Bi 8 keçên xwe re 20 sal in nanê tenûrê çêdike

Nevîn Akgunduz bi nanpêjxaneya ku 20 sal berê bi 8 keçên xwe re vekir û dest bi kar kir hem debara xwe dike, hem jî zextên civakî şikand. Nevîn her çiqas îro ji ber qeyrana aborî wekî berê nikare kar bike jî ji bo jinan dibe hêvî.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Nevîn Akgunduz a li navçeya Pîrana Amedê bi nanpêjxaneya ku 20 sal berê vekir, debara xwe dike. Nevîn Akgunduz dikanekî ku berê kadîn bû, bi 8 keçên xwe re veguherand nanpêjxaneyê, dibêje ku di salên ku wê dikanê vekiriye de tevlibûna jinan a jiyana kar ji aliyê civakê ve xweş nedihat dîtin. Nevîna ku hemû zextên civakî şikand, li navçeyê ji bo jin tevli jiyana xebatê bibin, bû mînak. Deriyê nanpêjxaneya Nevînê ji hemû jinan re vekir. Jinên ku hevîrê xwe li malê xwe çêdikin dikarin werin li vir bipijînin. 20 sal in bi derbaskirina gelek zehmetiyan xwe li ser piyan digre, di roja me ya îro de di bin bandora qeyrana aborî de ye. Nevîn Akgunduz da zanîn ku ji ber bihabûna dar û ar, hilberîn li gorî berê kêm bûye.

'Divê jin hewceyê mêran nebin'

Nevîn Akgunduz got ku dema nanpêjxaneyê vekiriye mirovan bi çavekî cuda lê dikirin û karê wê di rojên destpêke de ne gelek baş bû, anî ziman ku bi piştgiriya zarokên xwe jî hatiye heta roja îro. Nevîn Akgunduz wiha got: “8 keçên min hebûn û keçên min nikaribûn li derve bixebitin. Min xwest vê rewşê biguherînim loma min nanpêjxaneyê vekir. 20 sal in ez bi keçên xwe re di vê nanpêjxaneyê de dixebitim û bi vî awayî debara xwe dikin. Keçên min zewicandîne lê hê jî alîkariya min dikin. Em bi hev re hildiberînin û bi hev re qezenc dikin. Ez nabêjim bila hemû jin bibin nanpêjvan lê bila ji bo xwe hemû tiştî bikin û hewl bidin. Bila bêyî li benda piştgiriya kesek bimînin, debara xwe misoger bikin. Bila ne hewceyê mêran bin û ne jî yê hevjînên xwe.”

‘Bi demê re nêrîna mirovan guherî’

Nevîn Akgunduz, diyar kir ku dema nû nanpêjxane vekiriye, mirovan bi çavekî ecêb lê dinêrîn û wiha got: "Demên ewil digotin ‘çi karê jinan di nanpêjxaneyê de heye.’ Lê ji vê demê heta niha gelek tişt hatin guhertin. Min dev ji karê xwe berneda, wan dev ji fikrên xwe berdan.”

'Qeyranê bihayê daran zêde kir'

Nevîn Akgunduz herî dawî bal kişand ser qeyrana aborî ya heyî, anî ziman ku qeyranê pir bandor li wan kiriye û ji ber bihabûna daran, li gorî berê kêmtir nan çêdike. Nevîn Akgunduz bi van gotinan zehmetiyên dijî vegot: “Berê mirovan hin zêdetir hevîr dianîn dihatin cem me û zêdetir nan dipijandin. Lê niha qeyrana aborî hem bandorê li wan û hem jî li me kir. Zêdebûna bihayê dar û ard bandorê li hemû nanpêjvanan dike. Berê karê min çêtir bû, ji niha zêdetir jin dihatin û nan dipijandin. Lê ji ber zêdebûna daran nikarim wekî berê nanpêjxaneye xwe bixebitînim. Jin jixwe ji qeyranê bi bandor dibin. Mirov di her warî de pir perîşan in. Hin mirov nikarin nan jî bikirin, dema dikirin jî êdî bi jimartin û baldarbûnê dikirin.”