'Şervan bi çeka xwe cotkar jî bi bêra xwe vê axê diparêzin’

Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star li Til Temirê dest bi rakirina zeviyên ceh û genim kir, komîteyê diyar kir ku tovên çandine îro tên rakirin ev jî rûyê berxwedanê li seranserî xeta agir nîşan dide.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Êdî dem hat ku cotkar keda xwe ya salê berhev bikin, debara xwe bikin û aboriya herêma xwe geş bikin. Ruxmî tedbîrên ku Rêveberiya Xweser girtibûn jî dewleta Tirk bi sedan hektar erdên genim û cehê ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin çandin, şewitand. Li aliyekî din jî Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star a bajarê Til Temirê, Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 projeyên çandiniyê li bajar û gundewarên wê bi pêş xistibûn.

Têkildarî vê mijarê û cotkirina zeviyan rêvebera Komîteya Aborî Zehra Mihemed axivî.

Aboriya Jin çawa bersiv da êrîşên dagirkeriyê?

Zehra Mihemed wiha behsa bersivdayîna wan a ji dagirkeriya Tirk re pêsane dike: "Em niha li vir in li Til Şinan sekinîne, her kes dizane xeteriya vê derê çawa ye û dewleta Tirk çiqas bi çekên giran û balafirên xwe yên SIHA-IHA’yan êrîşan tîne ser wê û gerîna keşfê çiqas zêde ye. 5 sal zêdetir e ev gund bi êrîşên dagirkeriyê re rûbirû ye, ruxmî ku gundekî dikeve ser xeta agir jî, lê wekî Aboriya Jin me wiha berisva dagirkeriya Tirk da ku erdên li Til Şinan em bigrin û ji jinan re bikin kooperatîfên çandiniyê."

Kooperatîfa Til Şinan cudabûna xwe ji kooperatîfên din nîşan dide

Zehra Mihemed got ku kooperatîfa çandiniyê ya Til Şinanê û cihgirtina jinan di navê de di warê erdnîgarî û manewî de cuda ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ruxmî êrîşên di van salan de berdewam dikin jî lê belê em jî di çandiniya xwe de bi îsrar bûn. Bi taybetî ew jinên ku di kooperatîfê de cih girtibûn jinên koçber bûn û dikaribûn bi piştgiriya Aboriya Jin careke din dest bi çandiniyê bikin, kar û têkoşîna xwe jî li ser vê axê bidomînin. Em hemû jin, me bi hev re dikaribû vê kooperatîfê ji xistina tovên yekemîn bin erd de heta bûyîna simbil, bi ser bixin. Cudabûna vê kooperatîfê jî ev e, me nehişt erdên me yê di xetên agir de zuha bimînin, me hişt ku aboriya herêma xwe geş bikin û her der kesk bimîne. Ya din jî me dikaribû satirê di navbera herêmên me û yên dagirkirî de derbas bikin û li wir jî 85 donim genim û ceh biçînin û cot bikin."

‘Em ê jî heta dawî piştgiriyê bidin jinan ‘

Zehra Mihemed di dawiyê de bang li jinan kir ku bêtir cihê xwe di kooperatîfan de bigrin û bizanibin keda wan vala naçe û wiha domand: "Em divê hemû rûberên erdên xwe ji bo geşkirina aboriya herêma xwe bi kar bînin, erdên bejî veguherînin avî da ku berhemên wê zêdetir bê. Li ser vê axê her jinek bi awayekî cuda li ber xwe dide û vê axê diparêze, şervanên me li qadên şer û em jî di nava zeviyan de wiha em bi hev re dikarin axa xwe ji dagirkeran biparêzin û wê kesk û bi berhem bihêlin. Em ê jî heta dawî piştgiriyê bidin jinan û projeyan bi pêş bixin."