Bandora krîza aborî ya li ser jiyana jinên Sûdanê

Jinên Sûdanê ku bi encamên bi aloz ên civakî û aborî yên ku şer bi xwe re anîn re rû b irû ne, dibêjin “Jin di pêkanîna pêwîstiyên bingehîn û qadek bi ewle û aram de gelek tengasiyan dikşînin.”

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Sûdan, îro yek ji krîzên herî mezin ê dîroka nûjen dijî. Sedema wê ya bingehîn, şerê ku ji 2023’an ve di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de destpêkirî û bû sedema hilweşîna şertên jiyanî û aboriyê. Bihayê dolar çar hezar pereyê Sûdanê derbas kir, pêkanîna malbatan a pêwîstiyên xwe yên bingehîn, dijwartir kir. Her wiha bi bandora şerê di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de, bihayê sotemeniyan gelek zêde bû û ev rewş jî barê li ser milê gel hê girantir kir.

‘Barê herî mezin jin hildigrin’

Pispora xizmetên civakî Amal Abdullatîf, diyar kir ku pevçûnên li welat li ser jinan bandorek mezin a aborî ava kiriye û piştî şer krîza aborî bû yek ji krîzên herî giran a dîroka nêz a Sûdanê. Amal Abdullatîf wiha got: “Ji ber windakiriya bihayê pereyan, tunebûna çavkaniyan û hilweşîna saziyên dewletê, jin di bin barê mezin ê aboriyê de mane. Debara gelek malbatan êdî ji aliyê jinan ve tê pêkanîn. Jinên Sûdanê di aboriya neteweyî de rola navendî dilîzin. Jin her tim beşa herî zêde ji krîzên aborî û civakî bandor dibine ye. Jin barê herî mezin ê malbatê hildigrin. Li welat li gel guherînên bi lez, rola jinan hê tevlihevtir bûye, êdî neçar mane hem malbatê birêve bibin, hem jî pêwîstiyên wan ên bingehîn pêk bînin. Ev rewş jinan rû birûyî şertên gelek giran kiriye. Jin di pêkanîna pêwîstiyên bingehîn û qadek bi ewle û aram de gelek tengasiyan dikşînin.”

Bandorên psîkolojîk û civakî

Amal Abdullatîf bal kişand ser tundiya aborî ku jin dikşînin û wiha domand: “Piştî destpêkirina pevçûnan, tundiya aborî ya li dijî jinên Sûdanê, bi awayek cidî zêde bûye. Gelek jin piştî ku karên xwe yên bingehîn winda kirine, ji bo debara xwe pêk bînin, neçar mane di karên derveyî qeydan de û bê ewle bixebitin. Yek jî mînaka herî diyar a tundiya aborî, jinên perwerdeya bilind girtine di navendên xwespartinê de di karên asan ên bazarê de dixebitîn e. Hinek jin ji bo pêwîstiyên malbata xwe pêk bînin, neçar dimînin ku alîkariyên ji saziyên alîkariyan girtine bifroşin. Ev jî asta zexta aborî ya ku jin dibînin, nîşan dide.”

‘Ev krîzek piralî ye’

Amal Abdullatîf diyar kir ku pirsgirêkên psîkolojîk û civakî yek ji encamên xeternak ku îro jinên Sûdanê dikşînin tên û wiha dom kir: “Jin hem berpirsyartiya debara malbatê digrin, hem jî ji bêparbûna destek malbatê, wan dike bin zexta psîkolojîk. Ev zext jî dibe sedem ku bi demê re baweriya wan a bi hêz û kêrhatiyên wan lawaz bibe. Ev pirsgirêk asta bandorên herî kûr ên civakî û aborî ne. Ev rasterast bandorê li zarokan dike û rê li ber pirsgirêkên psîkolojîk ku di demê bê de bi zor were çareserkirin vedike. Krîz ne tenê asta aborî, krîzek pir aliye jî.” 

‘Jin li dijî tengasiyan têdikoşin’

Amal Abdullatîf têkildarî mijara têkoşîna ku jin li hember bandorên aborî didin wiha got: “Jinên Sûdanê îro bi awayê civakî, aborî û psîkolojîk di bin barek gelek giran de ne. Krîzên aborî û civakî ji hev nayê cûdakirin, bandorên van krîzan li ser jinan hê girantir tê hîskirin. Tevî vê jî hê jin projeyên biçûk bipêş dixin, hewl didin bi hewldanên xwe yên ferdî li ser lingan bimînin û ji destekên ku hinek sazî didin sûdê digrin û li dijî zoriyan têdikoşin.”

Amal Abdullatîf di dawiya axaftina xwe de got ku jin tevî hemû zoriyan, divê di pêvajoya başkirina aboriya welat de rol bigrin. Amal bi bîr xist ku jinên Sûdanê di paşerojê de di pêvajoyên başkirina neteweyî de rolên girîng lîstine.

Koça mêjî û bandora ku li ser aboriyê kiriye

Rojnamevan Mey Mansur ku bi qada aborî re eleqedar dibe, da zanîn ku piştî pevçûn destpê kir, pêla koçberiyê ya derveyî Sûdanê pêk hatî yek ji sedemên felcbûna aboriya welat e û wiha domand: “Mirovên kar, xwediyên şirketan û saziyên ku perçeyek girîng a zivrîneka aboriyê ava dikin, terka welat dan. Ev jî di kapasîteya hilberîna ‘derveyî derfetan’ de rê li ber daketinê vekir.”

Mey Mansur anî ziman ku zêdebûna bihayê madeyên hilberîna bingehîn û sotemeniyê, şertên jiyanê girantir kiriye û wiha got: “Bi taybetî xebatên qada çandiniyê ya girêdayî teknolojiya nûjen, zirarek mezin dîtiye. Aboriya Sûdanê êdî gihîştiye asta hilweşînê û ev rewş encamên giran ên bêhempa li ser civakê ava dike.”

Dîsa jî di berxwedana civakê de rola girîng dilîzin

Di bin bandora vê tabloya aboriyê ya hilweşiyaye û domandina pevçûnan de, jinên Sûdanê di navenda krîzê de cih digrin. Jin hem di aliyê aborî, hem psîkolojîk û hem jî civakî de barên giran hildigrin. Lê belê tevî van hemû zoriyan, di berxwedana civakê de rola girîng dilîzin. Jinên Sûdanê, di mijara parastina malbatê û destekdayîna aboriya xwecihî de rola xwe ya diyarker carek din derdixe holê. Jin nîşan didin ku di pêvajoya ji nûve başkirina civakê û avakirinê de wê bibin hêzek bingehîn.