“Divê planek têr û tijî ji bo derbaskirina krîza aborî hebe”

Jinên herêma Raperîn ji ber bilindbûna bihayê kel û pelan nerazî ne û dibêjin ku ji ber nêzbûna cejna Qurbanê firoşgeh li gorî dilê xwe nirxê kel û pelan giran dikin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Nêzbûna cejnê û bilindbûna nirxê kel û pelan hemwelatî nerazî ne, ji ber vê yekê ajansa me gel jinên bajarokê Ranya û pirsa giranbûna nirxê kel û pelan kir.

Hemwelatiya bi navê Meryem Ehmed der barê cejnê de wiha got: “Cejn tê wateya bi hevrejiyîn û çûyîna gel hev lê belê bi nêzbûna cejnê re bihayê kel û pelan gelek giran bûye û xelk hemû ji vê yekê nerazî ne. Di demeke ku cejn bi hev re jiyan û derbaskirina demek xweş e lê belê li herêma Kurdistanê cejnê ji bo girankirina bihayê kel û pelan bi kar tînin. Nebûna mûçe û qeyrana aborî, wisa kiriye ku gel nikarin pêwîstiyên malbatên xwe dabîn bikin. Li cihê ku cejnek xweş derbas bikin, dibe cihê nerazîbûnê û di nav de giranî û qeyran jî her roja ku diçe zêde dibe.”

Jina ciwan a bi navê Lave Ehmed ku xelkê Ranyayê ye der barê giranbûna nirxên kel û pel û pêwîstiyan de wiha got: “Gelek sedem hene ev rewş rû bide weke bilindbûna bihayê dolar, giranbûna benzîn û gazê her wiha nebûna mûçeyan ev hemû sedem in. Divê planek têr û tijî were danîn û hikumet û hemwelatî hevkariya hev bikin da ku ev rewş derbas bibe. Niha hinek cejn hene ku çavdêriya bazar û kel û pelan dikin lê belê hîna jî ne di asta pêwîstiyên me de ne, ji ber pêwîstiya civaka Kurd bi planek li ber çavan heye.”

“Dema ku xwediyên firoşgehê li gorî xwe bihayê tiştan giran bikin tên cezakirin”

Seroka lijneya hevbeş a qeymiqamtiya ji bo çavdêrîkirina ê bazarê û giraniya kel û pelan Ciwana Xûrşîd da diyarkirin ku bi nêzbûna cejnê re, nirxê hemû kel û pelan giran dibe û lijneya qeymeqamtiyê kontrol dike û wiha got: “Lijneya me herî zêde çavdêriya pêwîstiyan dike ku gilî li ser heye. Ji ber wê ên kontrola nirxên wan dikin da ku her kesek li bazarê li gorî dilê xwe nirx nede kel û pelan. Lê belê bi bilindbûna nirxê dolar li hemberî dînarê Iraqê guherînek li ser nirxê kel û pelan çêbûye. Em weke lijneyê me dîtiye ku giranî û giranfiroş hene û yên ku em pê hesiyane me kontrol kirine û em rê nadin ev  hîle werin kirin. Dema ku em dibînin yan em ceza didin em bi xwedî re diaxivin ger carek din dubare bibe wê firoşgehên wan werin girtin.”