Bi kafeya ku li Xurmalê vekiriye debara xwe dike

Kazîwe Şahû ya ji zanîngehê derçû lê tayîn nebû li Xurmalê bi kafeya ku ji bo ciwan û bi taybet ji bo jinên ciwan vekiriye debara xwe dike. Kazîwe Şahû diyar kir ku hemû ciwan ji bo demek baş derbas bikin berê xwe didin kafeyê.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce – Li herêma federe ya Kurdistanê jinên ku zanîngeh temamkirine û tayîn nebûne hewl didin di karên cûda de cih bigrin û hewl didin debara xwe bikin. Bajarokê Xurmal jî yek ji wan navçeyan e ji bo jinan derfetên karkirinê kêmtir e. Li bajarokê hejmarek kêm jin di karan de cih digrin û gavan ji bo beşdarîbûna di aliyê kar û aliyên din yên jiyanê de davêjin. Li Xurmal heta niha ji bo ciwan û jinên ciwan kafeyek nebû ku  bikarin demê xwe tê de derbas bikin.

Jina ciwan Kazîwe Şahû cara yekem li Xurmal gavek avêt kafeya bi navê ‘Kazî Kafe’ vekir, da ku ciwan û jinên ciwan bikarin biçin û demê xwe bi keyfxweşî derbas bikin.

Xwediyê kafe Kazîwe Şahû ji Hewremane li Xurmal jiyan dike û derbarê fikrê vekirina kafeyek ji bo ciwanan de wiha got: “Dema ku ez li zanîngehê bûm û cihek ji bo jinên ciwan bi keyfxweşî demê xwe lê derbas bikin nebû. Min jî dî wê demê de di fikirî ku cihek ji bo jinên ciwan vekim da ku bikarin demê xwe lê derbas bikin.”

Projeya Lala Gelale ji bo Kazîwe alîkarî kom kir û xerca projeyê dezgehek girt ser milê xwe û derbarê destpêkirina kar de wiha got: “Dema min destpêkê dest bi kar kir, min difikirî ku wê ji bo Xurmal bibe cihek balkêş. Lê belê piştre xelkê piştgiriya min kir, rojane xelk berê xwe didin vê derê. Ev jî hişt kuku ez karê xwe berdewam bikin. Ji ber di dîroka Xurmal de ez jina yekem im ku min ji bo ciwan û jinên ciwan kafeyek vekirî.”

Kazîwe Şahû da zanîn ku ji bo gihana her astek ya jiyanê zehmetî hene û got: “Her karê ku mirov jê re hewl dide westena wê heye. Ji bo vê kafeye jî min gelek hewl da û ez gelek westiyam, heta ez giham vê astê. Tu karek bê westan nabe.”