‘Armanca me avakirina aboriyek ekolojîk û dij-kapîtalîst e’

Berdevka Komîteya Aboriya Jin Gulê Mûrad, da zanîn bi kooperatîf û projeyan îstîhdama zêdetirî hezar û 500 jinan misoger kirine û got: "Armanca me ya sereke avakirina aboriyek tendurîst, ekolojîk û antî-kapîtalîst e.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star ku xebatên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, di sala 2014’an de xwe rêxistin kir û piştî ku amadekariyên xwe di dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê de temamkir, di sala 2015’an de bi awayekî fermî hate ragihandin. Komîteya Aboriya Jinê ku xebatên xwe bi pergala kooperatîf û projeyan dimeşîne, 35 koperatîfên wê yên çandinî hene. Di kooperatîfên çandiniyê de 422 jin cih digrin. Di 6 kooperatîfên çandiniyê de jî 33 malbat cih digrin. Di 3 kooperatîfên amadekirina konserveyê de jî 44 jin dixebitin. Hejmara firin û kooperatîfên esnafan ku 97 jin lê dixebitin jî 25 e. Di kooperatîfên ku hejmara giştî gihişt 69’an de, 596 jin dixebitin.

Hejmara kooperatîfên jinan ên li parêzgeh û navçeyan hatin avakirin û jinên dixebitin wiha ye:

Li gundê Tekil Beqil a girêdayî Dêrikê 236 hektar zeviyên çandiniyê heye û 39 jin li vir dixebitin. Li gundê Zihêriye di 60 hektar zeviyê de 12 jin dixebitin, li gundê Bilêsiyê jî di 95 hektar zeviyên çandiniyê de jî 20 jin cotkarî dikin.

Di gundê Elî Bedran a girêdayî Navçeya Tirbespiyê de di zeviya 75 hektar de 21 jin di xebatên zîraetê cih digrin.

Li gundê Gira Sor a bajaroka Girkê Legê di zeviya 125 hektar de 35 jin dixebitin. Li gundê Bekir Oxlo 9 hektar e û 6 jin cih digrin; li Gundê Qastepan di zeviya 4 hektar de 3 jin dixebitin.

Li gunde Girê Mûzê ya navçeya Amûdê 6 jin li zeviya 28 donim de dixebitin.

Li gunde Navkor a bajarê Qamişlo di zeviya 150 hektar de 32 jin dixebitin.

Li gunde Kun Etar a Hesekê di zeviya 450 donim de 9 jin, li gundê Kundê Mexrûm 10 malbat di zeviya hezar donîm de dixebitin. Li gundê Sed Elşerqî di 3 zeviyên çandiniyê yên 2 hezar 880 donim ên berhemên cuda tên çandin de 58 jin dixebitin.

Li gundê Gir Kund a girêdayî navçeya Dirbesiyê, di zeviya 450 donim de 15 jin dixebitin, li heman gunde 3 malbat bi zeviya 150 donim re eleqeder dibin. Li Qesrikê li 3 zeviyên cuda yên çandiniyê de bi giştî di 2 hezar 800 donim de 46 jin dixebitin. Li gundên Salam û Eleykomê di zeviya 420 donim de 14 jin cih digrin.

Li Şedadê di kooperatîfa jiyanê de di nava zeviyên 500 donim de 10 jin dixebitin. Di 3 kooperatîfan de jî 9 malbat di zeviya 450 donim de dixebitin.

Li gundê Til Şinan a Til Temirê 3 malbat di zeviya 150 donim de dixebitin.

Li bajarê Kobanê di zeviya 10 hektar de 10 jin dixebitin, di zeviya 90 hektar de 5 malbatên şervanên di şer de jiyana xwe ji dest dane û di 10 hekdar de jî 4 jin dixebitin.

Li Şehbayê di zeviya 19 hekdar de 19 jin dixebitin.

15 jin li Tebqayê li herêma Tiwêhîniyê di zeviya 140 donim de dixebitin.

