Hemwelatî ji ber bihabûna nirxên kel û pelan nerazî ne

Ji ber qeyrana aborî û bilinbûna nirxên kel û pelan welatiyên li herêma Kurdistanê û Iraqê nerazîbûnên xwe tînin ziman. Jinên xwedî firoşgehin dibêjin ku bihabûna nirxan ji ber bilindbûna dolarê ye, loma ji vê rewşê nerazîne.

ASÛDE MEHEMED

Şarezûr-  Bi nêzbûna cejina qurbanê re dabînkirina pêdîwiyan ji aliyê hemwelatiyan ve zêde dibe, ji ber wê jî berê xwe didin bazarê. Lê ji ber nebûna mûçe û qeyrana aborî ku bilinbûna nirxê dolarê li wan dike, zehmetiyan dijîn. Niha nirxê hemû kel û pelan zêde bûye û hemwelatiyên ku li Herêma Kurdistan û Iraqê dijîn ji bûhabûna nirxan nerazîne. Ev çend sale li herêma Kurdistanê qeyrana aborî heye, di demên borî de ji ber bilindbûna nirxê dolar li beramber dînarê Iraqê û dayîna gûmrikê bandor li ser zêdebûna nirxê kel û pelan kiriye. Li bajarokê Seyîdsadiq ji ber nêzbûna cejina qurbanê, hemwelatî diçin bazarê û ji bo bihabûna nirxan, li gor daxwazên xwe nikarin kel û pelan bikirin. Di derbarê bihabûn û zehmetiyên ku gel û firoşgeh dijîn, jinên xwedî firoşgehin nêrînên xwe parve kirin. 

“Firoşgeh dixwazin alîkariya gel bikin”

Rojîn Kerîm xwediyê firoşgeha cil û bergên zarokan dike di derbarê bihabûnê de, nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ez xwediyê firoşgeha cil û bergên zarokanim, qeyrana aborî bandor li me jî dike. Ji ber bihabûna nirxan ne tenê cil û berg, hemû kel û pel biha bûne, ev yek jî ji ber bilindbûna nirxê dolarê ye. Em di aliyê wicdanî de da ku rehet bibin, alîkariya kesên belengaz dikin. Em tiştên erzan tînin da ku gelê me sûd werbigire.”

“Bilindbûna dolarê zextê li me dike”

Medya Salih firoşgeha cil û bergên jin û zarokan dike nêrîna xwe wiha parve kir: “Nirxên kel û pelan li bajaroka Seyîdsadiq ji bajarên din guncawtire. Her wiha hin pêwistiyan em bi kira didin. Di demên asayî de jî daxwaze kêmkirina nirxên kel û pelan tê kirin, lê belê ev yek ziyanê dide me. Bilindbûna dolarê zextek mezin him li me him jî li gel dike.”