“Bi destên jinan dê jiyana li Şengalê xweştir bibe”

Delal Hesen a li gundê Behrava dijî û karên çandinyê dike bang li hemû Şengaliyan dike ku vegerin ser axa xwe bi taybet jî yên li Başûrê Kurdistanê di bin zexta PDK’ê de ne.

EVÎN ZENDA

Şengal-Ruxmê hemû hewldanên koçberkirina Êzidiyan ji Şengalê û meşandina şerê taybet bi armanca dûrxistina Êzidiyan ji bîr û baweriya wan, Êzidiyên Şengalê bi taybetî jî jinên Êzidî bi axa xwe ve girêdayî ne û dibêjin ku ji derveyê vê axê cihekî me nîn e. Jinên Êzidî li Şengalê jiyana xwe bi keda xwe ava dikin. bi keda destên jinên Êzidî Şengal ji nu de ava dibe.

Delal Hisên bi xwe ji gundê Behrava ye. Lê di fermana 2014’an de li gundê Xanesorê bûye, Delal nikaribû ji gundê xwe dûr bimîne lewma berê xwe da gundê xwe. Ji bo jiyana bi rûmet bi keda xwe jiyana xwe ava kir. Delal wiha dibêje: “Jiyana me li Şengalê xweş e. Em bi keda destên xwe dijîn. Li Şengalê jiyan her sal ji ya berê wê xweşiktir dibe. Ev 2 sal in Me xeyaran çendiye, hinek pezên me hene em xwedî dikin, em ji vê razî ne ji ber ku em li se axa xwe ne.”

“Şengal dê bi kedê xweşik bibe”

Delal da zanîn ku Şengal ecnax bi keda xwediyên xwe ava bibe û got: “Êzidyên ku li kampa Başûrê Kurdistanê dijîn dibêjin ku Şengal nexweş e, kar tê de tune ye. Ev tişt ne rast e. Mirov li ku bijî dê bi keda destên xwe jiyana xwe ava bike. Tu nikarî li benda kesek bimînî ji bo ji tere kar bike. Tuyê bi xwe ji bo xwe kar bikî. Li Şengalê wiha ye. Eger em kar nekin û ked nedin kesekî ji bo me nake. Lazim e Êzidî êdî dev ji bazdanê berdin û neçin axa kesên din. Ev axa me ye. 4 malên me hebûn her 4 mal jî hatin hilweşandin ji aliya DAIŞ’ê ve lê ruxmî vê me axa xwe berneda.

“Axa me mala me ye”

Delal dibêje ku ew gelek ji karên çandina xeyaran hez dike û wiha qala karên xwe dike: “Ez û hevjînê xwe û keça xwe me dest bi vî karî kir. Em tenê danê sibehê zû xeyaran kom dikin. Em pelên wan qut dikin ji bo ji nexweşiyan biparêzin. Ev kar zehmet e lê dîsa jî em ji xwe re hêsan dikin û nakin derd. Çiqas zehmet be jî axa me ye, mala me ye û karê me ye.”

Delal Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Êzidiyên ku li kampên Başûrê Kurdistanê dijîn kir ku vegerin ser axa xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger ne îro be wê sibê be, eger ne sibê be wê salekî din be wê her vegerin. Çiqas zû vegerin wê ji bo wan baştir be. Bila zexta li ser xwe qebûl nekin. Êzidî ne ew kes in ku serê xwe bitewînin. Em civakeke ku bi berxwedaniya xwe heya roja îro hatine û em ê her hebin jî.”