‘Bi hezkirina xwezayê em dikarin jiyanê bedew bikin’

Fatime Mehmûd a ji bajarê Qamişloyê ye û di mala xwe de hemû cureyên kulîlkan çandine, dibêje “Bi hezkirina xwezayê em dikarin jiyanê bedew bikin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Fatime Mehmûd a 50 salî ku li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, di mala xwe de gelek cureyên şitilan hene bi dest û keda xwe çandine û hezkirina xwe ji kulîlkên xwe re nîşan dide. Li aliyê din di nav Kongra Star de têkoşîna xwe didomîne. Fatime Mehmûd bi qasî ji xwezayê hez dike wisa jî ji xebatên xwe yên rêxistinkirina jinan hez dike. Ji bo naskirina dayika Fatime Mehmûd me serdana mala wê kir û li serpêhatiya wê guhdarî kir.

‘Girêdana min bi çîçekan re mîna ya dayikê bi zarokên wê re ye’

Fatime Mehmûd behsa hezkirina xwe ya ji karê çandiyê re kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji zaroktiya xwe ve ez ji karê çandiniyê hez dikim ji ber ku li ber çandina kulîkan û xwezayê mezin bûme. Yanî çîçekek li ku hebe ez dixwazim bînim di mala xwe de biçînim. Girêdana min bi çîçekan re mîna ya dayikê bi zarokên wê re ye. Destpêkê ez ji kar berê xwe didim malê berî derbasî hundir bibim li rewşa çîkekên xwe mêze dikim av didim û paqij dikim. Ez hemû cureyên kulîlkan navê wan û dema çandina wan dizanim. Li ku derê qutiyeke vala bibînim, tînim kulîlkek tê de diçînim. Hemû rengên kûlîilkan diecibînim û dilê min her dem ji wan hez dike. Ez rehetiya derûniya xwe bi kulîlkan re dibînim û demên xwe hemû li hewşê diborînim. Dema heval û cîranên min derbasî hewşa min dibin matmayî dimînin çawa ez ewqas pê re digihîjim bi ewqas çîçekan re mijûl dibim. Ez bi hezkirina xwe ya ji kulîlkan re rast im ji bo wê her berhemên wê bedew û geş in. Destê min li kîjan axê bikeve, li wir çîçek tên çandin û jiyan nû dest pê dike.”

‘Ji bo çandina kulîlkan xwedî fikrên afrîner im

Fatime Mehmûd bal kişand ser fikrên xwe yên der barê çandina çîçekan de û wiha domand: “Ez li ku çîçekan dibînim tînim li malê diçînim, ji bilî wê fikrên cihê çandinê jî bi min re diafirin. Di mala min de dema hûn mêze bikin ji axê heya ezman çîçek û xweza heye. Pir caran hin qutîk û amûr hene dibin ên avêtinê, ez wan amûran navêjim vediguherînim cihê şitlandinê û çîkekan tê de diçînim. Heya ez ji cîranên xwe re diçînim, hemû dibêjin tenê bi destên te çîçek xweş û mezin dibin. Pir caran wisa zarokên min û hevalên min henekan bi min dikin dibêjin te tu dever bê çîçek nehiştiye. Ez dibêjim çîçek li ku şîn bibe ew der xweşik e. Asoyên afirîneriyên min fireh in û her çîçekek cihê wê heye. Dendikên çandiniyê jî hemû ji malê ne, yanî ez dendikên çîçekan her sal ji sala borî radikim. Di meha Adarê de karê min ê çandiniyê dest pê dike heya zivistanê, her çîçekek di dema xwe de tê çandin. Hez dikim hemû derdora min xweza be.”

‘Em dikarin jiyana xweş û bedew ava bikin’

Fatime Mehmûd karê xwe yê rêxistinkirina jinan anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez niha weke berdevka Kongra Star a taxa Cûdî dixebitim. Weke xebatên rêxistnkirina jinan ez hemû erkên li ser milên xwe pêk tînim û li derve jî bi hemû hezkirin jinan li derdora xwe kom dikim. Pêwîst e mirov hemû hezkirinên xwe bike xizmeta karê xwe. Pir caran li ser baldariya li xwezayê jî em jinan şiyar dikin, ji ber ku di rastiya jinan de çanda parêzvaniya xwezayê heye. Bi hêviya ku hemû jin ji ax û xwezayê hez bikin, bi vê hezkirinê em dikarin jiyana xweş û bedew ava bikin.”