Fuara li Mahabadê rastî eleqeya ku dihat xwestin nehat

Li pêşangeha bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, standên xwarin û alavên diyariyan ji ber buhabûn û kêmbûna hêza kirînê, rastî eleqeya ku dihat xwestin nehat.

YARA AHMEDÎ

Mahabad – Pêşangeha ku roja 5’ê Îlonê li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hat vekirin û tê de alavên diyariyan, aksesûar, kulîlk, nebat û xwarin ji bo firotinê tên pêşkêşkirin, dê heta 21’ê Îlonê vekirî bimîne. Welatiyên li bajêr eleqeya xwe nîşanî fûara ku îsal hat lidarxistin nedan, hat dîtin ku seredan piranî ji bajarên derdorê çêbûne.

‘Hin kes dest ji standên xwe berdidin’

Bihayên bilind ên standan, dahata kêm û bihayên bilind ên kelûpelan hem li ser hêjmara seredanan hem jî li ser hêjmara standan bandorek neyînî kir. Ji xwediyên standên fûarê Zahra M. jî wiha got: “Ez ji Pîranşarê me. Em tirşî û lewaşê difiroşin. Ji serê maseyê 700 hezar û ji serê standê jî me 6,5 milyon dan, lê piştî du rojên fûarê jî me tu bersiveke erênî negirt.”

Zahra M. amaje bi wê yekê kir ku standên li fûarê hatin vekirin heta çend sal berê gelekî qerebalix û bi deng bûn û wiha got: “Hatiye rewşek wisa ku hin kes standên xwe terk dikin û xwediyê standan jî di standên xwe de radizin.”