Bi ronahiya findan aramiyê diafirîne û keda jinan mezin dike

Hasret Îpek Îlçin a li Wanê dijî, nêzî du salan e li atolyeya xwe bi çêkirina findan, hem bi keda xwe û berhemên xwe riya debarê ava kiriye, hem jî ji bo jinan cihekî aram pêşkêş dike.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan- Di nav qerebalixiya jiyanê de, carna ji bo mirovan tenê bêdengî û aramî lazim e. Hasret Îpek Îlçin ku li Wanê dijî, bi salan e bi çêkirina findan ku xwe bi aram hîs dike, zêdetirî du salan e di atolyeyê de çêdike hem keda xwe vediguherîne dahatê, hem jî ji bo jinên din qadeke ku ji xwe re wext veqetînin ava dike. Hasret Îpek Îlçin ku bi aramiya ji ronahiya wê jiyanê ronî dike, ne tenê findan çêdike, di heman demê de ked, estetîk û hevgirtina jinan di ronahiya findên xwe de jî mezin dike.

Hasret Îpek Îlçin a 39 salî zêdetirî du sal in bi firotina findên ku bi xwe çêdike hem debara xwe dike, hem jî aramiya ji ronahiya wê bi kesên ku ji qerebalixiya jiyanê westiyane re parve dike. Hasret Îpek Îlçin diyar kir ku têkiliya di navbera mirovan û agir de qet qut nabe, di bêdengiya li dora wê de derdikeve holê. Da zanîn ku dema mirov li agir temaşe dike, bêdengiyê hîs dike, hişê mirov bi aram dibe û ew aramî, dibe rehetiya derûnî. Anî ziman ku wê navê atolyeya xwe li gorî efsaneyek ji Colemêrgê kiriye Mûmê. Hasret Îpek Îlçin xebata xwe, şeklên ku ew dide findan û çîroka xwe ya bi agir re ji ajansa me re parve kir.

‘Ez findên ku ji bo aramkirina xwe pêdixim didim jinên din’

Hasret Îpek Îlçin bi eslê xwe ji Çorumê ye. Di sala 2007’an de ji bo xwendina zanîngehê hatiye Wanê, li wir zewiciye û jiyana xwe ava kiriye. Piştî teza xwe ya doktorayê qedand, navber daye jiyana xwe ya akademîk û bi firotina findên ku bi xwe çêdike debara xwe dike. Hasret Îpek Îlçin destnîşan kir ku ew zêdetirî du salan e di atolyeya xwe de dixebite û têkiliya xwe bi findan re bi van gotinan tîne ziman: “Rêwîtiya min a çêkirina findan digihîje 15 sal berê. Min berê tenê find ji bo xwe çêdikir û vêdixist. Niha ez wan di atolyeya xwe de çêdikim û dibim alîkar ku jinên din findên bêhnxweş an jî bê bêhn vêxin.”

Rengînkirina jiyanê bi agir

Hasret Îpek Îlçin dibêje ku pêxistina findan hişê mirov paqij dike û dema mirov bi pirsgirêkên rojane re têdikoşe, çêkirina findan hesta piştî tofanek, gihîştina cihekî bi ewle dide. Diyar kir ku ji bo valakirina hiş, dest bi çêkirina findan kiriye û wiha got: “Cîhana akademîk hinek zor e. Xwendin, nivîsandina tez û gotaran û pejirandina wan ji hêla kesekî ve gelek zor e. Ji bo ez hinek ji wê kaos û atmosfera mijê dûr bikevim, min xwest bi zêdekirina bêhn, reng û hinek ronahiyê, jiyana xwe rengîn bikim.”

‘Pêxistina findê hişê mirovan aram dike’

Hasret Îpek Îlçin, da zanîn ku ev ji ber berê li Wanê atolyeyek a çêkirina findan tunebû, zorî kişandiye û diyar kir ku ji bo berisva pirsên ‘Çima find tên vexistin çima divê bên vêxistin’ bibîne, 6 mehan xebata xwe domandiye û wê di wan 6 mehan de hewl daye ji mirovan re şîrove  bike ka çima divê find bên vêxistin. Hasret Îpek Îlçin, piştî 6 mehan hêdî hêdî dest bi qezenckirinê kir. Destnîşan kir ku ronahiya agir bi hezaran sal e beşek ji jiyana mirovan e û di serdemên mirovahiyê de bi awayên cûrbecûr mirovan ji bo ronîkirinê serî li rê û rêbazan dane.Hasret Îpek Îlçin gotinên xwe wiha domand:

“Em findan bi kar tînin, da ku têkiliya xwe bi wê re biparêzin. Her çendî di destpêkê de ji bo ronîkirinê dihatin bikaranîn jî piştî keşfkirina kehrebeyê, bikaranîna wan heta roja îro wek riyek ji bo jibîrnekirina têkiliya me bi agir re berdewam kiriye. Pêxistina findam ruhê mirovan aram dike. Em ji bo aramkirina hişê xwe, ji bo aramkirina qada ku em tê de ne, findan vêdixin. Ji ber ronahiyên spî yên ku em jê re dibêjin ‘roniyên odeya emeliyatê’ bandorê li rijênên me yên pîneal dikin. Dema em findek di ronahiyek hinekî kêm de vêdixin, bi rehetî û aramtir difikirin. Hûn bi komkirina ramanên kaotîk ên di serê xwe de di xaleke navendî de aram dibin. Ji ber vê em findan vêdixin.”

