Djellabayên Mexrîbê di destê jinan de dibin mîrateya çandî

Djellaba ku li gelek welatên Mislimanan tê tercîhkirin, di destê jinên Merxîbî de veguherî mîraseke çandî. Djellabasên Mexrîbê îro li seranserê cîhanê têne zanîn.

HENAN HARÎTE

Mexrîb - Kaftana 'djellaba' ya Mexrîbê ku bi motîfên çandî yên dirêj ên rengîn hatiye xemilandin, li seranserê cîhanê tê zanîn. Djellaba ku li piraniya welatên Misilman tê dîtin, li Mexrîbê bi qumaş û neqlê xwe derdikeve pêş. Cil û bergên ji qumaş û qalibên cihêreng ên ji bo mêr û jinan hatine çêkirin hîn jî têne tercîh kirin, her çend îro modelên cûda digirin.  

Djellaba li hin herêman wekî galabiya tê zanîn. Karîma Wajdî ku hem  djellabayê didirû û hem jî difiroşe diyar kir ku rêwîtiya veguherandina qumaşê ber bi djellabaya navdar a cîhanê zehmet e û diyar kir ku atolyeya hilberîna djellabayê ya ku wê ava kiriye hem debara dike û hem jî vê çandê diparêze.

Ji bo çareserkirina krîza aborî atolye hat avakirin

Karima Wajdî got ku wê atolyeyek piçûk ava kir wekî çareseriyek ji krîza aborî ya ku di dema serhildana coronavirus de jiyaye. Karîme Wajdî diyar kir ku jin dê hemû zehmetiyên jiyanî derbas bikin û pêvajoya vekirina atolyeyê wiha nirxand.

"Di sala 2020’an de, dema ku coronavirus belav bû, em hemî li malên xwe hatin girtin. Di wê serdemê de ez jî di warê aborî de zehmetiyan kişandim. Wê pêvajoyê hişt ku em bi hevalên xwe yên din re bibin yek. Hema ku karantîn hat rakirin, me tavilê atolye ava kir. Armanca me ew bû ku em weke jin aboriya xwe ya serbixwe misoger bikin û dahata xwe bidomînin. Daxwaza min her dem ew bû ku ji bo jinan îmkanên kar ji bo serxwebûna xwe ya aborî peyda bikim. Em bi sê jin û du mêran re di atolyeyê de dixebitin. Armanca me ew e ku em hejmara jinên ku di vî karî de pispor in zêde bikin.”

Djellabasên Mexrîbê li seranserê cîhanê têne zanîn

Karîma Wajdî destnîşan kir ku tercîha wê ya djellabayê ji ber ku mîrateke çandî ye û diyar kir ku wan bi adaptekirina wê ya îroyîn amade kirine. Karîma Wajdî got, “Djellaba li gelek welatan heye. Lê yek wekî Mexrîbê tune ye. Çîçek û motîfên me tenê çandî ne. Berê qumaşên pir giran dihatin bikaranîn. Hilgirtin zehmet bû. Niha em bi qumaşên xweşik ên ku ji çanda me re guncan in dirûnê. Ji ber vê yekê jinên ji her temenî wê tercîh dikin” û anî ziman ku eleqeyeke mezin ji bo djellabayê heye.”

Her qonaxa djellaba bi destan tê kirin

Karîma Wajdî bal kişand ku jinên li Mexrîbê bi temenan cil û bergên xwe yên çandî li xwe kirine û destnîşan kir ku djellaba bûye sêwiraneke nûjen ku ji her temenî dikare li xwe bike, ji ber ku bi karanîna qumaşên pirreng dikare cihêreng bike. Karîma Wajdî, diyar kir ku dirûtina djellaba bi ked e û ji gelek qonaxan pêk tê û gelek qonaxan jî bi destan tên çêkirin û got ku ew ji bo danasîna berhemên xwe beşdarî gelek fuaran bûne û got, "Ev hemû fûar ji bo danasîna berhemên me, zêdekirina firotinê û pevguhertina ramanan dibe alîkar."

Karîme Wajdî behsa planên xwe yên ji bo pêşerojê kir û diyar kir ku ew dixwazin atolyeya xwe veguherînin kargeheke mezin a tekstîlê û derfetên kar ji jinan re peyda bikin.