Bazara berhemê jina
Bazara berhemên jinan, bazara xwedîderketina li keda jinê ye, cihê hêz, bawerî, tifaq, alîkariya bi ruhê hevpar, bedewî, kombûn û xweserbûna aboriya jinan e.
ROJ HOZAN
Qamişlo- Mirovahî bi pergala nirxên civakbûnê li derdora jinan pêş ketiye û lêgerînên di qada aboriyê de bi keda jinan xwe daye der. Ji bo pirsgirêkên aborî yên di civakê de, jin di pêşvebirina çareseriyê de her tim rênîşanerên pêwîst in û bi pêşengiya jinan aborî hilberiya ye. Hestên berpirsyariyê û têkilyên jinan bi kedê re her zindî ne. Pêşveçûna aboriyê yek ji parçeyên pêwîst ên jiyana civakî ye û geşebûna bazarên aboriya xweseriya jinan bêhtir rê li ber xwebirêxistinkirina jinan, lêgerîn û mayindekirina keda wan vedike. Di şêwegirtina bazarê de jin zêde rolê dilîzin, ji ber ku ruhê komînalbûnê di kesayet, hest û danûstandinên jinan de heye. Jin di cewherê xwe de nikarin bê dayîna ked û jiyanê bijîn xwezaya jinan wiha wê pênase dike.
Pergala kedxwarî û serweriyê xwe li ser jinan ferz dikir, bi destgirtina keda jinan a çêker, xwestin wê mecbûrî koletiyê bikin da jin nebin xwedî pergaleke xweser û di aliyê aboriyê de her destên xwe li ber wan vekin. Keda jinên cotkar, şivan, pîşekar û berhemdêr biçûk didîtin û dikirin malê desthilatdariya xwe bi vî awayî têkiliyên jin û civakê jî ji hev dûr xistin. Di naveroka xwe de mijara xwarina keda jinan mijareke kûr û dirêj e lê di rastiya xwe de jiyana komînal, piştgirî, parvekarî û hilberîn, tim di navbera jinan de heye. Teşiyên hilberîna jiyanê bi destên jinan hatine rêsandin û dîrok jî şahide van rastiyan e. Hêzên hegemon bi hedefgirtina aboriya jinan re, jiyan kirine qadên berjewendiyan û civak jî di hundirê xwe de tune dikirin. Bêguman helwesta jinên azadîxwaz ev yek qebûl nekir û dîsa jiyan veguherandin xweserî û xwebûna jinan.
Xwedîderketina li keda jinan
Bi pêşketina fikrên jinan re êdî pêwîstî hebû ku jin di qada aboriyê de xweseriya xwe ava bikin, keda xwe biteyisînin û vegerînin cewherê wê yê rast. Heya rêjeyeke bilind gelek xebat, lêkolîn û proje pêşketin jinan qada hilberîne xwe fireh kirin û xwedî li keda xwe derketin. Erdnîgariya şopa jinan li ser hebe bi sûd û berhem e her wiha hilberîna ku xwe spartiye axê, wekî qada hilberîna bingehîn didomîne. Bi armanca redkirina serweriya hêzên desthilatdar jinan mekanîzmaya berhemdayinê bi pêş xistin, ji ber sedema koçberkirina ji qada gundewar ber bi bajaran ve pêvajoyeke bi xwe re guherîna binyatî jî anî, pêwîst bû ev yek ji nû ve bê rastkirin û xwedîderketinek li keda jinên gundan jî bê kirin. Jinan alternatîfa jiyana nû afirandin û xwedî bandoreke diyarker bûn.
Têkildarî vê mijarê em ê destkeftiyên jinan di qada aborî de danasîn bikin û parve bikin.
