ÎSÎG: Em nikarin bigihîjin nasnameyên bi sedan karkerên windabûne

Meclîsa ÎSÎG’ê rapora xwe ya di meha Çilê û Sibatê de ya der barê ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan weşand. Meclîs, bal kişand li ser wêneya ku piştî erdhejê derket holê.

Navenda Nûçeyan - Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (Meclîsa ÎSÎG) daneyên cînayetên kar ya meha Cilê û Şibatê weşand. Di Çileyê 119 û Şibatê de herî kêm 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan, yên jiyana xwe ji dest dane 30 kes jin bûn.

ÎSÎG, ji ber erdhejên di 6’ê Sibatê de pêkhatin rapora xwe wek du mehan weşand. Ji raporên berê cudatir, vê carê balkişand li ser pirsgirêkên kar û gelên li herêmên erdhejê.

Meclîsa ÎSÎG’ê ji raporê re sernavê, "Erdhej, cînayetên kar, lehî, şewat, şewb...Ya ku dimre hertim em in…Êdî bes e!” da, ji sedî 5’ê mirinên di meha Sibatê de hatin jiyîn, ji ber erdhejê pêk hatin. Semsûr, Mereş û Hatay bajarên destpêke yên di meha Sibatê de mirin hatin jiyîn, hat.

'Nayê zanîn ka di nobeta şevê de çend karker jiyana xwe ji dest da’

Rapor wiha hat gotin:

"Pênaseya hilweşîna encam erdhejê pêk nîne. Ji hin herêm hema bejê ji nexşeyê hatine jêbirin û gelek malbatên biçûk êdî di nav me de nîn in. Ji aliyekî din ve, encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya netêrkêr a AFAD’ê, me nekarî gelek mirovên ji xirabeyan rizgar bikin. Diyare çend mirov dimirin û navên wan ne diyar e. ger diyar be divê ji aliyê dewletê ve nav bi nav were diyar kirin. Ji vê yekê em nizanin ka çend kesên di nobeta şevê de ne jiyana xwe ji dest dane.”

Di rapora ku hat diyar kirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ku ’11 sal berê rapora ji erdhejê re ne qeyîme’ hati bû dayîn, heta niha nasnameya 10 kedkarê tendurîstiyê hatiye tesbît kirin, wiha hat gotin: “Li nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Hatayê jî me xwe gihand agahiyen nasnameya 10 hevalên xwe. Dîsa nexweşxaneyên taybet ên wekî akademi, Defne, Megapark hatiye hilweşandin pekan in. Di vê xalê de pêwîste Wezareta Tenduristiyê bi agahdariya nasnameyê re diyar bike li kijan nexweşxaneyê çend karkerên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.”

‘Cînayeta Civakî'

Di raporê diyar kirin ku der barê hemû karkerên şevê yên otêl, xwaringeh, şaredariyan, tamîrkirina otomatîkê û hwd. dixebitin de tu agahî nehatine bi destxistin û hat diyar kirin ku  bi hin hewildanan re xwe gihandinê encamên di raporê de cih digrin. Di rapora ku hate gotin, " Di rojên pêş de lêkolîna me dê berdewam bike, lê heta dewlet neragihîne ne mumkûnê ku em xwe bigihîjin nasnameyên bi sedan kedkarên me windakir” ji bo hemû kesên jiyana xwe ji dest dan têgeha 'cînayeta civakî’ hat bi kar anîn.

Di dawiya raporê de wiha hat gotin:

"Hemû çînên karkeran bi dirûşmeya “hevgirtin dide jiyîn” ji roja yekem a erdhejê re seferberiyek civakî pêkanîn. Maden, tenduristî, înşaet, enerjî… timên çînên karkeran a hemû pîşê ji xebatên lêgerin û rizgarkirinê bigre ji bo hemû pêdiviyên jiyanê pêkbînin têkoşîn kirin. Di pêvajoyê neolîberal de, netêrkêrbûna dewlet û saziyan ya di hemû pêvajoyan de raxist berçavan. ‘Ev hemû di nava plana qederê de bû’ û ‘helaltî’ xwest. Erdhej, cînayetên kar, lehî, şewat, şewb...Ya ku dimre hertim em in…Êdî bes e!”.

Li gorî ÎSÎG’ê, di dema hikûmeta AKP’ê de herî kêm 30 hezar 546 karker jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2022’an de, her roj herî kêm 5 cînayetên kar qewimî.  Herî kêm 1843 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.