Aşut jî bikeve ji riya xwe venegere!

Omur Ozdemîr a li Meletiyê bi hevjînê xwe re dixebitî, piştî ku ji hev veqetiyan, bi keça xwe Îdîl re neçar ma ku bi tena serê xwe têbikoşe. Ji karê ku bi hevjînê xwe re dikir deynekî zêde ma û vê yekê pirsgirêkên aborî bi xwe re anîn. Ji bo çareseriya vê yekê erûngên (mişmiş) ku ji welatê xwe anî firotin. Bi vê rêwîtiya xwe ya zor û zehmet vê encamê derxist; “Aşut jî bikeve pêşiya we, ya pêwîst ew ku hûn ji riya xwe venegerin!”

 
 ZEYNEP PEHLÎVAN
Îzmîr - Li Îzmîrê bi taybetî li Karşiyakayê hema bêje her kes Omurê nas dike. Ev jina ku her dem dikene û pozîtîf e, demek dirêj e li cihên bazaran, yan jî li saziyên cur be cur, bi firotina mişmişên ji Meletiyê tîne debara xwe dike. Omur; naxwaze tu tiştek ku çandiniya wê nedîtiye û bêhna wê negirtiye û bi taybetî nebûye kefîl bifroşe. Ji ber vê yekê jî bi wesayîda xwe ya biçûk, ji bo mişmişên ku bi keda wê û malbata wê çêdibin berhev bike di navbera Îzmîr û Meletiyê de diçe û tê. Ev rewş, tenê aliyê xuyayî ye ji bo kesên wê li Îzmîrê dinasin.
“Ger mirov riya xwe diyar nekiribe, ji nişkêve li holê dimîne”
Omur Ozdemîr, di sala 1978’an de li Meletiyê di malbatek xwedî karên çandiniyê de hatiye dinyayê. Heta pola sêyem a dibistana seretayî li gund jiya. Malbatê biryar da mala xwe bar bike Meletiyê. Omur heta lîseyê mehên havînê li gund, mehên zivistanê jî li bajar derbas dikir. Piştî ku zanîngeha Mersînê kar kir, warê xwe yê ku lê mezin bûbû terikand. Omur Ozdemîr, di warê çandiniyê de perwerde girt û di heman demê de li bayiyek girêdayî şîrketek mezin a telekomunîkasyonê dest bi kar kir. Bi kesekî ku pê re li heman cihî kar dikir re zewicî. Ji vê zewacê keça wê Îdîl a 14 salî çêbû û bi hevjînê xwe re demek dirêj li heman cihî xebitî. Bi gotina wê, ji bo debara malbatê bike û cihê kar li piyan bihêle 10 salan wisa bi lez û bez jiya ku êdî dît nikare bêhnê bigre. Piştî zewaca wê bi dawî bû, bi keça xwe Îdîl re bi tena serê xwe ma. Li pêşiya wê têkoşîneke dijwar hebû. Em ê niha ji Omurê li vê têkoşîna wê gundarî bikin: 
“Di deh salên xebata bi hevjînê min re gelek tiştên ku min hem qezenc kir hem jî winda kir hene. Piştî ku zewaca min bi dawî bû, bi carekê bê pere û bê xebat mam. Sedema vê yekê ew bû ku ez li dikana hevjînê xwe xebitîbûm û ji aliyê aborî ve min tu rê ji xwe re diyar nekiribû. Di civaka me de dibêjin “Bi hevjînê xwe re bixebitin, cudahî tune ye.” Ez tam di malbateke wiha de ji aliyê aborî ve girêdayî hevjînê xwe dijiyam. Dema ku ez bi keça xwe ya pênc salî re li holê mam, têgihîştim ku tiştên ji min re hatibûn gotin hemû tewş û vala bûn. Ger mirov riya xwe diyar nekiribe, jiyana xwe li gorî hevjînê xwe ava kiribe wiha li holê dimîne.”
Bi firotina du çuwal mişmişan dest bi kar kir 
Omur a ku ji bo jiyana xwe ji nû ve ava bike, tevli derfetên kêm ên kar jî li Meletiyê serî li gelek deran da. Di wê pêvajoyê de di bernameyek YE’yê ya jinan perwerde dikir de bû kursiyer. Ruhê wê yê bi tevger û hewldan, di demek kin de ji aliyê koordînatorê projeyê ve hat ferqkirin û ji bo asîstaniyê hat peywirdarkirin. Dûre jî bi perwerdeyên ku li Enqereyê girt, ji bo gelek jinên li Meletiyê dijîn perwerde da. Bi vê wesîleyê, serpêhatiyên taybet ên jinên nas kirin dişibiyan ya wê. Wan jinên ku hatibûn wê derê û bi piranî derbe ji hevjînên xwe xwaribûn, ji xwe re li riyek digeriyan, ji hev re bûn destek. Dema ku Omurê ji aliyê aborî ve xwe berhev kiribû, bi carekê ji ber krediyên ku hevjînê wê li ser navê wê kişandibû, bi xwe re deyn û hîczên ku dawî li wan nedihat û travmayên psîkolojîk bi re anîbûn re rûbirû mabû. Wiha behsa vê pêvajoya ku ji bo wê bi her awayî şikestin bû dike: 
“Ji ber deynên hevjînê min îcra danîn ser mehane ya min û eşyayên min. Neçar mam mehê bi 100 lîreyî îdare bikim. Min her dem deyn dida. Hevjînê min bi keça xwe re eleqedar nedibû. Vê rewşê bandorek nebaş li ser zarok çêkir û ji ber wê nobeta nexewşiya epîlepsî derbas kir. Bijîşk ji min re got: “Em ê bi derman û tedawiyê keçikê bi awayek baş bikin lê divê tu jî vê rewşa xirab biguherînî!” Ez baş dizanibûm dixwaze ji min re çi bibêje. Keça min ji ber rewşa me pir bi bandor bûbû sedema van nobetan tenê ev bû. Gotinên bijîşk ji bo min bûn hişyarî. Min dev ji kar berda bi keça xwe re eleqedar bûm. Di wan rojan de bi malbata xwe re diçûm gund me bi hev re mişmin berhev dikir. Min bi carekê biryar da û bi du çuwal mişmişên bi xwe re (50 kîlo) ber bi Akçayê ve ketim rê. Ji ber ku herêma turîstîk bû, min ê karibûya bifirota. Min dest bi firotina wan kir. Piştî mehan cara yekem bextewar bûm. Hesta bixwebaweriyê bi min re çêbû êdî hindik be jî di cêba min de pere hebû. Min hîs kir ku jiyan nû dibe. Bi vê xebatê min pere qezenc kir.” 
