Çîroka keda jinên karker di nava zeviyên kartolan de
Ji berbangê heta êvarê, jinên karker li zeviyên kartolan bi keda xwe ya bê hempa çîroka jiyan û berxwedanê dinivîsin. Li pişt her berhemekê kedeke mezin, hêviyên ji bo pêşerojê û piştevaniyeke xurt a jinan heye.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Di bin germahiya tavê de, jin bi destên xwe axê dikolin û kartolan derdixin. Ev kar ne tenê ked e, çîroka ked, berpirsyariya jinan e. Tevî westandina fizîkî, bi hêviya pêşeroja zarokên xwe û başkirina jiyana malbata xwe her roj wê riyê dubare dikin.
Yên ku li bazarê kartolan dikirin, dibe ku kêmtir bifikirin ku bi ked û xwêdanê ev berhem digihîje bazarê. Li pişt her kîloyek kartol, çîroka jinek ku sibehê zû radibe heye, ji bo peydakirina nanê rojane yê malbata xwe kar dike.
Ev jin hêjayî pesindayînê ne, hêjayî parastina mafan in. Mûçeyên edlî û kargehek parastî heq dikin. Ji ber hêza çandiniyê ne tenê di xakê de ye, di destên wan jinên ku her sibehê, beriya hemûyan, ji bo jiyanê dest bi kar dikin e.
‘Karê me di saet 2:30’ê sibehê de destpê dike’
Sena Loqman ku di pola duyem a peymangehê de bû, dev ji xwendinê berdaye û li nava zeviyan dest bi karê berhevkirina kartolan kiriye. Ji ber ku li malê bû, xwest karek din jî bike. Sena Loqman ji ajansa me re axivî û wiha got: “Serkar, komek çêkiriye, me der barê kar de agahdar dike em di saetên sibehê de ji bo kar derdikevin. Serkar bi otobusan mal bi mal digere û me digre. Em di saet 2:30’ê siharê de radibin û paşê li çayxaneyek Helebceyê yan jî Seyîd Sadid taştê dixwin heta saet dibe 4:00’ê sibehê em dest bi kar dikin. Niha werza berhevkirina kartolan e em paqij dikin û dixin torbeyan. Serkarê me bi xwe jî karkerî kiriye. Em dabeşî sê koman dibin û her komek ji me karekî dike.”
‘Bi xebata bi hev re em bûne wek malbatek’
Sena Loqman têkildarî çûyîna nava zeviya kartolan, karê ku dikin de wiha got: “Çar werzê karê me hene, em şitlan diçînin û berhemên wan kom dikin. Serkara me wek dayîk û xwişka me ya mezin e. Xebata werzî wek hevaltiyek e, ji derveyî karkirinê em bi hev re derdikevin, ev kar ji bo alîkariya debara jiyana me baş e. Em weke malbat in dema rojek kar nebe em bi telefonê li hev digerin û diaxvin. Ez spasiya kes û karên xwe dikim, du zarokên min hene datînim gel dayîka xwe û hevjînê min piştgiriyê dide min. Ger piştevaniya wan nebe nikarim rojane wê saetê derbikevim û kar bikim.”
Sena Loqman di dawiya axaftina xwe de ev peyam da jinan: “Peyama min ji bo jinan ew e ku ji dûr ve temaşe nekin û nebêjin gelek zor e. Xebat daxwaz û azweriyê zêde dike. Li vê derê her diçe, kar ewqas asan û xweş dibin.”