Bi vegera gund re bû xwedî kar

Husna Dolan a ku beriya çend salan neçar mabû ji gundê Comelaşê yê Licê koçber bûbû, çûbû Mersînê û bi salan li wir wekî karkerekî demsalî xebitî, niha li gundê xwe yê ku salek berê lê vegeriya serayek ava kir. Di serayê de îsot, bacan, fasûlye û xiyaran çandine û hem dide marketan hem jî li bazaran difroşe.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Husna Dolan a ku li gundê Comelaşê yê Licêya Amedê dijî, piştî ku gundê wê di salên 90'î de hat şewitandin neçar ma koçî Mersînê bike. Husna bi xebata xwe ya bi salan di serayên din de debara xwe kir, piştî salan vegeriya gundê xwe û biryar da ku li vir serayek ava bike. Husna di serayê de bi malbata xwe re li zeviyên xwe yên li gund, havîn û zivistanê sebzeyên wekî bacan, îsot, fasûlye û xiyar diçîne, niha bi pereyê ku ji karê xwe qezenc dike debara xwe dike.
"Me karê xwe ava kir" 
Husna salek e li gundê xwe dijî û tevahiya rojê di serayê de dixebite, diyar dike ku piştî wê biryar daye ku li şûna di serayên kesên din de bixebite, karê xwe bike û li gund bi cih bûye. Husna destnîşan kir ku ew bi yewmiye bi salan li Mersînê xebitiye û got; "Dema ku em li Mersînê man, di heman serayên fêkî û sebzeyan de dixebitîn. Min di serayan de îsot didan hev. Em bi salan bi vî rengî xebitîn. Cara dawî me got heta ku em ê li wir bibin karkerên kesên din, gundek me heye, axa me heye ka em li wir karê xwe bikin û dûre em hatin vir. Me li vir serayek çêkir. Em karê xwe dikin, pereyê xwe bi dest dixin û rehet in. Em heqê keda xwe bi vî rengî digrin. 
"Sebzeyên ku li serayan digihîjin li sûkan difroşin" 
Husna ku berhemên xwe difroşe sûka Licê û Çewlikê, bi pereyê ku ji wan tê hem hewcedariyên serayê, hem jî hewcedariyên xwe pek tîne. Husna destnîşan kir ku wan karê xwe bi vî rengî bi pêş ve birine û firotina hilberînên xwe bi van gotinan anî ziman: “Me li serayê xiyar, bacanên sor, îsot û fasûlye çandin. Li vir em hilberînên xwe ji serayê berhev dikin û didin bazaran an jî ew telefonê me dikin û dibêjin; 'Ewqas bînin' û em li gorî wê berheman amade dikin. An jî em sebzeyan bi xwe digrin û difroşin market û sûkan. Piştî firotinê, em kaseyên mayî dibin li Çewlikê difroşin. Karê me bi vî rengî dimeşe.”
"Pir zehmetiyên karê serayê hene”
Husna dibêje ku tevî zehmet e jî karê xwe bi hezkirin dike, herî zêde hewaya germ li wan zorê dike û diyar dike ku her roj bi rêkûpêk sebzeyên li serayê xwedî dike û kesax dike, pereyê ku bi keda xwe bi dest dixe kêfxweşiyek mezin dide wê. Husna dibêje ku ew karê xwe bi xwe dike û wiha bi dawî dike: “Karê serayê pir zehmet e, dema em dixebitin, pir diwestin. Ev kar ji pêçandin, birîn û berhevkirina gihayên li berheman pêk tê. Nan bi hêsanî nayê qezenckirin... Bêguman mirov pereyê xwe qezenc bike, bi keda xwe tiştek bike hesteke pir xweş e. Li şûna ku em biçin gel kesek din û bi pereyê rojane bixebitin, em ji bo xwe dixebitin. Di zeviya kesên din de ne bêhnvedan heye, ne jî dema ku nexweş dikevî destûr heye. Lê li vir destûra xwe em bi xwe didin û saetên xwe em bi xwe diyar dikin.”