Li bazara hilberîner a Uşakê rastî astengiyan hat 
Omur; piştî xebata li Akçayê ku li Zanîngeha Uşakê memûr bû. Çendek li wir ma. Bi tesadufî bazara gundan a li navenda bajêr her roja şemiyê dihat danîn keşf kir. Wekî hilberînerek mişmişan a ji Meletiyê, çendek li bazarê dezgeha xwe vekir. Hem bi esnafên cîran hem jî bi kesên dihatin wir re di demek kin de têkilî danî û xwe da hezkirin. Ji ber ku di karê xwe de hesas bû, mişmişên we paqij û bi tam bûn, di demek kurt de derdora wê berfireh bû. Serokê Odeya Bazarvanan rojek jê re got ku ew nikare li wir dezgeha xwe veke, li bazarê dê tenê hilberînerên Uşakê bikaribin dezgehên xwe vekin û bifroşin. Omur wiha behsa astengiyên ku derxistin pêşiya wê dike:   
“Min her hefte pereyê dezgehê dida û berhemên xwe difirotin. Ji min re gotin ku tu hilberînerek ji vê derê nîn î. Helbukî ez li wir dimam û min bi tena serê xwe keça xwe xwedî dikir, dişand dibistanê. Tevî ku vê dizanibûn jî piştî neheqiya li min kirin, ji bo giliyê çûm şaredarî, walîtî, muduriyetên zabitayê lê min tu encam negirt. Esnafên bazarê hema bêje hemûyan hev nas dikirin, xizm û dostên hev bûn. Li wê derê tu kesê yekê bi şaredariyê re nedianî hemberî hev. Ez jinek bi tena serê xwe bûm û ji bo wan pir hêsan bû ku hêza xwe li ser min ferz bikin û xwe tetmîn bikin. Ji derveyî çend esnaf û muşteriyên min, her kesê pişta xwe da min. 4 hefte nehiştin ez dezgeha xwe vekim, ji ber wê ez pir ketim tengasiyê. Diviyabû bi lezgînî min ji xwe re çareseriyek bidîta. Wê demê wesayîdek min a kum in bi deyn kiribû hebû. Min eşyayên xwe lê kirin û berê xwe da îzmîrê. Min di vê rêwîtiyê de hemû berhemên xwe firotin. Çend roj paşê dema vegeriyam Uşakê, di cêba min de 3 hezar lîra hebû. Ev ji bo min serkeftinek pir mezin bû.”
“Tu fam dikî ku ya esasî riya tu lê dimeşî ye”
Omur piştî serpêhatiya xwe ya du sal a li Uşakê ku ji 15 rojan carekê diçû Îzmîrê dihat, biryar dide ku mala xwe bibe Îzmîrê. Ji bo vê biryarê bide bi mehan bê xew mabû. Li Îzmîrê di demek kurt de muşteriyên wê zêde bûn. Bi wesayîda xwe li cihên bazaran û li saziyên cur be cur berhemên xwe firot. Dûre ji xwe re sîteyek înternetê ava kir û ji wir bi online yê dest bi firotinê kir. Omur piştî 6 salên li Îzmîrê, bi cihê ku navê keça xwe lê daniye, li fiarên herêmî yên mezin her dem cihê xwe girt, xebata xwe êdî mezintir kiriye. Ew niha jineke serkeftî û bextewar e û jiyana xwe didomîne. Ji serpêhatiya Umurê mirov dikare gelek tiştan hîn bibe. Herî dawî ew dixwaze ji me re bi dengê bilind çend hevaokên wiha bibêje: 
“Min di vê rêwîtiya xwe de bi xwe re guherînên mezin çêkir. Ez hînê zelaliyê bûm û min fam kir ku divê mirov bi gotina gelo nejî. Min hevokên; gelo ez dikarim bikim? Dikarim bi ser bikevim? Ji jyana xwe derxist. Ez êdî baş dizanim, li ku dibim bila bibim, dikarim li ser piyên xwe bisekinim. Bêguman hatina vê merheleyê berpirsyariyên mezin dixwaze te tenê dihêle. Lewre li ba te dema ku kesek tu pê re biaxivî fikrên xwe jê re bibêjî tune be; tê wateya ku tu tenê yî lê her ku dem derbas dibe tu fam dikî ku ya esasî riya tu lê dimeşî ye. Bêguman tiştên min kêm hiştine, têk çûme hene lê berdewamiya rê, ji her tiştî girîngtir bû. Divê jin bizanin ku zor be jî baran jî hebe, aşît jî bikeve pêşiya riya te; ya esasî ew ku tu ji riya xwe venegerî.”