Ejîn Kawa bi avakirina cihê karê xwe ji bo ciwanan dibe çavkaniya derfeta kar

Jina ciwan û kedkar ya bi navê Ejîn Kawa ya li Hewreman pirojeyak ya geştiyarî vekiriye, da diyarkirin ku ew ne benda hikumetê û di cehek taybet e ku kar bike, bi avakirina cihê karê xwe ji bo ciwanan bû çavkaniyek ya derfeta kar.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce - Ejîn Kawa jinek ciwan ya xelkê bajarê Silêmanî, xwesteka wê ya karkirinê gelek heye da ku xwe li ser lingê xwe bigre. Ji ber wê pirojeyek ya geştiyarî li Belxeya Hewreman vekiriye û her roj bi sedan geştiyarî serdana cihê wê dike, bi ked û kêrhatiya xwe kar dike û derfetê kar ji bo ciwanên din jî peyda dike.

Ejîn Kawa piştî ku zanîngeh temam kir, xest bêyî ku di beşa xwe de bi fermî bibe û nemîne li benda hikumet û cihê taybet, wiha got: “Min hewil da cûda be, da ku di aliyê xwaringeh û aşxane û xizmetek baş bidim mêvanan.”

Di cihê geştiyariyê de çanda Kurdî parast

Ejîn Kawa ya xwedî restoran û Otela Miryayan da zanîn ku ew di otel, xwaringehê de hewl daye ku piranî xwarinên Kurdewarî be û wiha got: “Ev der ne tenê xwaringeh e, di jorên otelê de, jorên me bi awayê çanda Kurdewarî me xemilandiye, da ku mêhevanên me çand û kevneşopiya Kurdî jibîr nekin. Ew çanda bav û bapîrên me hatiye jibîrkirin, em weke erkê xwe dibînin ku vê jibîr nekin û zindî bikin.”

“Ji bi wêrekiya xwe dikarin hemu karan biser bixin”

Ejin Kawa hezkirina xwe ya kar anî ser ziman û wiha got: “Kar zehmet e, lê ez bi keyfxweşî karê xwe dikim. Daxwaza min ji jinan ew e ku nemînin li benda hikumetê û kesûkaran, bila bi kêrhatiyên xwe kar bikin. Ji ber jinên me jîr û wêrek in, tu karek zehmet nîne, tenê ger baweriya wan bi wan were wê bikarin li ser lingê xwe bisekinin û bi serbikevin.”

Otela Mîryan dikeve navçeya Hewreman û navenda gundê Wezênî û Belexe, ev cih her tim bala geştiyaran kêşa ye û her tim geştiyar serdan dikin.