Amal Abû Reqeq di dîroka Filistînê de bû yekem marengoza jin

Amal Abû Reqeq zehmetiyên civakê derbas dike û ji bo şert û mercên zehmet ên aboriyê derbas bike li dijî civaka baviksalarî serî hildide.

NAGHAM KARAJEH

Xeza –  Amal Ebû Reqeq di hundurê odeyek piçûk ku tê de bi ekîpman û gelek amûrên marangoziyê, cûrbecûr hunerên destan û mîrata tê de hene, li ber makîneyek darbirînê ku hobî û karê li Filistînê wekî yekem û kevintirîn marangozî tê binavkirin, radiweste.

Amal Abû Reqeq a 47 salî, li bajarê Nuseyrat ê li bakurê Şerîda Xezayê dijî. Beriya zêdetirî 20 salan, piştî derbasbûna bûyerên dijwar û şert û mercên xirab ên aborî tu carî bêhêvî nebû bû meregozek profesyonel.

Amal Abû Reqeq wiha dibêje; “Min ji destpêka jiyana xwe ve gelek êş kişandin. Ez bi kesek ku li 48 welatan dijî, zewicîm û rojekê min biryar da ku serdana malbata xwe li bajarê Nuseyratê bikim. Ez piştî wê nikaribûm vegerim welatê xwe. Ji ber ku nasnamaya Filistînî digirim, destûra rûniştinê ya min li herêmên dagirkirî hebû.”

“Navenda Bihêzkirina Jinan a Perwerde û Rehabîlîtasyonê gelek kursên bêpere pêşkêş dike”

Amal Abû Reqeq bi van gotinan behsa zehmetiyên jiyaye kir: “Hevserê min ne min ne jî keça xwe ya bi tenê astengiya derûnî Hadîl a 27 salî, ji ber taya meningokok ku sê meh piştî jidayikbûna xwe pê ketibû nas nedikir û heta xwe ji şandina xercên pêwîst bo dabînkirina hewcedariyên me, dev ji berpirsiyariya xwe ya li hember me berda. Lewre ez neçar bûm ji bo piştgiriya keça xwe bikim û hewcedariyên xwe birêve bibim ji karûbarên civakî mûçe bigrim, min daxwaza hevberdanê kir. Ji ber rewşa xirab a aborî, belavbûna bêkariyê û bilinbûna bihayê, min hewl da ku li karekî bigerim bikaribim hinek pere jê bigrim, ji ber vê yekê ez çûm Navenda Hêzkirina Jinan a Perwerde û Rehabîlîtasyonê. Ev navend gelek kursên bêpere pêşkêş dike.”

Amal Abû Reqeq axaftina xwe wiha domand: "Min ji bo projeya xwe ya atolyeyek biçûk û alavên navîn-modern hene vebikin ji navendê fon girt. Ez ji bo sîparişên bi qelite û bihayên bilind didin, ji derdorên xwe ji bo hilber û hunerên destan pir daxwaz girt. Min li ser Înternetê tu rûpelek neafirand, lê navdariya min ji pesnê muşteriyên min hat. Ji bo gelek jin dixwazin bi jinek re danûstandina bikin tên gel min, ji ber ku bi jinek re danûstandin rehettir e.”

“Xeyalên ku min plan kiribûn nîvçe man”

Amal Abû Reqeq a diyar kir ku di salên pîşeya xwe ya marangoziyê domand de îmzeya xwe avêtiye bin gelek hunerên destan û mîrasan çêkirine da zanîn ku bi gelek şêwazan neynikan çêkiriye û hostatiya wê dihêle ku mirov bifikire ew dekorator e. Amal Abû Reqeq wiha got: “Min dibistana amadeyî qedand û hewl da biçim zanîngehê. Lê şert û mercên dijwar û nêrîna civakê xeyala ku min plan kiribû, nîvçê ma.”

“Tiştek nikare enerjiya erênî û azweriya di nava jinan de asteng bike”

Amal Abû Reqeq bal kişand ku tevî pisporiya xwe ya di vî warî de, ji ber nêrîna civakê ya jinan li malên xwe yan jî di qadên sînordar de karê bike, timî rastî zordariyê hatiye û wiha axivî: “Tiştek nikare enerjiya erênî û azweriya di nava jinan de asteng bike, ji ber ku ew bi awayekî profesyonel dixebitin û hilberînê dikin. "

Amal Abû Raqeq di dawiya axaftina xwe wiha got: “Hemû jin di hemû rewşên xwe de, xwedî jêhatibûn hilberandin û xebatê ne, Ji bo xwe bigihîjînin gerdûnîbûyîn an jî herî kêm hest bikin ku wan destkeftek bêyî berçavgirtina adetên xwe bi dest xistiye, neçar in bi dijwarî û zehmetiyan re rû bi rû bimînin.”

Amal Abû Reqeq piştî ku ji aliyê wezaretê ve hat hilbijartin, xwe amade dike ku di rojên pêş de ji bo bi berhemên xwe re beşdarî pêşangeha navneteweyî bibe, biçe Cezayîrê.