Proje û bazarên berhemên keda jinan
Bi şoreşa jinan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava xweseriya jinan di qada aboriyê de bêtir bingeha xwe girt jinan destkeftiyên xwe yên dîrokî anîn roja îro. Her çiqas serdem derbas bibin jî dema mijar dibe ked, çand, çandinî, berhem û destkeftî, jin tên bala mirov. Bi şoreşê re bi dehan sazî, dezgeh û rêxistinên jinan ava bûn, ji ber ew xwediya şansa mezin ji vê şoreşê bû pêwîst bû her kêliyê tê de qezenc bike û bi xweseriya xwe tevbigere. Qada aboriyê yek ji girîngtirîn qadên piştî kombûn û rêxistinbûna jinan e, dema ku jinan rêxistina xwe li dijî hişmendiye mêrê serdest ava kir, pêwîstî hebû di aliyê aboriyê de jî bibin xwedî qezenc. Bi vê aramncê jin ber bi daneheva berhemên xwe ketin tevgerê û ji xwe re aboriyeke xweser ava kirin, ji bo vê yekê projeyên weke çandinî, kargeh, dikan, sewalkarî û niha jî bazar hatine vekirin. Êdî jin ne muhtac in mêrek mesrefê li wan bike yan jî minetdariyê bike. Berê tenê di bazaran de mêr dihatin dîtin dikanfiroş, bazirgan hemû mêr bûn û keda li ser bazarê jî dikirin bi xwe ya jinan bû. Jinan dest bi pêvajoyeke din kirin li kêleka projeyên aborî bazarên xwe vekirin her wiha li gelek bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de berhemên keda xwe bi reng û bedewiya xwe pêşkêş dikin. Di sala 2018’an de yekem car bazara jinan bi navê Pepole li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star ve hat vekirin, jin tê de berhemên keda xwe difroşin. Her wiha di sala 2020’an de li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê ji aliyê Kongreya Star ve cara duyem bazara jinan vebû û di 7’ê Adara 2021’ê de li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ofîsa Jinan a Şaredariya Gel bazara berhemên jinan vekir. Bazarên jinan dûrî qerebalixa serweriya bazarên giştî ne û tê de jin bi rehetiya xwe dixebitin.
Bazara Berhemên Jinan
Bazara Berhemên Jinan di 7’ê Adara 2021’ê de li taxa Arbewiyê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Ofîsa Jinan a Şaredariya Gel ve hatiye vekirin. Di bazarê de 14 firoşgeh hene tê de cil û bergên neteweyî, berhemên destên jinan, pêdiviyên jiyanî ,tiştên makyajan, berçavk, pirtûkên nivîskarên jin û hemû pêwîstiyên jiyanî tên firotin. Bazar bi rengekî bedew hatiye avakirin û gelek derfet ji jinên berhemdêr û xebatkar re bi xwe re aniye. Bi derbasbûna bazarê re mirov dizane tenê jin tê de dixebitin ji displîna cih, xwezaye derdorê, heya fedakarî û kene wan jinan cihê kêfxweşî û bextewariyê ye. Di dana sibehê de jinên bazirgan tên dikanên xwe û dest bi xebatê dikin, li kêleka wê jî alîkariyê bi rihekî hevpar ji hev re pêşkêş dikin. Em ê bi rengekî berfireh xebatên jinan di bazarê de bidin nasin û parve bikin.
Armanca vekirina Bazara Berhemên Jinan
Cîgira Desteya Rêvebêriya Herêmî û Ekolojî Bêrîvan Omer armancên vekirina bazara berhemên jinan û fikra wê anî ziman û wiha got: “Berî niha jî bazarên jinan bi pêşengiya hin saziyên me yên jinan li bajarê Dêrik û Amûdê hatine vekirin, me xwest weke şaredarî berdewamiya vê xebata pîroz bikin û li bajarê Qamişloyê jî bazara jinan vekin. Armanca me ya destpêkê ew bû em li keda jinan xwedî derbikevin û derfetên kar ji wan re peyda bikin. Gelek jin hene pir karan dikin û xwedî berhem in lê cihekî ku van berhemên xwe tê de bifroşin tunebû, sedema wê vedigere buhabûna kelûpelên pêwîst an jî kirêya dikanên bazarên giştî pir buha ye û jin nikarin wekî dixwazin tê de bixebitin. Bazara jinan tu pereyê kirayê ji jinan nagire, tênê derfeta jiyan û kedê li pêşiya wan vedike. Tevî hemû şert û mercan jî me bazar temam kir û xist destê jinan, tiştên ew dixwazin tê de difroşin me ew rehetî daye jinan. Li kêleka wê me alîkarî ji hin jinên bazirgan re pêşkêş kir, kelûpelên pêwîst me ji dikanan re anîn û kirin xizmeta wan.”
