Bi dewreyên perwerdeyê gelek kes hînî dirûtinê kir

Jinek ciwan a xelkê Kelarê, piştî temamkirina xwendina xwe dest bi dirûtina cilan kir û bi vekirina dewreyên perwerdeyê, dirûtinê fêrê mêran jî dike.

Germiyan- Sîver Reşîd Elî jinek ciwan a 28 salî ye xelkê Kelarê ye, piştî temamkirina xwendina xwe dest bi karê dirûtina cilan kir û bi pêşketina karê xwe re navendeke dirûtina cilan ji bo xwe vekir. Ji bo kesên ku bixwazin fêrî dirûtina cilan bibin, dewreyên perwerdeya fêrbûna dirûtinê vedike. Heta niha gelek dewreyên perwerdeyê vekirine û niha jî dewreyek fêrbûna dirûtinê ji bo mêran vekiriye.

Sîver Reşîd Elî, der barê vekirina dewreya fêrbûna dirûtina cilan de ji ajansa me ra axivî û got: “Min destpêkê bi karên biçûk ên dirûtinê dest pê kir û min her dem hez dikir zêdetir fêr bibim. Piştî westandinek zêde ez beşdarî dewreyên cuda yên dirûtinê bûm, ez dikaribûm navendek taybet a dirûtina cilan vekim û bi xwe serpereştiya wê dikim.”

“13 sal in karên dirûtinê dikim”

Sîver diyar kir ku ji zarokatiyê ve hezkirina wê ji bo dirûtinê hebûye, her dem dixwest tiştek cuda biceribîne ji bo ku bi xwe bikaribe kar bike û wiha got: “Ev 13 sal in karê dirûtinê dikim û nêzî du salan e bûme rêvebera navenda xwe ya bi navê Sîver. Rojane 8, heta 10 saetan kar dikim. Ez dewreyên taybet vedikim û mêr jî beşdarî dewreyên dirûtina cilan dibin. Ew jin û mêrên ku beşdarî dewreyên fêrbûna dirûtinê dibin, gelek jê sûdê dibînin û gelek kes jî bûne xwedî karên xwe. Beşdarbûna mêran a dewreya dirûtinê ne hêsan e, ji aliyê derdorê ve ez rastî gelek rexneyan hatim ji ber ku min dewreya dirûtinê ji bo mêran vekiriye û ji min re dibêjin navenda te taybet e ji bo cilên jinan û nabe ku mêr beşdar bibin. Lê belê min guhên xwe neda rexneyan û karê xwe berdewam dikim. Dahata jiyana min tenê li ser vî karî ye, ez gelek bi karê xwe kêfxeweş im, ez di wê hêviyê de me ku hemû jinên ciwan girîngî bidin hêza xwe û bikaribin xwe li ser lingên xwe bigrin, bibin xwedî îrade.”

Ravyar Mehemed yek ji wan ciwanên ku beşdarî dewreya fêrbûna dirûtina cilan bûye û niha bi xwe karê xwe dike wiha got: “Ez li navenda Sîver beşdarî dewreya dirûtina cilan bûm û fêr bûm, ji ber wê ez niha xwedî karê xwe me, ez spasiya mamoste Sîver dikim.”