Firin û amûra zuhakirina bi enerjiya rojê hilberand
Asiya Sebî, ji ber xirabûna mercen avhewayê û pirsgirêkên hawirdorê, biryar da ku di qadeke nû ya ku berê aydê mêran dihat dîtin de dest bi xebatê bike û dest bi hilberîna firina bi enerjiya rojê û kanîneya zuhakirinê kir.
RECA XEYRET
Mexrib – Asiya Sebî a ku li bajare Tanca yê dikeve bakure welat dijî, dest bi keşfkirina çavkaniyên enerjiya alternatîf kir û ket qada firinên bi enerjiya rojê dixebitin û amûrên ku zuha dikin. Gava wê ya ber bi parastina hawirdor û çavkaniyên xwezayî, bi kooperatîfa ku navê “Çareseriyên Rojê yên Diya” dest pê kir.
Vê tecrubeyê hêsan nebû. Bi sebreke mezin û îradyeke bi hêz, diviyabû xwedî baweriyek wisa be ku bikaribe bingeha pêşketina enerjiya ku dikare were domandin ava bike.
Projeyeke pêşeng a ku çareseriyên rojê pêşkêş dike
Asiya Sebî der barê vê projeya xwe ya nû de axivî û wiha got: “Me di sala 2019’an de Kooperatîfa Çareseriyên Rojê yên Diya ava kir. Saziyeke navneteweyî, di mijarên cuda yên weke enerjiya ku dikare nû bibe û perwerdeya pîşeyî de komek jinan perwerde kir. Dûre çend ji van jinan, ji bo avakrina koperatîfek ku dikare firinên bi enerjiya rojê dixebitin û yên amûrên ku bi enerjiya rojê zuha dikin hilberîne hatin hilbijartin. Saziyê heta serê sala 2020’an piştgirî da karê me.”
Kooperatîf, firinên bi enerjiya rojê yên dişibin firinên normal lê bi rojê dixebitin hildiberîne. Her wiha amûrên ku bi enerjiya rojê dixebitin, demek direj sebze fêkî û giyayên xwedî tam, diparêzin jî tên hilberandin.
Asiya Sebî wiha domand: “Pêvajoya Kovîd-19, pêvajoyeke zor bû. Piştî ku peymana me ya bi saziyê re qediya, me xebatên xwe domand lê bi destpêkirina pandemiyê re proje rawestiya. Ji ber ku em hê di merheleya avakirinê de bûn, em nikaribûn kooperatîfê bi pêş bixin lewre pêdiviya jinan bi zanîna teknîk û teorîk hebû. Dûre ji bo em xebatên xwe bidomînin, em neçar man kooperatîfê ji Tancayê bibin herêma bejahî Fahs Anjrayê.”
Lêgerîna enerjiyên alternatîf
Asiya Sebî diyar dike ku ji ber guherîna avhewayê û tunebûna çavkaniyên enerjiye, di serî de ‘enerjiya rojê’ êdî li Mexribê û welatên ku di warê enerjiyê de qels in pêdiviya wan bi enerjiya ku dikare were berdewamkirin heye. Her wiha balê dikşîne ku ev proje bi xwezayê re lihevhatî ne û çareseriyên domdar pêşkêş dikin. Li ser sedema guherandina cihê kooperatîfê li qada bejahî jî dibêje: “Li qadên bejahî testkirina firinên bi enerjiya rojê dixebitin û makîneyên zuhakirinê hêsantir e. Her wiha gihîştina giyayên tibî û berhemên weke sebzeyan jî hêsantir e.”
Kooperatîfa Çareseriyên Rojê yên Diya, li herêmê yek ji projeyên pêşeng e. Di sala 2021’ê de xelata fikra projeya herî baş a li herêma Tanca Tetuanê “Lalla El-Mutavnia” girt. Her wiha di Xelatên Bêkêmasî yên Jinên Mexribî de projeya herî baş hat hilbijartin.
Zorî û astengî
Li gorî Asiya Sebî, proje bi gelek zoriyan re rûbirû ye. Ji ber vê yekê gelek jin veqetiyan û wiha got: “Çêkirina firin û makîneyên zuhakirinê pir kedê dixwazin. Her wiha bihayê wan jî zêde ye, zanîn û bikêrhatiya teknîk dixwaze. Gelek jinan perwerdeya teorîk dîtin lê bikêrhatiya wan a pratîk kêm bû.”
Asiya Sebî, diyar dike ku bi saya hevkariyên bi saziyên navneteweyî re pirsgirêkên teknîk ên di modelên berê de çareer kirine, modeleke nû ya bi zuhakirina rojê bi pêş xistine û dide zanîn ku ev
Nezanîna der barê enerjiyên ku dikarin werin nûkirin de
Asiya Sebî diyar dike ku yek ji pirsgirêkên ku Kooperatîf pê re rûbirû dimîne, ew e ku mirov girîngiya zuhakirina bi enerjiya rojê nizanin û dibêje: “Gelek mirovên li gundewaran nizanin zuhakirina bi tavê çi ye. Divê mirov li wan deran jî van cîhazan bibînin û bizanibin giya çawa tên jêkirin û zuhakirin. Hinek kes ji ber ku enerjiya rojê dereng tiştan dipijîne şîkayet dikin. Bêguman dê dirêj bidome lewre li gorî hewa û demsalê diguhere.”
Kêmasiya perwerdeyê
Asiya Sebî, balê dikşîne ku divê çavkaniyên xwezayî werin parastin. Mînak cehter beriya ku bigihîje ji ber tê jêkirin li herêmên bakur li ber qedandinê ye û diyar dike ku bi desteka saziyeke Fransayê bernameyek ku cîhazên zuhakirinê hilberîne û belav dike ji bo kooperatîfên jinan pêk anîne û dide zanîn ku ev kooperatif di warê zuhakirin û hilberîna giyayên tibî û bi bêhn, de dixebite.
Asiya Sebî dibêje ku pijandina bi enerjiya rojê bi taybetî ji bo kesên ku demek dirêj di nava xwezayê de rêwîtiyê dikin pir pratîk e, balê dikşîne ser kêmasiya perwerdeya teknîka a enerjiya ku dikare nû bibe û dibêje: “Gelek jin weke xwendekar an jî lêkolîner eleqe nîşanî vê qadê didin lê bikêrhatiya wan a teknîk kêm e. Ji ber vê yekê pêdivî pir bi perwerdeyê heye.”
Banga dawî
Asiya Sebî bal kişand ku divê jin zêdetir beşdarî van projeyên bi xwezayê re lihevhatî bibin û wiha bi dawî kir: “Divê kapasîteya wan a teknîk were bihêzkirin û di vê qadê de ji tecrubeyên welatê pêşeng feyde bigrin.”