Bi bermahiyan berhemên hunerî çêdike

Projeya Mala min girîngiyê dide vezivrandina bermahiyên hawirdorê. Ji bo bikaranîna jêderan û avakirina derfetên kar û dahateke baş di nava vê pêvajoya krîza bêkariyê de li Xezayê yek ji derfetên kar e.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Bi xeyaleke xurt û tiliyên hunerî nûjen Xade El-Tewaşî hewl dide peykerên hunerî û balkêş ji vezivirandina bermahiyên hawirdorê çêbike û bi awayekî herî baş pêşkêş bike.

Piştî kedeke gelek mezin ji bo lêgerîna derfetên kar, derçûya koleja jimaryariyê, Xade El-Tewaşî ya 30 salî dibêje: “Bi lêgerîna çirûskek hêviyê min temenê xwe derbas kir, ji bendewariyê bêzar bûm, bêkarî her çû zêde bû. Wê demê hat bala min ez şarezahiya xwe ya ku min ji biçûkatiyê ve dikir bi pêş bixim ew jî çêkirina peykerên hunerî bi madeyên sivik bû.

Bi qutiyên vala berhemên hunerî çêkir

Xade El-Tewaşî diyar dike ku wê destpêkê qutiyên vala kom dikirin û paqij dikir piştre parçeya hunerî dîzayn dikir û li se xêz dikir û tiştên din pêdixistin dixemilandin şêweyê ku dixwest derdixist. Xade wiha didomîne: “Di qoncikekî biçûk a mala xwe de min madeyên weke cam, qutî û tiştên malan û daran kom kiribû. Ji her parçeyekî min peykerek hunerî bi fikreke estetîk û cuda çêdikir û li bazarê difirot. Cara yekem ez beşdarî pêşangeha Meraya ya Filistînî bûm. Di sala 2018’an de, min hemû berhemên xwe yên du salan pêşkêş kirin.”

Li ser torên civakî berhemên xwe pêşkêş kir

Projeya xwe ya taybet bi navê Mala min di sala 2017’an de xist pratîkê û li ser torên civakê nîşan da. Der barê wê de jî dibêje: “Zibonên min kêm bûn ji ber ku ev fikrek di jiyanê de ne bingehîn e, bi demê re min reklama berhemên xwe bi pereyan kir. Zibonên min zêde bûn. Di sala 2021’ê de ez tevli pêşangehên kar ên jinên Filistînî jî bûm.”

‘Jin dikarin gelek tişên kevin binirxînin û veguherînin berhemên hunerî’

Der barê rola jinan li pêş guhertinên avhewayê de jî dibêje: “Jin dikarin guhertinek erênî di hawirdorê de çêbikin û gelek bermahiyan binirxînin, vezivirînin berhem û karên hunerî bi fikir û şêweyên cuda.”

Astengiyên derketine pêş wê jî wiha diyar dike: “Nebûna madeyên xam ji ber girtina dergehan û bihayê tiştan bilind bûye yek ji astengiyên herî zêde li pêş min bûn. Dema madeyan ji derve jî bînî buhayê wan zêde dibe. Tevî wê jî gelek kes hene bi hezkirin berheman ji xwe re dikirin. Ez dikaribûm berhemên xwe derxim Aman, Qudis û Dîfaya Xerbî jî.”

Xade El-Tewaşî destnîşan dike ku ew hêvî dike pêşengehek taybet bi xwe çêbike tê de komek pêşengên karan ên jin hebin, xeta berhemkariyê berfireh bikin bigihîjînin heta derveyî welat.