“Bi traktorê fêrî ajokariyê bûm”

Exter Hacî Şêx Reûf der barê fêrkirina ajokariya jinan de diyar kir ku wê biryar daye destpêkê xwe fêrî ajokariyê bike û piştre jinên din fêr bike. Her wiha da zanîn ku heta niha zêdetirî 30 hezar jinan fêr kiriye û gelek kêfxweş dibe dema ku jin hîn dibi

ŞÎRÎN SALIH

Ajokarî di hemû civakan de ji aliyê kesên civakê yên ku ji herdu rêgezan pêk tên ve dikare were kirin. Ji bo rêveçûna kar û barê xwe lê belê di hinek civakan de rexne li jinan dikin û jin rastî gotinên nexweş tên û ditirsin, nikarin fêrî ajokariyê bibin. Li herêma Kurdistanê jin bi rêjeyek zêde berê xwe didin kursên ajokariyê, li gorî daneyên çûyîn û hatinê 228 hezar û 324 jin li herêma Kurdistanê xwedî ehliyet in.

Exter Hacî Şêx Reûf li bajarê Silêmanî xwedî cihê bi navê Exter Xan ku taybet e ji bo fêrkirina ajokaran. Ji sala 1996’an ve xelkê fêrî ajokariyê dike bi taybetî jinan fêr dike. Ji sala 2005’an ve li gel polîsên trafîkê kar dike. Exter bi xwe jinan fêrî ajokariyê dike, heta niha zêdetirî 30 hezar jin fêr kiriye.

“Dema min jinên din didît wesayîdan diajotin min jî xwest fêr bibim”

Exter Hacî Şêx Reûf wiha behsa fêrbûna xwe kir: “Temenê min 7 salî bû dema ku em çûn Bexdayê min jinan didît wesayîdan diajon, min jî dixwest xwe fêr bikim û min biryar da fêr bibim piştre jî jinan fêr bikim. Beriya bizewicim destpêkê li mala bavê xwe fêr bûm, ji ber ku li mala bavê min traktor hebû min wê demê xwe fêr kir. Dema ku ez zewicîm min dizanibû hemû cureyên wesayîdan biajom. Piştre min keçên xwe fêr kir.”

“Jin û mêr serdana cihê me dikin”

Exter Hacî Şêx Reûf wiha behsa destpêkirina xwe ya karê fêrkirina ajokariyê kir û got: “Di cihê me de jin û mêr herdu bi hev re beşdar dibin da ku ehliyetê bigrin. Qertên me yên giştî û yên texsiyê hene. Lê belê ez bi xwe li ser qerta taybet kar dikim û tenê jinan fêr dikim. Dema ku min dest bi vî karî kir, malbata min tu astengî ji min re dernexist, xelk gelek kêfxweş dibûn ku ez dikarim jinan fêr bikim. Ez ji sala 1996’an ve jinan fêrî şofertiyê dikim. Piştre ez nêzî 4-5 mehan li Bekrecû beşdarî kursan bûm û bi serkeftî min temam kir.”

Exter di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Cihê min ji cihên din cûdatir e, ji ber ez bi xwe tenê jinan fêr dikim, polîsên trafîkê nirxandina der barê kar de li gel min dikin û li gorî encaman kesên fêr dibin derdikevin. Niha li Silêmaniyê jin herî zêde wesayîdên otomatîk bi kar tînin, ji ber ew qerebalixa di cadeyan de çêdibe bi tendirustir e. Jin di demek kêmtir de fêr dibin, zêdetir jin di temenê ciwan de fêr dibin, bi taybetî ew kesên ku temenê wan di navbera 18-19 salî de ye zûtir fêr dibin. Heta niha zêdetirî 30 hezar jin min fêr kirine.”

“Jin zêdetir li gorî quralên hatin û çûyînê tevdigerin”

Exter Hacî Şêx Reûf destnîşan kir ku jin niha li gorî berê zêdetir berê xwe didin fêrbûna ajokariyê û wiha got: “Hestek gelek xweş e ku kar li gel jinan dikim û jin jî bi heman awayî gelek kêfxweş dibin. Ji ber ku jin jinan fam dikin û ez jî zêdetir bi aram im, hewl didim heta ku bi temamî fêr dibin. Jin zêdetir li gorî zagonan fêr dibin, daxwaza min ji jinên ku temenê wan dibe 18 salî ew e, divê elhiyetê bigrin, bê ehliyet wesayîdan neajon.”