Aîda El-Colan yekem jin e ku li bajarê Hecînê xwaringehekê vedike

Aîda El-Colan yekem jin e ku li bajarê Hecînê xwaringehekê ji xelkê bajar û gundên derdorê re vekir. Hemû xebatkarên xwaringehê jin in.

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor - Aîda El-Colan a ji bajarê Hecînê xwaringehek bi navê "Ewafî" ku ji 8 beşan pêk tê ji xelkê bajar û gundên derdorê re vekir. Hemû xebatkarên xwaringehê jin in. Aîda El-Colan û komek jin xwarinên cûrbecûr yên gelêrî ên ku li herêmê navdar in pêşkêş dikin.

"Projeya min xizmeta hemû jinan dike"

Aîda El-Colan anî ziman ku pirojeya wê ji aliyê hejmareke mezin ji xelkê bajar ve baş hat pêşwazîkirin û wiha got: "Min derfetên kar ji 15 jinan re peyda kir. Projeya min xizmeta hemû jinan dike. Di xwaringehê de çend beş hene, beşek ji bo malbatan, beşek ji bo zarokan, û beşek ji bo metbexa kevneşopî ku xwarinên kevneşopî pêşkêşî dike. Ez yekem jin im ku xwaringehekê li vê herêmê vedike. Ez hemû jinan teşwîq dikim ku hemî dijwariyan derbas bike ji bo serkeftina projeya xwe."

"Bi saya vê projeyê min karek dît"

Yek ji xebatkarên xwaringehê Fitêm El-Mihêdî got ku wê bi saya vê projeyê karek dît û wiha axivî: "Ez di metbexê de dixebitim û hemî xwarinên gelêrî çêdikim. Ez ji 9 sibehê heya 4 êvarî dixebitim."