Reqa’da  Erdê El Kesrat 3 aile 14 dönümlük araziyi işletiyor, Al-Tishrin'de ise 20 kadın 100 dönümlük arazide çalışıyor.

Li Reqayê Erdê El Kesratê 3 malbat zeviya 14 donim dixebitin, li Al-Tişrîn jî 20 jin di zeviya 100 donim de dixebitin.

Di projeyên li bajar û navçeyan tên pêkanîn de jî gelek jin jî hatin îstîhdam kirin. Qadên hatine îstîhdamkirin û hejmara jinên kedkar wiha ne;

Li bajarê Dêrikê restoranda Sêmalka 3 jin dixebitin. Li kampa Roj di dikanek cil û bergan û dikana makyajan de 4 jin dixebitin. Di Projeya Jiyan a çandiniya sebze, genim, ceh û 4 hezar darên fêkî hene, 20 jin dixebitin.

Li navçeya Girkê Legê marketa Nûdem, dikana Lavîn a cil û bergên jinan heye.

Li navçeya Tirbespiyê di projeya Dugir a çandiniyê de nêzî 10 jin dixebitin, her wiha dikanek Lavîn a cil û bergên jinan jî heye. Li Navçeya Tirbespiyê di derojeya Demsal de hezar pez, xaniyên plastîk, mirîşk, depoyên hewata sar a ji bo sebze û dikan hene.

Li şîrîngeha Lara 4 jin dixebitin û 2 jin jî di beşa firotinê de dixebitin.

Li bajarê Qamişlo dikana mobîlya Star ku 10 jin kar dikin û dikana Lavîn a cil û bergên jinan heye.

Li Dirbesiyê di firina Kevana Zêrîn û dikana Lavîn a cil û bergên jinan de 5 jin dixebitin.

Li navçeya Dirbesiyê marketa Sêgir, di atolyeya tekstîl a Lavîn û magazaya Lavîn a cil û ergên jinan û berhemên çandinî difiroşe de, nêzî 12 jin dixebitin.

Li Şehbayê ji bilî kargeha ava vexwarinê ku nêzî 5 jin dixebitin, dikanek nanê pîde ku 3 jin dixebitin û dikanek ku ji bo mezin û zarokan peda hîjyenik û paçê zarokan difiroşe jî heye.

Li bajarê Helebê ji bilî zeviya çandiyê ya 22 jin dixebitin, kargehên wekî terzîxane, çente û kelûpelên hazir de jî 21 jin dixebitin.

Li bajarê Kobanê di dikana ku nanê pîde difiroşê de 2 jin, bexçeya çay de 6 jin, dikana Lavîn a cil û bergên jinan jinek û li çûna jenetorê jî 4 kes dixebitin.

Li Dêrezorê firinek ku 9 jin dixebitin û terzîxaneya ku 4 jin dirêve dibin heye. Di dikana cil û berga li vir de jinek dixebite. 20 jin di aş de kar dikin..

Li bajarê Minbicê çiftlîkek mirîşkan a ku 4 jin dixebitin heye.

Li bajarê Tebqayê fabrîkayek konserve ku 20 jin dixebitin heye. Di dikana girêdayî fabrikayê de jinek firotinê dike. 3 jin di cihê nanê pîdê, firina nan û zeviya çandiniyê de dixebitin. 7 hezar darên zeytûnan ên li Reqayê jî malbatek ji 7 kesan pêkte dixebite.

‘Ruxmê êrîşan kar û xebat nehat sekinandin’  

Berdevka Aboriya Jin a Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Murad kar û xebatên Aboriya Jin wiha nirxand: “Saleke ku zor û zehmetiyên wê, astengî bi taybetî êrîşên dewleta tirk ên dagirker li ser herêmê hebûn. Em jî wek Aboriya Jin beşek ji vê welatê ne ku astengiyên heyî em jî rastî hatin, ruxmê astengî û êrîşan em dikaribûn kar û xebatên xwe bimeşînin. Karê me piranî zîraet ango çandinî ye û em li çolê kar dikin. Êrîşên dewleta tirk tam di dema zîraetê de bû û dema avêtîna bizrê bû, ruxmê wê jî karê me bi serkeftî didomiya. Piranî erdê me li ser sînor e lê me valahî nexist karê xwe. Projeyên din ên tîcarî, senayî, firin û tenûrê jî karê xwe dikaribûn bikin.”

