Beybûn Sweet bi rengê jinan keda jinan nîşan dide

Sakar Kerîm nêzî 14 salan e di malê de û 2 sal in jî bi riya online kar dike, niha li Helepçeyê kafeyek ji bo xwe vekiriye ku jin lê kom dibin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Karkirina jinan li Helepçeya Başûrê Kurdıstanê zêde bûye, jinên kedkar karên xwe yên salane dixin meriyetê û hewl didin bibin xwedî karên xwe û derfetên kar ji bo jinên din ava bikin. Sakar Kerîm yek ji mînakan e di nava mala xwe de ev nêzî çarde salan e kar dike û du sal in jî bi awayek online karê çêkirina şirîniyê dike û di nava xelkê de hatiye naskirin, niha jî ji bo jinan kafeteryayek vekiriye.

Sakar Kerîm jinek ciwan a xelkê Helepçeyê ye û biryar da kafeteryayek ya bi navê Beybûn Sweet veke, şirîniyan di kafeteryaya xwe de çêdike, hemwelatî jê hez dikin. Sakar her çendî beşa çandiniyê temam kiribe jî ji ber hezkirina wê ya ji bo çêkirina şîrîniyan zêdetir bû der barê vekirina kafeteryaya xwe de wiha got: “Piştî ku xwesteka xelkê li ser şirîniyên min zêde bû, min biryar da cihekî ji xwe re vekim ku teybet be karê xwe bikim û erkên li ser milên malê kêmtir bikim. Niha min demek zêdetir ji bo karê xwe veqetandiye û bi vî awayî baştir e.”

“Barê kafeteryayê giran e lê bi kêf e”

Sakar diyar kir ku westandin di hemû karan de heye nabe sedem ku kar berdewam nebe û wiha got: “Ji bo min gelek baş e ez li vê derê me û min derfetên kar ji bo gelek kesan ava kiriye, niha her çendî ez di destpêka karkirinê de bim jî dikaribûme du jinan bixim kar û di demên li pêş de jî hîn zêdetir cureyên şîrîniyan çêbikim, derfetên kar ji bo jinan ava bikim. Daxwaza min ji jinan ew e ku netirsin û pêngavan biavêjin, destpêkirin asan e û bixwebawerî dibe cihê kêfxweşiyê.”