Foruma El-Zehra daxwaza başkirina mercên kar ên jinên Mexribê kir

Foruma El-Zehra ya ji bo jinên Mexribê pêşnûmeyek ji serokwezîr Azîz Axnûş re şand. Di formê de tê xwestin ku di bernameya hikumetê de ku di nava çend rojan de ji Meclisê re were pêşkêş kirin ku nîşangirên ji bo pêşkeftinên jin û malbatê bêne yek kirin.

Mexrib- 9ê Cotmehê, Foruma El-Zahra ji bo Jinên Mexribê bang kir ku kêmasî û valahiyên di rastî û mercên xebatê yên jinên Mexribê navê de ne werin derbas kirin. Forumê li ser hewcedariya bilez ji bo vekolîneke brefireh a her du nivîsên qanûnî û rêzikname yên ku çarçoveya xebatê diyar dike û pêdivî bi pejirandina dozan di warê cudahiya erênî ji bo berjewendiya jinan di aliyê karkirinê de.
Di forumê de hat xwestin mekanîzmayên nû ku alîkariya berfirehkirina engerasiyona jinên Mexribê di tevna aborî û bazara kedê de bike hate xwestin. Her wiha pejirandina ji dûr ve wekî şêwazek organîzekirina di sektora giştî û pejirandina qanûnbûna wê di hundir de qanûnên karûbarê giştî û qanûnên esasî yên taybet.
Di naverokê de tê pêşinyar kirin ku hewcedariyên têkildarî xebatên jinan yên bi şev tên xebatê werin guhestin, da ku ew bibe îstîsnayek ku bi hemî awayên parastin û ewlehiyê bê bikarin baş bixebitin, ji bo parastina tenduristî û exlaqî encamgir bibe. Bi şertekî eşkere ku pêşî li xebata şevê ya jinên ducanî û jinên zaroşîr bigire.
Foruma El-Zehra banga xebatê kir ji bo rakirina cudakariya di navbera xebatên jinên zaroşîr de bi rêya ku ew bikaribin bibin xwedan mafê peydakirina cûreyên hemşîretiyê di nav pargîdaniyê de, bêyî ku hejmara xebatkarên jin hebe.
Rêxistina jinan her wiha xwest dema ku ji bo sûdwergirtina ji destûra şîrê dayikê hatî veqetandin ji yek heya du salan were zêdekirin, dema betlaneya dayikbûnê heya 18 hefteyan were dirêj kirin. Di dema betlaneya dayikbûnê de zêdekirina alîkariyên dirav ên ku têne dayîn pêdiviyeke.