Firoşgeha Şajin ji bo komek jinên Helepçe bûye hêvî

Komek jin di çarçûveya pirojeya geşepêdanên hêza aborî ya jinan ji bo xwe firoşgehek şirîniyên herêma Helepçe bi navê Şajin vekirine û bi karê dikin jiyana malbata xwe dabîn dikin.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe – Koma jinên Helepçe yên beriya niha kar nekirine û pêwistiya wan bi karekê heyî ku bikarin jiyana xwe dabîn bikin li hev kobûn û firoşgeha Şajin vekirine. Firoşgeha Şajin ji bo jinên westanê nas nakin bû pêngavek ku bikarin aboriya xwe bi destê xwe qazac bikin.
“Firoşgeha me ji berbangê heya nîvê şevê vekiriye”
Ji avakarên Firoşgeha Şajin Tavge Enwer li gel şeş jinên din li firoşgeha xwarin û şirîniyên Şajin kar dikin da diyarkirin ku di nava 10 rojên ku bejdarî pirojeya geşepêdanên hêza aboriya jinan bûne. û piştre bi alîkariya rêxistinên ku bejdar bûne wan pirojeya avakirinê firoşgehê danî û firoşgeha xwe ava kir. Tavge Enwer da zanîn ku her roj firoşgeha wan di xizmeta gel de ye û got: “Her roj saet 08:00’ê sibehê heta 10:00’ê şev firoşgeha me di xizmeta gel deye. Li vê derê em xwarin û şirîniyan li gora xwastekên xelkê amade dikîn. Di firoşgeha me de gelek curên şirînî û  xwarinên weke biryanî, kofte û gelek curên din yên xwarin û şîrîniyan hene.”