Bi dirûtinê debara xwe dike: Dixwazim fêrî jinan bikim

Xanim Elî ya ji kantona Kobanê ya herêma Firatê li dikana ku vekiriye karê dirûtinê dike, destnîşan kir ku karê fêr bûye dixwaze hînê gelek jinan bike da ku di warê aborî de bikaribin debara xwe bikin.

BEYDA OSMAN

Kobanê - Xanim Elî ya ku karê dirûtinê dike, di temenê 30 salî de li kolana 48 a kantona Kobanê ya herema Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dikana dirûtinê vekiriye û kar dike. Xanim her cureyê  kirasan didirû, weke kiras, melût, xeftan û xercên destan didirû. Çanda civaka xwe ya gelerî bi riya dirûtinê diparêze û debara xwe ya malê dike.     

‘Tevî zehmetiyan jî ji karê xwe hez dikim’

 Xanim Elî ya ku sal in karê dirûtinê dike der barê karê dirûtinê yê ku li dikana vekiriye dike dibêje: "Dema ku mirov ji karekî hez neke tu serkeftinê bi dest naxe. Hezkirina min a ji karê dirûtinê re bû sedem ku ez xwe tê de bi pêş bixim. Hemû cureyên kirasan didûrim weke kiras malût, xeftan û xercên destan hwd. li cem me tên dirûtin. Teşeyên dirûtinê li gel me gelek in. Em li gorî daxwazên jinan kar dikin pir caran min li ser cureyên cilan ên heyî  xwe fêrî modelan kir û dirût. Gelek caran min zehmetiyan jî kişand. Ji ber ku hem xwedî mal im hem jî kar dikim. Lê tevî hemû zor û zehmetiyên ku ez dikşînim dîsa jî ji kare xwe hez dikim."

'Kêmbûna kehrebeyê bandorê li karê me dike'

Xanim Elî bal kişand nebûna kerabeyê ku çavkaniya xwe ji aliyê dewleta Tirk ve qûtkirina ava Firatê digre û diyar kir ku ne ji kêmbûna kehrebeyê bûya wê karê xwe baştir bikira. Xanim Elî anî ziman ku ew du kes bi hev re karê dirûtinê dikin û zehmetiyên ku ji ber nebûna kerabeyê dikişînin wiha got: "Ez û keça birayê xwe bi hev re vî karî dikin. Dema ku kehrebe hebû me nêzî 12 kiras didirûtin lê kêmbûna ava Firatê bandorê li ser kehrebeyê jî dike. Di heman demê de jî li ser me bandora xwe çêdike. Ji ber ku hemû karê me bi kehrebeyê tê meşandin. Kembûna kehrebeyê di aliyê aborî de jî bandora xwe li ser me û gel dike. Ez ji seat 8’ê sibehê heya 7 êvarê kar dikim û dikana xwe digrim. Li aliyê din jî ji ber bihabûna tiştan em nikarin baş karê xwe bikin. Bi giştî hemû kar û xebatên ku tên meşandin zehmetiyên wan hene."

'Tiştê ku ez fêr bûme dixwazim li ber kesên din jî hîn bikim’

Xanim Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di vê rewşa zehmet de  tenê dirûtin ne bes e û dixwazim dest bi perwerdeya dirûtinê bikim, jinên ku dixwazin kar bikin fêr bikim. Hem ji bo min jî di aliyê kar de pêşxistin baş dibe hem jî li gel wê jinan jî fer dikim. Tiştê ku ez fêr bûme, dixwazim hînî kesan bikim. Ez naxwazim tu jin bê kar be û tenê zarokan xwedî bike.  Banga min ji bo jinên ku ji xebatê hez dikin ew e ku li malê rûnenên û xwe fêrî hemû karên ku dixwazin bikin ji ber ku di vê demê de ji bo jinan kar gelek girîng e û divê bi xwe bikaribin debara xwe di warê aborî de bikin."