jiyana min e."

Tu tişt vala naçe

Emşa El-Xelef da zanîn ku lawiran jî xwedî dike û wiha pêl da gotinên xwe: "Em çêlek, pez û mirîşkan jî xwedî dikin. Ji şîr, mast, penêr, rûnê erebî, dew heya hêkên mirîşkan ji hilberînên wan gelek sûdê digrin. Lê belê em wekî din jî sûdê digrin ji tepik, bişkul û zîçê mirîşkan jî. Tepik û bişkul alternatîfên tunebûna mazot û qirşikan in lê ji zîçê mirîşkan jî em semada xwezayî qezenc dikin. Ji bo ku dar şîn bibin û rehên wan xurt bibin, em zîçê mirîşkan dixin ber koka wan. Li ser tifikê jî xwarinê çêdikim. Em nahêlin tiştek vala biçe, her tişt li ser vê axê bi sûd e lê ji ya ku zanibe qezenc bike re."

‘Bi ked û xwêdana xwe em ê rê li ber krîza aborî bigrin’

Emşa El-Xelef got ku dema tiştekî neçîne wekî ku tiştek nekiriye xwe hîs dike û wiha pê de çû: "Havîna borî min emeliyata dîsk kiriye, ji ber keda ku berê me dabû û em didin jî pişta min êdî pirsgirêk derdixîne. Ruxmî wê jî saetek jî ez ji nav baxçe qut nebûme. Roja ku neyêm nav erd tiştekî neçînim hîs dikim, wê rojê min tiştek nekiriye. Îsal jî çandinî ji ber vê barana ku hatibû, baş bûye. Herêma me rastî êrîşan tê lewma em rastî krîzeke aborî tên ji bo em bikaribin rê li ber bigrin pêwîst e em kedek mezin bidin da ku xwe û civaka xwe xelas bikin."

'Ruhê komînal xweşikiyê dide gundan'

Emşa El-Xelef da xuyakirin ku tişta herî xweş di gundan de rihê komînal e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em û jiyanê di nava pêşbirkekê de ne, ew dibeze û em pê re dibezin. Ya li gundan jî xweş û wate dide ruhê komînal e. Her kes ji bo hev dixebite. Xweşikbûna gundan bi alîkariya hev e. Bi vî rihê em ê bikaribin xwe ji krîzan xelas bikin. Yê ku vî ruhî jî diafrîne jin e lewma jin xweza û axê perçeyek ji rihê xwe dibînin û bi eşq kedek mezin dide meşandin da ku berhemê wê kedê sûd bigre."