‘Di vê salê de 4 hezar darên fêkiyan li herêma Cizîrê hatin çandin’

Gulê Murad projeyên Aboriya Jin di nava salekê de wiha anî ziman: “Îsal me girîngî da kooperatîfan. Berê jî kooperatîfên me hebûn, em dikaribûn îsal xurt û mezin bikin her wiha me d kooperatîfên nû jî ava kir. Di heman demê de weke zîraeta avî jî hat avakirin, ji ber ku du sal in zuhabûn li ser herêmê heye û karê me li paş maye lewma weke alternatîf me zîraeta avê xist meriyetê. Me gelek bîr li Dirbesiyê, Til Temir, Şedadê, Cizîrê kolandin. Me bi zîraeta avê re hesabê salên zuhabûnê kir. Hejmara daran li herêma Cizîrê kêm bû lewma me îsal 4 hezar dar li bajarê Dêrikê çandin. Di heman wextê de ji bo em pirsgirêka nan çareser bikin me projeyên nan ava kir. Em weke aboriya civakî tên nasîn lewma li gorî pêwistiya civakê kar û xebatê dimeşînin.”

‘Di 35 kooperatîfên çandîniyê de 420 jin cihê xwe digrin’

Gulê Murad wiha behsa kooperatîfên heyî kir: “35 Kooperatîfên çandîniyê hene û 420 jin cihê xwe di wan de digrin. Kooperatîf çawa tên sazkirin? Li ser erdên zîraetê û gelê ku nêzî wê erdê bin da ku kar bikin û bişopînin tên hilbijartin. Armanca me bi avakirina kooperatîfan tenê ne qezencên madî ye, armanca me malbatên xizan, malbatên şehîd ku ew çi pêkhate be ferq nake, di hundirê aborî de cihê xwe bigrin. Di heman wextê de em jinan û malbatan ziyaret dikin û li rewşa wan mêze dikin. Di heman wextê de jin bi riya aborî bi axê ve tên girêdan û aydê xwe dibînin. Jinên ku xwedî li erd derdikevin, em dibêjin ya we ye û mala civakê ye debara xwe bi rê ve bibin. Di heman wextê de li hinek deweran, li ser kooperatîfên çandiniyê wek malbat li ser disekinin. Kooperatîfên me yên malbatî jî 6 in û 33 malbat cihê xwe di vê kooperatîfê de digrin. Kooperatîfên tîcarî mîna senayî, tenûr û firin, ew jî nêzî 25 kooperatîf in û nêzî 100 jin cihê xwe tê de digrin. Rê û rêbazên kooperatîfan jî wekî hev e ku ji komînê dest pê dike.”

‘Perwerdeya Aboriya Jinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû’

Gulê Murad, dewreyên perwerdeyên ku di vê salî de vekirine û perwerdeyên çawa hatine dîtin wiha anî ziman: “Îsal em dikaribûn perwerdeyek taybet a aboriya jin di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de vekin. 12 endam beşdarî vê perwerdeyê bûn. Waneyên ku hatin dayîn sewaldarî, tîcarî, biyo plastîk, gubreya xwezayî, zîraet û çandinî, maliye, senayî hatin dayîn û perwerdeyên fikrî mîna girîngiya perwerde, ekolojî, jineolojî hatin dîtin. Perwerdeyên me hem pîşeyî bûn hem jî bîrdozî bûn.”

‘Li gorî pêwîstiya civakê kooperatîf û proje tên vekirin’

Gulê Murad beşên ku di Aboriya Jinê de hene wiha anî ziman: “Piraniya karê me çandinî ye ku welatê me cihê çandiniyê ye. Projeyên me yên senayî û tîcarî hene. Di heman wextê de projeyên konserveya demsalî heye, karê dest, xwaringeh, şîrîngeh, mobîlya, ava vexwarinê, lawir, darên fêkî, zeytûn û cihê cilan heye. Projeyên me li gorî pêwistiyên civakê ye. Weke komîte jî proje hene ku guncaw dibînin li ser kar dikin.”

