Firotina sebzeyan ji bo Rehma Eyarî bûye çavkaniya debarê

Rehma Eyarî ku ev çend sal in bamye difiroşe, destnîşan kir ku jinên Tûnisî dikarin astengiyên li ser wan hatine ferzkirin bişkînin û di hemû qadan de bixebitin da ku debara xwe bikin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Di ronahiya qeyrana aborî ya ku Tûnis bi dehsalan pê re rû bi rû maye, di encama bêîstîqrariya siyasî de, firoşkarên kolanan ji ber xirabûna standarda jiyanê êşê dikişînin û ew koma herî marjînal a civakê ne. Rehma Eyarî, ji bajarê Soukra yê Tûnisê ye, her roj berî berbangê ji mala xwe derdikeve û ber bi sûka firoşgehê ve diçe ji bo ku bamye bikire û dûv re bamye dibe bazaran û difiroşe da ku debara xwe bike.

"Min di pîşeya firotina bamiyan de vegereke aborî ya gelek çêtir ji pîşeyên din dît"

Rehma Eyarî anî ziman ku beriya ku ew dest bi firotina bamiyan bike di pîşeyên din de dixebitî lê ji ber ku ew bi demjimêrên dirêj û bi mûçeyek hindik dixebitî dev ji wan pîşeyan berda û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê min dest bi firotina bamiyan kir. Min di pîşeya firotina bamiyan de vegereke aborî ya gelek çêtir ji pîşeyên din dît, ku hişt ku ez rewşa xwe ya aborî baştir bikim. Bamiya yek ji cureyên sebzeyan e ku li Tûnisê bi pirranî nayên dîtin û bihayê wê nisbeten bilind e, gelek feydeyên wê yên di teşwîqkirina tenduristiya pergala gera xwînê de, şerê diyabetê, kêmkirina stresê û feydeyên din hene ji ber vê yekê pir tê firotin."

"Jinên Tûnisî dikarin astengiyên li ser wan hatine ferzkirin bişkînin"

Rehma Eyarî wiha axaftina xwe berdewam kir: "Lê piştî çend salan, min destûrnameyek ajotinê stend û otomobîlek kevn kirî da ku pê ji malê biçim sûkê û bamiyan bikirim û bi vê yekê karê min hêsantir bû û ez bi otomobîla xwe di navbera bazaran de diçim da ku tiştên ku min kirîne bifroşim. Ev heft sal in ez di vî pîşeyî de dixebitim, her kes rêz li daxwaza min a xebatê digire. Jinên Tûnisî dikarin astengiyên li ser wan hatine ferzkirin bişkînin û di hemû qadan de bixebitin da ku debara xwe bikin."