Bi projeya xwe ya taybet îlham da gelek jinan
Hemda El Ebdellah ku li bajarê Dêrazorê mêşên hingivîn xwedî dike, bi çîroka jiyana xwe îlhamê dide gelek jinan. Hemda El Ebdullah bi gotina “Eger vîn û bawerî hebe tiştek ne mimkûn nîne” xîtabî jinan kir.
ZEYNEP XILÊF
Dêrazor – Hemda El Ebdellah yek ji nimûneyên îlhamê ji bo jinên li gundan e. Li hember hemû rewşên zehmet sekinî û di warê xwedîkirina mêşên hingiv de ji bo xwe riyek vekir. Bi riya hezkirina wê ji lawiran re dikarîbû projeya xwe ya taybet damezrîne û ruhê îsrara jinan derxîne holê.
Rêwîtiya wê weke hobiyekê destpê kir. Lê belê bi lez veguherî çîrokek serkeftinê û ji hemû jinan re bû nimûne. Hemda El Ebdellah yek ji jinên kantona Dêrazorê ye dikarîbû projeya xwe ya taybet bi xwedîkirina mêşên hingiv dest pê bike. Li hember hemû zehmetiyan sekinî û xwe bi pêş xist.
Derbarê destpêkirina projeya xwe de Hemda El Ebdellah got: "Hezkirina min ji vê projeyê re di dema serdana min ji bo yek ji xizmên min ên baldariyê didin xwedîkirina mêşên hingiv destpê kir. Min karê wan ê pispor û berhemdayîna wan a baş temaşe kir û ji wan fêr bûm çawa li mêşên hingiv xwedî derkevim. Paşê min pirsî nirxê her sindoqek mêşan bi çiqasî ye û hejmara mêşên lazim ji bo vê pirojeyê çiqase ye."
Hemda El Endellah wiha domand: "Şopandineke berdewam jêre pêwîst e. Divê her 20 rojan şaneyên mêşan bên kontrolkirin. Carnan mirov dibîne padîşaha mêşan çûye ji ber wê divê mirov tedbîrên ewlehiya van şaneyan bigrin û padîşahên nû bînin. Di dirêjahiya 5 salan de min kar li ser pêşxistina projeya xwe kir. Lê belê xwedîkirina mêşên hingiv ji bo min ne tenê hobiyek e. Pêwîstiya wê bi gelek baldarî heye. Pêwîstiya mêşên hingiv bi av kulîlk û jîngehek guncaw heye. Di demsala havînê de berhemdayîn û tevgera wan kêm dibe bi sedema bilindbûna pileyên germahiyê. Ev jî bandorê li tenduristî û berhemdayînê dike her wiha kêmbûna xwarinê dibe bihêle mêş ji şaneyên xwe koçber bibin."
Ruxmê gelek zehmetiyan projeya xwe bi ser xist
Hemda El Ebdellah teqez kir ku tevî hezkirina wê ya zêde ji xwedîkirina mêşên hingiv re heye, lê belê ew di gelek zehmetiyên aborî re derbas bû heta projeya xwe biser xist. Hemda El Ebdellah wiha got: “Berhemdayîn ji bo debara malbata wê ne guncaw bû. Hejmara berhemdayînê daxwaz temam nedikir. Ji ber wê yekê pêwîstiya wê bi piştgiriya madî ji bo pêşxistina projeyê û zêdebûna berhemdayînê hebû.”
Hemda El Ebdellah derbarê cureyên mêşan de diyar kir ku gelek cureyên wan ên sereke hene û wiha domand: “Ji wan mêşên hingiv ên herî navdar in di warê xwedîkirina mêşan ji bo berhemdayîna hingiv. Mêşên binpinokî jî hene di polinasyona nebatan de dibin alîkar lê belê ne jêdera hingiv in. Li kêlek wan jî mêşên bejî hene ne zêde navdar in li hin herêman tenê ji bo hingiv tên bikaranîn.”
Gelek cûreyên mêşan hene
Hemda El Ebdellah dibêje: "Xwedîkirina mêşan wareke tijî derfet in ji ber mêş hingiv û berhemên din çêdikin û hingiv gelek cureyên wan hene. Her hingivek bi tama xwe tê naskirin. Hingivê tirşî ji kulîlkên darên tirşî derdikeve. Tama wê cuda û firêş e. hingivê Bersîm hingiveke sivik û xweş e ji kulîlkên nebata bersîm tê derxistin. Hingivê seder jî heye yek ji buhatirîn û baştirîn cureyên hingivan e û ji kulîlkên dara seder tên derxistin."
‘Ji zehmetiyan netirsin, karê xwe bidomînin’
Derbarê zehmetiyên kar yên li hember wê derdikevin de Hemda El Ebdellah got: "Ev yek ji mijarên gelekî zehmet in min destpê kiriye lê belê îsrara min a serkeftinê û derxistina karînên jinan bûn sedemên serkeftina min. Ez bi hêvî me ji jinan re bibim mînak û wan teşwîq bikim derbasî vî karî bibin ji ber tiştekî ne mumkin tune ye."
Di dawiya axaftina xwe de nameyek ji tevahî jinan re şand û ev yek anî ziman: "Ji zehmetiyan netirsin. Di karê xwe li ser pirojeyên xwe yên taybet de dewam bikin. Li hember zehmetiyan teslîm nebin. Divê civak pitgiriya jinan bike ji bo xewnên xwe pêk bînin."