35 sal in bi hezkirina axê hildiberîne

Minewer Xalid a 35 sal in bi hezkirin û kedekî mezin bacanên sor diçêne, gav bi gav behsa çandin û meyzekirina wê dike û dibêje ku ax û hilberîn ked û hezkirinê dixwaze.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Minewer Xalid a ji navçeya Amûdê ya girêdayê bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ev 35 sal in bi hezkirin û kedekî mezin bacanên sor diçîne hemu qavên çandinê û hezkirina xwe ya karê xwe ji ajansa me re qal kir.

Di her gavekê de hezkirinek heye

Minewer Xalid a ji 19 saliya xwe ve dest bi karê çandina bacanên sor kiriye ku bi saya wê zarokên xwe mezin kiriye, şêwaz û awayên taybet ên çandina bacanên sor, demsal û nerhema wê wiha bilêv dike: “Destpêkê erdê ku mirov xwazîbe bacanên sor lê biçêne, divê berî niha bacan nehatibin çandin tê de. Ji ber ku eger lê hatibin çandin berî vê demê, dê berhem nedê. Di meha Mijdarê de ax bi awayekî baş tê qulbandin, baran lê tê û di meha Sibatê de em dest bi çandina şitilên bacanan dikin.” Minewer Xalid a dibêje ku weke gavek pêş ew hesinan li erdê rast dikin û naylonê davêjin ser, destnîşan dike ku li gor demên erd şitil tên amadekirin, zibil li ser wan bizran tê belavkirin û xet bi xet tên avdan.

Piştî vê gava yekemîn Minewer Xalid dibêje dema dinya ber bi germahiyê ve diçe divê naylona li ser wan bê rakirin da ku şitil neşewitin, piştî meh û nîvek şûnde ku êdî şitil mezin dibe erd bi rêzê tê dabeşkirin li gor hejmara şitilan û bibîr dixe ku heya 15 rojan nayê avdan, lê paşê bi komkirina axê ya li derdorê şitil tê avdan.  

Pîrozbûna axê

Minewer Xalid a qala zehmetiyên ku ew di warê çandiniyê de pê re rû bi rû dimînin dike, dibêje ku tevî zehmetiyan jî ew gelek ji karê xwe hez dike, bi gotina “Min temenek dirêj ji emrê xwe di vî karî de derbas kir” bi van hevokan behsa pîrozbûna axê dike; “Berhemên axa me pîroz in, gereke em hemû xwedî li hilberîna xwe ya neteweyî derkevin û piştgiriya wê bikin. Mixabin gelek mirov berê xwe didin tiştên ku ji derveyî Rojava tên, tevî ku berhemên me baştir, paqijtir û bi nirx in.”

Ax û hilberîn kedê dixwaze

Ji ceribandin û azmûnên xwe yên 35 salan Minewer Xalid destnîşan dike ku endezyar ew kes e ku di vê axê de ked daye û bûye xwedî ceribandinan e û wiha pêl dide axaftina xwe; “Çandina bacanên sor pir hesas e û êşên wê jî gelek in, eger bi bakdarî li wan neyê meyzekirin dê bi ser nekeve. Bi van hemû salan re ez bûm pispora ked û tecrûbeyên xwe yên gelek, êdî ez nexewşiyên wan nasdikin û dizanim çawa derman bikin, her wiha bê çiqas av û dermanan dixwaze.”

Minewer Xalid a dibêje ku dema kedekî baş pê re bê dayîn di nav rojekî de ji 20 donim axê 5 ton bacan tê hilberîn, bibîr dixe ku li gel kedê divê av û dermanên pêwist ji bo wê bê dayîn û wiha didomîne; “Em berhemên xwe li bazara Amûdê, Hesekê û Qamişlo jî difiroşin li gorî nirxên firotinê li bazaran. Bacanên sor du beran digire an jî du werzan, werzek di buharê de û werzê duyemîn jî piştî yê yekemîn bi mehekê ye. Heta serê salê jî eger em lê baldar bin, dê berhemek baş bide.”

‘Me bi çandiniya dayika xwedawend jiyan kir’

Bi gotina “Me bi çandiniya dayika xwedawend jiyan kiriye” Minewer Xalid di nav gotinên xwe de balê dikşîne ser hezkirina axê û xwedawendên ku li ser vê axê hilberînê kirine, dibêje ku ew gelek ji karê xwe hez dike û pêl dide axaftina xwe; “Ez wekî dayik tevî ku temenê min mezin bûye, dîsa jî dixwazim şev û roj di nava xwezayê de jiyan bikim, xwezî emrê min ê berê cegere da ku dîsa wekî berê çandiniyê bikim. Em bi saya berhemên ku axa me ji me re pêşkêş dike jiyan dikin, em wiha fêr bûne. Me bi çandiniya dayika xwedawend jiyan kiriye. Eger ku jin neba û xweza himêz nekiriba, me yê ev derfet û ev îmkan di roja îro de nedîtiba.”