‘Em ê bi xebatên komînal zevî û aboriya xwe biparêzin’

Cîgira Desteya Herêmî ya kantona Firatê Emîne Weyso têkildarî ragihandina rewşa awarte ya ji bo parastina zeviyan got: “Ji bo parastina zeviyan û mewsima çandiniyê her kes ketiye seferberiyê ku ev yek xwe dispêre berpirsyariya komînal.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Desteya Herêmî ya kantona Firatê di 29’ê Nîsanê de rewşa awarte ya parastina zeviyên kantonê bi rengekî fermî ragihand. Desteyê di her warî de tedbîrên li hemberî şewatên ku derkevin girtiye, hemû agirkujên heyî xistine seferberiyê û li navendên hatine amadekirin hatin belavkirin.

Derbarê girîngiya parastina zeviyan û şewatên pêk tên, cîgira Desteya Herêmî ya Firatê Emîne Weysî nirxandin û hiyşyarên xwe ji me re vegot.

‘Li seranserî kantonê tedbîr hatin girtin’

Emîne Weysî derbarê tedbîrên hatin girtin de ev hurgûlî parve kir: “Em êdî derbasî werza çinîna zeviyan dibin, lewra weke desteya Herêmî ya kantona Firatê her sal di vê demê de em rewşa awarte ya ji bo parastina zeviyan ji şewatên ku pêk tên, radighînin. Li ser vê bingehê me rewşa awarte di 29’ê Nîsanê de raghand ku yekser hemû amûrên agirkujê ketin tevgerê û hejmarên telefonan yên ajokarên wê jî hatin raghandin. Li bajarê Kobanê 16 agirkuj hene. Hîn ji wan xirabûn lê ji ber rewşê hemû hatin tamîrkirin ku niha tijî av in û ji bo her rewşê amade ne. Her wiha ji bo Girê Spî jî 12 agirkuj hene ku li wir jî di heman astê de amedekarî hatin kirin. Ji xwe ji bo van agirkujan hîn cih hatin diyarkirin lê bi cih bibin da ku em bikaribin xwe bighîjînin tevahî gundewarên Kobanê.”

‘Dewleta tirk bi zanebûn zeviyan dişewitîne’

Emîne Weysî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li hemberî aboriya herêmê polîtîkayên taybet tên meşandin û got: “Tedbîr ji gelek aliyan ve tên girtin, ev yek jî xwe dispêre şewatên zeviyan ku di van çend salên dawî de rû didin. Jixwe ji berê ve şewat hebûn lê di van çend salên dawî de em dibînin bi rengekî zêdetir û balkêş çêdibin. Şewatên pêk tên bi zanebûn û hinek ji wan jî qeza ne ku ji ber avêtina cixareyan li kêleka riyan ango hebûna parçeyên hesin di nava zeviyan de ku germahiyê dikşînin. Jixwe dewleta tirk gelek polîtîkayên taybet li hemberî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne ku yek jê êrîşên li ser aboriya herêmê ye. Em dibînin dewleta Tirk bi taybetî jî gundewarên li ser sînor bi gule û bombeyan dike armanc ku di encamê de agir bi zeviyan dikeve. Armanca dewleta Tirk ew eku aboriya niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lewaz bike her wiha îstîqrar û ewlehiya heyî têk bibe ku cotkar her dem di nava metirsiya çandina zeviyan de bin. Bi taybetî jî tê zanîn kantona Firatê yek ji deverên ku aboriya xwe dispêre çandiniyê ye.”

 ‘Ji bo parastina mewsima îsal her kes bi berpirsyarî serferber bûye’

Emîne Weysî bal kişand ser hevkariya komînal a ji bo parastina zeviyan û got: “Parastina mewsima çandiyê erka me û gel e di vî warî de em hişyariya civakê li hemberî vê mijarê dibînin. Gelek caran dema agir bi zeviyek bikeve, beriya tîmên agirkujiyê bigihîjin cihê agir, em dibînin gel bi amûr û derfetên xwe li dora agir dibin xelek û hewl didin vemirînin. Her wiha di nava vê xebatê de parastina cewherî, komîn û ciwan jî cih digrin ku bi vê hêza komînal em dikarin parastina zeviyan bikin. Lewre ez dikarim teqez bikim ku di vê pêvajoyê de her kes ji bo vê mijarê di nava seferberiyê de ye. Tevî vê jî hê tedbîrên em bînin ziman hene. Kesên cixarekêş divê di avêtina cixareyên xwe ji pencereyan de baldar bin her wiha pêwîst e em parçeyên hesin ên ji pêlên germê bi bandor dibin navêjin nava zeviyan. Li aliyekî din em dibînin hinek kes zeviyên xwe diçinin û hinek jî pişt re dikin. Ji bo vê divê ku pirêzeyên di nava zeviyên nehatine çinîn de, neyên şewitandin ji ber ku agir digihîje zeviyên din. Hinek caran jeneratorên avê û mazotê yên di nava zeviyan de çirûskên agir derdixin ku ev jî şewatan bi xwe re tîne.”

‘Jin bi hişyariyeke mezin zeviyan diparêzin’

Herî dawî Emîne Bekir destnîşan kir ku jin jî kedeke mezin di pêşxistina aboriyê de didin û got: “Tê zanîn ku di navbera jin û çandiniyê de têkiliyeke xwezayî û bihêz heye. Ji bo vê jî ji her kesê zêdetir jin bi berpirsyarî tevdigerin. Di saetên rojê de dibe ku mêr bi hinek mijarên cuda re mijûl bibin, lewre em dibînin jinên li gundewaran dijîn di vê mijarê de hişyar in û her dem ji bo parastina zeviyan di nava liv û tevgerê de ne. Heta em bûn şahid ku di gelek şewatan de jî jinan rola xwe lîst û dikaribûn erka xwe di parastin û pêşxistina aboriyê de bilîzin. Bi taybetî îsal bi saya baranê û destekdayîna Rêveberiya Xweser bi cotkaran re mewsim baş e û divê ku bi rengekî baş jî were parastin. Jixwe em ketin meha Gulanê lê dîsa jî heta niha baran heye ku bandoreke neyînî li ser zeviyên hişkbûyî dike. Her wiha li mewsima kemûn, nîsk, kizbara û nokan jî dike. Ji bo vê jî em bi hev re bibin alîkar ji bo bikaribin mewsima mayî qezenc  bikin.”