‘Nêzî hezar û 500 jin cihê xwe di xebatên aborî de digrin’

 Gulê Murad endamên jin ên ku cihê xwe di Aboriya Jinê de digrin wiha parve kir: “Wek endamên Aboriya Jin di komîteyê de em cihê xwe digrin nêzî 100 jin in. Giştî endamên heyî di Aboriya Jin de hezar û 500 jin in. Gelek cihê me hene ku jin li wan bi projeyên biçûk dest bi kar dikin lê ew proje dihêle ku jin xurt bin. Jinên ku cihê xwe di aborî de digrin pêşiya wan vekiriye. jinên ku cihê xwe di projeyan de digrin piştî demekê di kesayeta xwe de afrîneriyê bi pêş dixin. Jin ezmûna xwe di aliyê zîraetê de çêdikin ku di erdê de çi nexweşî hene, çi pêwistî ji erdê re heye dizanin. Di heman wextê de di aliyê senayî û tîcaretê de proje pêşkêş dikin. Armanca me jî ew e ku em jinan hînî aboriya xweser bikin, ji ber berpirsa rast a aborî jin e.”

‘Di dema niha de şerê aborî tê meşandin’

Gulê Murad şerên ku di cîhanê de ji bo aboriya civakê tên meşandin bi bîr xist û wiha domand: “Di hemû cîhanê de tişta herî sereke aborî ye. Welatek aboriya wê tunebe, li ser piyan namîne. Şerê ku niha çêdibe çi li Rojava, çi li Rojhilata Navîn be şerê aborî ye. Me hemû dît ku êrîşên herî dawî ya dewleta tirk di 5’ê Cotmehê de li ser çavkaniya jiyanê bû. Dewleta tirk cihê nan, sotemenî, mazotê hedef girt. Dewleta tirk bi riya leşkerî nikaribû êrîş bike, bi riya aborî êrîş kir. Ruxmê êrîşan jî karê aborî nehat sekinandin ji ber baweriya gel bi Rêvberiya Xweser û aboriya civakê heye. Em ji civakê ne qut in û karê me dikeve bin xizmeta civakê, ji ber civak xwedî li axa xwe derdikeve. Em dixwazin aboriya civakê xurt bikin. Em girîngî didin kooperatîfê, ji ber kooperatîf kombûna jinan ava dike û ji jiyana komînal pêk tê û kes mafê kesî naxwe. Sûdên ku bi dest dikeve hevbeş tê belavkirin. Bi riya kooperatîfan edaleta civakî tê meşandin. Ji karê aborî re hişmendî lazim e ku em hişmendî bi riya perwerdeyê ava dikin. Aboriya civakê, mala civakê ye ku divê civaka me xwedî lê derkeve.”

‘Aboriya saxlem ekolojîk û li dijî kapîtalîzmê ava bikin’

Gulê Murad herî dawî plan û projeyên sala nû anî ziman û hêviyên xwe wiha parve kir: “Dema salek nû tê hêvî û ramanên mirovan xweş û baş dibe. Me jî wek aboriya xweser biryar girtiye ku em ji hewldanê êdî ji asta hewldanan derbasî pratîkê bibin. Di heman demê de dewreyên perwerdeyê vekin çi bîrdozî be çi pîşeyî be. Ji bo erdên avî em bîrên xwe zêde bikin. Di heman wextê de em îsal plan dikin enerjiya rojê, ya cereyanê çareser bikin. Herî dawî jî em di nava hewldanan de ne ku karên heyî xurt bikin û ji hemû jinan re kar peyda bikin. Armanca me ya sereke ew e ku em aboriya saxlem, ekolojîk û li dijî kapîtalîzmê ava bikin. Em dixwazin proje û kooperatîfên xwe mezin bikin. Em ê di nava kar û xebatan de bin heta hemû armancên me pêk werin.”