Bi enerjiya rojê hewl dide pirsgirêka cereyanê çareser bike

Merwa El-Urfî dema ku rewşa welat a di warê qutbûna cereyanê de ku bi demjimêrên didomiyan dît, nemaze di dema havînê de û neçarmayîna bikaranîna jeneratoran ji bo peydakirina cerayanê, dest bi projeya enerjiya rojê kir.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bingazî – Merwa Mihemed El-Urfî ji bo ku di karûbarên taybet de ji destên zilam û tacîza wî xilas bibe, ji xwe re li karekî teybet geriya da ku bi hêvhê li pêşrojê binêre û bikaribe bi xweseriya xwe bijî. Ew dixwaze ku di enerjiya rojê de afrîneriyê bike. Merwa di sala 2020’an de li Bingaziyê kampanyaya enerjiya baş û bikêrhatî da destpêkirin û di nava salek de gelek serkeftî bû. Wê di wî warî de têkiliyên xwe bi pêş xist. 
Merwa El-Urfî ku sala 2016’an ji Beşa Wêjeya Engilîzî ji Zanîngeha Bingaziyê mezûn bû, piştî tecrubeyên cur be cur di kapmanyaiyên taybet de berê xwe da sazkirina kampanyaya xwe ya taybet a enerjiya rojê.
Tacîza ji aliyê rêveberan ve û bêdengiya li dijî wê
Merwa Urfî der barê sazkirina karê xwe yê taybet de dibêje ku li Lîbyayê ji aliyê mêr ve şerekî mezin li dijî jinan tê kirin, bo ku jinan têk bibin tacîz dikin û wê tengezar dikin da ku jin dev ji kar berdin.
Gelek jin hene ku di kar de ji aliyê rêveberan ve tên tacîzkirin, ew ji ber tirsa civaka Lîbyayê her bêdeng mane, vê yekê jî hişt ku dev ji kar berdin.
Merwa Urfî piştrast dike ku bi destxistina kar li Lîbyayê gelekî zehmet bûye, ango yan dê ew jin dev ji xwe berdin ji bo ku karekî ji xwe re bibînin an jî divê ku wesîleyeke wê ya bi hêz hebe û destnîşan dike ku ger derfetek ji jinan re di hemû waran de çêbibe dê gelek ji mêr baştir û di karê xwe de pêşketîtir bin.
Piraniya kesên ku bi cereyanê dimrin jin û zarok in
Merwa El-Urfî dema ku rewşa welat a di warê qutbûna cereyanê de bi demjimêrên dirêj dît, nemaze di dema havînê de û bikaranîna jeneratoran ji bo peydakirina cerayanê, wê dest bi fikirandina vê projeyê kir.
Der barê ziyanên bikaranîna jeneratorên cereyanê de Merwa Urfî, bal dikşîne ser xalek girîng û diyar dike ku rêjeya ji % 2 ji mirina li Lîbyayê di heyama borî de ji ber jeneratorê bûn û piraniya qurbaniyan jin û zarok bûn û got: “Jeneratorên kehrebeyê ji bilî dengê ku derdixin bandoreke mezin li ser nefesa mirovan dikin, ji ber vê ez ji her kesê re pêşniyar dikim ku berê xwe bidin enerjiya rojê.”
Der barê projeya xwe de jî wiha axivî: “Min serî li vê veberhênana di vî warî de da ji ber ku ew pir bi ewle û bi teseruf e. Em welatê rojê ne divê em jê veberhênan bikin. Welatên Ewropayê hene ku dixwazin li Lîbyayê veberhênan bikin û ji vê enerjiya nûveger sûd werbigirin.”
Yekem proje li odeya bazirganî û pîşesaziyê çêbû
Merwa El-Urfî diyar dike ku projeya wê ya yekem ku di odeya Pîşesazî û Bazirganiyê de li Bingaziyê wekî çalakiyek aborî di warê enerjiya nûveger de hatiye tomarkirin. Kişandina wê ya malê de zêde bi mesref nin e, dikare di navbera 10-15 salan de bidome, bi vî awayî ew ji jeneratoran baştir e.
Li ser hişyariya mirovan ji bo bikaranîna vê enerjiyê jî dibêje; “Civaka Lîbyayê hîn jî hewceyî hişyariyê ye ji bo ku enerjiya rojê bi kar bîne, her kes texmîn dike ku ew gelekî buha ye lê di rastiyê de ji jeneratoran erzantir e.
Bavê min piştevanê min û çakaniya hêza min e
Der barê piştevaniya ku bûye sedem ew wê ezmûna mezin derbas bike, Merwa El-Urfî dibêje; "Bavê min piştevanê min ê herî mezin bû, ji ber ku wî piştgirî da min, ez vê projeyê dest pê bikim. Me du salan lêkolîn kir û proje bi ser ket, bavê min hevparê min û çavkaniya hêza min e.”
Merwa El-Urfî ya ku ji sifirê dest pê kir êdî karê wê digihîje başûrê Lîbyayê. Wê alîkarî ji bo ronîkirina Kornêşa bajarên xwe Derna û Bingazî stend. Ew dixwaze hilberîn û çêkirina panelên tavê li Lîbyayê bike. Li gorî ew dibêje, qûma çola Lîbyayê madeyek xav a bikêrhatî ye ji bo çêkirina cama panela rojê bi kêr tê. Merwa difikire ku kargeheke taybet bo xwe veke.
Armancên Merwa El-Urfî bê sînor in, ji ber ku ew dixwaze li Lîbyayê kampanyaya xwe bike yek ji mezintirîn kampanyayên di vî warî de û hewl dide ku bibe yek ji pêşengên Lîbyayê ya piştgiriya mirovan dike da ku enerjiya tavê bi kar bîbin.