Bi ‘Firina Jinê’ ji bo jinan derfetê kar ava dike

Janan Hayek a ku ji ber krîza aborî ya li Libnanê tê jiyîn dev jî karê bankayê berdide li bajarokê Bîkfayayê bi vekirina ‘Firina Jinê’ ji gelek jina re derfetê kar ava dike.

SUZAN EBU SAİD

Beyrûd - Li welatên Rojhilata Navîn ku ji ber polîtîkayên şer roj bi roj krîza aboriyê kûrtir dibe, gelek sektorên kar hatin asta tinebûnê. Di sektorên ku polîtîkayên neo-lîberal tê pêş xistin tengaviyek tê jiyîn û gelek karmend ji kar derxistin. Janan Hayek a ku li Beyrûdê dijî yek ji wan kesane ku neçar ma ji bankaya ku 28 sal tê de dixebitî derkeve. Janan Hayek dema ku ji karê xwe derket ji bo ku li hemberî krîza aborî li ser lingan bimîne di meha Tebaxa 2021’an de li bajaroka Bîkfayayê ya girêdayî navçeya Matnê firina bi navê "Al-Niswan Bakery" (Firina Jinê) vekir.

‘Krîza aborî her tişt guhert’

Janan Hayek di destpêka axaftina xwe de sedema avakirina projeyê anî ser ziman û wiha got: “Berê min 28 sal di sektora bankayê de xebat da meşandin lê ji ber krîza aborî ez neçar mam ji kar derkevim. Dema min dev ji bankayê berda bi kurê xwe re di zaningehê de di mijara peyaneriyê de gelek perwerde dît. Dema şev perwerdeyên min xelas bû êdî min karibû firinê vekim. Ev fikir hama bêje amade bû. Ez difikîm ku vî karî piştî teqawîdê bihêlim lê krîza aborî her tişt guhert. Karê me pir wext û sebir dizwaze. Ev proje bala gelek medya û mirovan kişand. Bi rêya medyayê karê min hîn bêhtir hat nasîn û ecibandin.”

‘Armanca min şikandina qaliban e’

Janan Hayek got ku ji bo amadekariya firinê wê alîkarî ji sêwirana hundirîn Soha Attia girtiye, û wê di kêmtirî sê mehan de ragihînin û bixebitînin Janan Hayek wiha berdevam kir: “Ji ber serkeftina firinê ez difikirim ku hîn mezintir bikim. Di demek kin de balkişand û xwestek zêde bûn. Min navê firinê kir “Firina Jinê”. Armanca min gotina ‘jin pir diaxivin kêm kar dikin’ şikandin e. Me xwest em nîşan bidin ku dema derfatê jinan çêdibe bê ka çawa karên baş derdixînin nîşan bidin. Jin di hişmendiya mêrsalar de rastî cudakariyê tên.”

'Bi taybetî ez dixwazim jinên pîr bixebitin'

Janan Hayek li ser zehmetiyên projeya wan wiha got: "Ez hewl didim jinên Libnanî bikişînim ser kar, lê hinek ji wan vî karî li gorî xwe nabînin. Lê di dawiyê de min karî hinekan ji wan razî bikim. Karê me mîna karê çandiniyê westandina bedenî nîne, lê di destpêkê de min zehmetî di dîtina karmendên jin ên Libnanî de dikşand. Bi taybetî ji bo jinên temen mezin. Armanca yekem ew e ku ji bo hemû jinan derfetên kar bên afirandin û wan ji bo çêkirina projeyan teşwîq bikin û bi projeyên biçûk bikevin bazara kar û ezmûnan bi dest bixin."

Janan Hayek destnîşan kir ku her çend li herêmê gelek firin hene jî, berhemên wê yên nan tên tercîhkirin û wiha got: “Firna me ji bo gelek mişteriyan cihê nan e. Em di demên taybetî de fermanên mezin digirin. Cihê me ji bo mehên havîn û zivistanê guncav e. Em hewl didin ku ji bo zivistanê jîngehên guncawtir peyda bikin. Her wiha projeyên cuda hene ku ez li ser dixebitim. Proje di heman demê de teşwîqê zêdekirina hilberîna çandiniyê ya herêmî jî dike. Ez qawarma (ji rûn û goşt tê çêkirin) û ji bo manakişê jî tiriya herêmî ji çavkaniyek herêmî dikirim. Ez niştecihên bajêr teşwîq dikim ku di bin şert û mercên normal de hilberînin da ku her kes bigihîje xwarina paqij."

Îlhamê dide karmendan

Samîra Eşkar a ku 6 meh in li firinê dixebitî jî got: "Ez ji bajarokê Beyt Şebabê têm û sebzeyan amade dikim. Bi xebata xwe ya li vir ez serxwebûna xwe ya aborî bi dest dixim."

Laure Dorcas, ku du hefte berê dest bi xebatê kiriye got: "Xebatê ya li vir ew qas xweş e ku gava ez vegeriyam Kenyayê, ramana vekirina heman projeyê hat bîra min."

Margaret Galzon a ji Kenyayê jî got: "Min sê hefte berê dest bi xebatê kir û ez gelekî kêfxweş im. Hêvîdar im ku li Kenyayê li ser projeyek wiha bixebitim. Em di atmosfereke tije hezkirin û hevkariyê de hilberînê dikin."

Her tiştê ku ew amade dike pir taybet e

Ji mişteriyên firinê Marîan Eîd jî wiha got: “Ez ji roja vekirina firinê têm vir. Berê jî Janan Hayek nas dikim. Ew bi comerdî, tolerans û baldar e. Ew li ser her tiştî heta hûrgelên piçûk difikire. Her tiştê ku ew amade dike pir taybet e. Xwarinên ku ew amade dike li firinên din nayên dîtin. Ew gelek xwarinên kevneşopî yên Libnanî amade dike. Ez li vir bi gelek xelkên gund nas dikim, ji ber cihê wê yê xweş û bêdeng, dûrî dengan, em bi wan re ramanan diguherin û sohbet dikin."