Bi temenê xwe yê 64 salî ji bo debarê li kêleka rê masiyan difroşe

Ji bo peydakirina pêdiviyên rojane, gelek jinên li Bîngaziyê kar dikin. Jin, ji bo ku bikaribin debara xwe bikin, derketine bazarê û di hemû beşên karên ku dikarin bikin de dixebitin.

IBTÎSAM AXFÎR

Bîngazî- Salha El-Hûtî ya 64 salî serê sibê, li ser peyariyekê li ber çiraya Sî Xrîbîş dixebite. Besteka xwe ya bi masiyên teze dagirtî û di bin siya şala xwe û li ser kursiya xwe bi lingên şikestî, li ber germahiya zêde ya havînê ku pileya germahiyê carna digihîje 39 pileyan, masiyê xwe difroşe.

Salha El-Hûtî, ji vê rewşê gazinan dike, ji ber xizanî û şert û mercên zehmet ên jiyanê neçar ma ku di firotina masiyan de li kêleka rê kar bike. Nemaze piştî mirina hevjînê xwe de gelek zarok di stûyê wê de man û kesê debara wan jî bike tunebû.

Barê xwedîkirina 10 zarokan ket stûyê wê

Salha El-hûtî destnînîşan kir ku ew di temenekî biçûk de zewicî û piştî ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, wê kesek nedît ku debara malbata wê bike. 7 keç û 3 kurên wê hene û wiha got: "Ji ber vê yekê ez neçar bûm ji bo peydakirina debara wan kar bikim û min karek baş nedît ku ji bilî firotina masiyan li ser rê. Tevî ku ez nexweşa şekir im jî neçar im bixebitim.”

Her wiha da zanîn ku beriya dest bi firotina masiyan bike, nanê tenûrê difirot û wiha got: “Di destpêkê de min nanê tenûrê difirot lê ji ber ku ev kar pir zehmet bû, min dest jê berda û niha masiyan li ser riya Kornîşa Şeibî difiroşim. Li kêleka çiraya Bingaziyê û bi riya hevjînê keça min ê ku di sûka masiyan ya bi navê Benkîne de kar dike. Her sibeh sê sendiq masiyan tenê ji min re tîne, heta ku rewşa min a aborî baş bibe û xelk min nas bike.”

Dikana ku kirê kiribû di şer de wêran bû

Salha El-Hûtî wiha domand: "Min dikanek li herêma El-Sebrî kirê kir, da ku bikaribim masiyan li wir bifroşim lê ji ber şer ew dikan wêran bû, piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyan û piştî rizgarkirina herêmê, min li qereqolê raporek vekir û belge û hemû tiştên ku bi rê û rêbazên qanûnî ve girêdayî ne,  min pêşkêşî wan kir. Lê dema ku min xwest ez wê vegerînim û tiştên xerabûyû ji nû ve çêkim, min dît ku li bajarê Bingaziyê şîrketeke girêbestê ya naskirî ew bi têlekî hesin veqetandibû, navê xwe li ser danî bû. Erdê ku dikan li ser hatiye çêkirin li ser navê min e û belgeya vê yekê li cem min heye lê piştî derengketina prosedurên bidestxistina dikanê. Min turimpêla bi sarinc kirê kir ji bo ku ez masiyên ku ji masîgiran distînim li ser bifroşim".

Carna qezenc dike carna jî dikeve zirarê

Salha destnişan kir ku karê ku dike carna qezenc e û carna jî tê de dixesire lewre dema ku rojek wê xweş derbas dibe û hemû masiyan difiroşe, hem heqê xwediyê turimpêlê hem jî xwediyê masiyan dide û rêjeyek baş jê derdixe. Lê dema bazar lawaz be, heqê xelkê dide wan û dikeve zirarê, neçar dimîne ji berîka xwe jî bide.

Li ser mudaxeleya hêzên ewlehiyê ji ber ku ew li kêleka riya berhemên kevnar û ronahiya navdar a Bîngaziyê masiyan difiroşe wiha dibêje: "Ez rastî gelek taciz û çewisandinê hatim lê min nekir xem û ji ber vê yekê ez hatim girtin jî."