Bendewariya sereke danûstandina bi mirovên baş re ye

Hasret Îpek Îlçin, îşaret bi wê yekê kir ku xelata keda wê ji qezenca aborî bêhtir li ser têkiliya bi mirovan re ye, diyar kir ku nirxa karê mirov bi bendewariyên mirov ve tê destnîşankirin û wiha got: “Bêguman, ez di berdêla hewldanên xwe de dahata madî qezenc dikim. Lê dema ku vê xebatê li vir dikim, gelek mirovên baş nas kirin. Mirovek ne nazik nêzî findê nabe. Ev hinekî li ser estetîkê ye û kesek ku qîmetê dide estetîkê nikare ne nazik be. Mirovên ku tên vê derê jî li estetîkê dinêrin; ew tiştê ku dibînin dikirin. Ew mirov nikarin ne nazik bin. Ji ber vê ev der ji bo mirovên xwezan, nazik, tehemulkar û têgihîştî bûye cihê hevdîtinê. Erê ew di warê qezenca madî de min têr dike. Lê tişta ku herî zêde min têr dike ew e ku ew dihêle ez bi van kesan re hevdîtin bikim. Ev atolye du sal û du meh in heye û li gorî çavdêriyên min, ji sedî 80 mirovên ku tên vê derê ji huner û wêjeyê fam dikin, axaftvanên baş in û bi xweşikî diaxivin. Her çendî yek ji van taybetmendiyan tune be jî ew mirov ku dikarin pesn bidin û teqdîr dikin. Kar dikin û gava tên dibêjin ‘aferîn.’ Hevdîtina bi mirovên wiha re giyanê min xurt dike. Ji ber ku ev yek dibe sedem tu xw baş hîs bikî ev yek jî dikeve pêşiya pere.”

Hasret Îpek Îlçin, anî ziman ku ew fîgurên li ser findan di encama armancek taybet de hilnabijêre. Da zanîn ku eleqeya wê ya sereke dîrok e û bi vê hişmendiyê berê xwe daye fîgurên mîtolojîk. Her wiha dide zanîn ku fîgurên jinan pir bikar tîne. Vê rewşê bi gotina; “Jin hebûnên estetîk in û ez kêfxweş dibim lı wê estetîkê bidim findê” armanca xwe tîne ziman.

‘Têkoşîn di xwezaya jinan de heye’

Hasret Îpek Îlçin, tekez dike ku jin her dem di rewşa têkoşînê de ne, diyar kir ku jin her tiştê digrin destê xwe zêde dikin û beşdarî jiyanê dikin û wiha domand: “Jin bixwazin nexwazin di xwezaya wan de heye. Em jin dema tiştek tê dayîn, sê yan pênc tiştan lê zêde dikin. Ji ber lı ev di xwezaya me de heye, jiyana me her gav bi vî rengî pêşve diçe. Hebûnek ku dikare zêde bibe û dewlemend bike bêguman dê xwe di têkoşînê de bibîne. Me her gav ji bo mafên xwe, zarokên xwe, malbatên xwe, ji bo nav û têgehên cuda şer kiriye. Di rewşa herî baş de, me ji bo jineke din, li kêleka jineke din şer kir. Têkoşîna jinan di her aliyê jiyanê de ye. Dema balkon an qedehek dişûn, jin di serê xwe gelek tiştan diafirînin. Têkoşîn di xwezaya jinan de heye. Ger em bikaribin wê bikar bînin dê rê li ber gelek tiştan veke.”

‘Em dixwazin mirovên tên vê derê xwe xerîb hîs nekin’

Hasret Îpek Îlçin, îşaret bi wê yekê dike ku ew xebatên atolyeyan dike û destnîşan kir ku atolyeyên wê ji yên din cuda ne ji ber ku wan di atolyeya xwe ya biçûk de li dar dixe û wiha got: “Hilberîn, firotin û atolye hemû li vir tên kirin. Ez van çalakiyan li tu deverek din nakim. Cudahiyek din ji atolyeyên din ew e ku hûn dikarin bi tena serê xwe bên. Ez nabêjim ‘Ez ê tenê ji bo kesekî maseyek çênekim.’ Ji ber carna mirov hewce ne bi tena serê xwe tiştek bikin, dibe ku ew bixwazin. Carna mirov bi bêdengî dikin, tenê ji bo ji tiştên ku wan aciz dikin xilas bibin. Di wan deman de, ez tenê agahiyên teknîkî didim û bêdeng dimînim. Hûn dikarin di çavên mirovan de bibînin ku ew bi tiştek re di têkoşînê de ne û ew tenê li vir in ku aram bibin. An jî ger hûn tercîh dikin, li şûna ku hûn bi komek ji 20 biyaniyan re bin, hûn dikarin hilbijêrin ku atolyeyê bi hevalên xwe yên nêzîk re bikin. Hejmar ji bo me ne girîng e. Em dixwazin mirovên tên vê derê xwe biyanî hîs nekin û bi tiştek ji xwe re ji vir derkevin. Dema tên vê derê gelek bîranînan bi xwe dibin û diçin.”

Hasret Îpek Îlçin tekez dike ku jin dikarin bi keda xwe her tiştî, heta paqijiyê jî veguherînin pîşeyek û dikarin bi veguherandina her tiştê bo pîşeyek bi keda xwe jiyana xwe bidomînin û wiha bi dawî dike: “Keda jinan divê di her aliyê jiyana me de bi qîmet û bihêz be.”