Di germahiya dijwar a havînê de têkoşîna karkerên jin

Tevî zehmetî û pileya zêde a germahiyê, jinên karker ji bo debara jiyana xwe pêkbînin kedek mezin didin û dibêjin: “Germahiya rojê li pêşiya keda me nabe asteng.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Li tevayî cîhanê îsal asta bilindbûna germahiyê zêde bûye, bi taybet li welatên Rojhilata Navîn ji ber ku cîhê wan li ser xeta ‘kûbeya germê’ ye. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi pileya germê ya dijwar re rûbirû ye. Li Bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  pileya germahiya 44 pile derbas kiriye.

Tevî germahiya zêde jî jin di nava şert û mercên zehmet de ji bo debara xwe pêkbîne têdikoşin. Hinek ji wan di bin tava germ de li zeviyên çandiniyê dixebitin, hinek jî di kargehên paqijkirina genim de, heta di seyandina malan de dixebitin. Karkerên jin der barê karê xwe de ji ajansa mere axivîn.

Di bin tava dijwar de ser xeta sînor sûwaxkirina malan

Racîhe Ubeyd a 42 salî ev salên dirêje  karê sûyaxkirina malên axî dike, li ser xeta sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê ku tenê 10 metre dûrî sînor e ku li ser jiyana wê metirsiyê çêdike der barê karê xwe de wiha got: “Ji bo debara jiyana xwe pêkbînin û kirêya malê bidim kar dikim Ez rojên xwe bi kar derbas dikim. Sibehê bi karê malê dest bi roja xwe dikim û paşê heta saet çaran de karê sûwaxkirinê malên axî dikim û divegerim mal karê malê û pêwîstiyên zarokên xwe pêktînim.”

‘Hêza min heye dikarim kar bikim’

Rexed El-Elî 19 salî ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di aşê genim de di bicihkirina genim de dixebite destnîşan kir ku hêza wê heye her karî bike û got: “Ji bo ku bikaribim pêdivî û pêwîstiyên xwe peyda bikim, kar dikim. Ev karê ku ez dikim ne weke ku civak di fikire tenê ji bo mêrane. Heqdesta ku em distînin jî baş e û ez di vî karî de rehet im. Her çendî ku rewşa hewayê gelek  gerim be lê dîsa ez wekî jinekê dikarim têkoşînê bikim.”

‘Ev kar rûmeta min diparêze’

Selamat El- Hemze  a 35 salî dayika 5 zarokan e ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di bin pileya germa dijwar de di saetên nîvro de ku tam germahiya rojê zêde dibe de torbeyên genim dadigre û got: “Her çiqas qeyran ango aloziyek aborî hebe raste em hemû jî di rewşek zehmet de derbas dibin, divê em jin neyên xapandin û ji bo jiyana xwe ked bidin.”

‘Ez kar dikim ji bo ku nebim hevcedariya tu kesî’

Selamat El- Hemze da zanîn ku ne germa û serma li pêşiya keda wê ya jiyanê nabe asteng û wiha got: “Niha pileyek dijwar ya germayê heye, Ji bo jiyana xwe û zarokên xwe ya ji me tê xwestin têkoşînkirine. Di heman demê de jin xwe îspat dikin ku dikarin kar bike. Ez  bi vî karê xwe serbilind im, ji ber ku karê min dihêle ez xwe li ser lingên xwe rawestim û hewcedarî tu kesê din nebim. Daxwaza min ji jinan ewe ku bila jin ji bo jiyana xwe û keda xwe her dem di nava têkoşînê de bin ji ber ku jiyan xebat û têkoşînê dixwaze.”