Piştgirî û berpirsyariya jinên di bazarê de dixebitin
Bêrîvan bal kişand ser alîkarî û piştgiriya jinan ji bazarê re û wiha domand: “Bi avakirina bazarê re gelek sazî û rêxistinên jinan ên derve û hundir jî alîkarî û piştgiriya xwe pêşkêş kirin, heya şiklê dawiyê yê bazarê jî jin li kêleka hev bûn. Di pergala berpirsyariya bazarê de rêveberî û karmend tune ye, jin bi xwe rêvebriya xwe dikin û karê xwe sererast dikin. Xwesteka me ew e ku bazara jinan ji bazarên giştî cuda be, ne tenê bi ruhê xebatê em wan bighînin hev, em dixwazin ruhê komînalbûn û xweserbûna aboriyê di nav wan de bidin avakirin. Pêşketina vê bazarê pêşketina hemû jinên civakê ye, ji ber hemû taybetmediyên jinan li vir tên dîtin.”
Li dijî qeyrana aborî alternatîfa berhemên jinan
Bêrîvanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku qeyrana aborî ya herêm tê de derbas dibe û rewşa bazara jinan di nava vê krîzê de û wiha pêde çû: “Em hemû dizanin rewşeke aborî xerab li giştî Sûriyeyê derketiye, bilinbûna dolar, ev krîz bi xwe re kûrtir kir. Helbet bandora wê li me jî heye lê em weke jin bi berhemên xwe yên alternatîf bandora wê kêm dikin. Gelek jin berhemên destên xwe li vir difroşin ji pêwîstiyên jiyanî heya pêwîstiyên wekî cil û bergan. Em ne wekî bazarên giştî kirîn û firotinê dikin mînak ger dolar buha bibe em jî buha bifroşin, na em hemû pîvanên exlaqî yê bazirganiyê diparêzin ji ber em rewşa gelê xwe jî dizanin û heya ji dest me tê em alîkariyê bi wan re dikin, jixwe cudabûna bazara jinan jî vê yekê diyar dike. Ya girîng ji bo me alîkariya civakê ye û em hewl didin jinên ji vê civakî bê kar nemînin.”
Hêviyên pêşxistinê
Bêrîvan bang li tevahî jinan kir ku di keda xwe bi îsrar bin û wiha bi dawî kir: “Jin ji berê ve di qezencên aboriyê de xwedî ked in, em ji malê bigirin dest heya îro li bazarê. Mijiyê jinan têgihîştiye û dikarin vê erkê rakin. Li hemû deverên ku mêr kar dikin, jin jî dikarin kar bikin niha em difikirin hejmara jinên bazirgan li bazarê zêde bikin. Rast e bazara me biçûk e bi qasî 14 firoşgeh tê de hene lê di watedariya pênaseya xwe de pir mezin e. Hêviyên me bi van jinan mezin dibin, em hemû bibin alîkar ku ev sûk bi pêş ve biçe serkeftina van jinan parçeyek ji serkeftina şoreşa me ye.”
Hêz, bawerî û tifaqa jinan di bazarê de li pêş e
Bazigana bi navê Asya Hacî firoşgeha wê ya berçavkan di bazarê de heye û tê de firotinê dike der barê xebatên xwe de wiha dibêjê: “Di firoşgeha min a berçavkan de berçavkên ji bo tenduristiyê, yên ji bo tavê, dermanê wan û hemû pêwîstiyên wan hene. Armanca ew e ku em xizmeta jinên civakê bikin, jinên tên bazara me hemû pêwîstiyên xwe dikirin. Min xweset ez firoşgeha xwe di bazara jinan de vekim ji ber jin hêz didin hev, bawerî heye û tîfaqa wan li pêş e. Em mineta mêran ji ser xwe davêjin û bi xweseriya xwe dixebitin.”
Xwestekên domandina xebatê
Bazirgana berhemên destên jinan Ala Omer di firoşgeha xwe de tiştê destan û cil û bergên neteweyî difroşe têkildarî pênaseya firoşgehê wiha nêrîna xwe anî ziman: “Di firoşgeha min de hemû karên destan hene, ji bo jinên ku dixwazin xemla mala xwe xweşik bikin ez hemû pêwîstiyên wê difoşim. Her wiha cil û bergên neteweyî difroşim ew jî jinan bi destên xwe çêkirine û me aniye firoşgehê. Armanca cihgirtina di vê bazarê de ew e min xwest ez berhemên destên jinan li vir bifroşim. Gelek tiştên firoşgehê yên çanda berê ne û jin bêhtir ji van tiştan hez dikin. Hêviya min ew e ku em xebatên xwe de berdewam bikin û bigihîjin serkefinên hîn mezintir.”