18 sal in ajokariya ambulansê dike

Somaieh Saadatian tenê yek ji wan jinên e ku bi xebata xwe tabûyan dişkenê. 18 sal in ajokeriya ambulansê dike, niha jî ajokariya ambulansê fêrî hemzayendên xwe dike.

HÎMA RAD

Sinê- Kê gotiye ‘jin di trafîkê de ne baş in?!’ Baş in, di ser de jî dikarin hem di trafîkê de hem jî di xilaskirina jiyanê de jêhatîbûna xwe jî nîşan bidin. Bes em hewl bidin bi kişandina tabûyên xwe binêrin.

Somaieh Saadatian ku 18 sal in li Sinê ajokariya ambûlansê dike, tenê yek ji wan jinên ku van tabûyan şkandiyê ye. Jinên ku weke Îranê xwedî bingeheke çandî ya resen in, lê ji aliyê rejîmê ve hewl tê dayîn paşve bên kişandin, bi wêrekiya xwe di her firsendê de hewl didin derkevin pêş.

Somaieh Saadatian dibêje ew 18 sal in vî karî dike, niha jî hewl dide fêrbûn û tercûbeyên xwe fêrî hevzayendên xwe dbike û perwerdeya ajovaniyê dide. Somaieh Saadatian diyar dike ku ne tenê ajokariya ambûlansan, ew deriyên xwe ji hemû jinên ku dixwazin fêrî ajotina seyarê bibin vekirî dihêle û ji ber vê yekê ew wek yek ji “mamosteyên navdar ên Sinê” tê binavkirin.

Hem pîşe û hem jî xwebawerî dide qezenç kirin

Somaieh Saadatian a bal kişand ser ne girîngiya sernavên ku li derdora wê dane wê, girîngiya rawestina li ser lingan û wek jin xwedî îradeyê bûyin, ji ajansa me re wiha axivî;

“Ez difikirim ku divê hemû jin fêrî ajotina seyarê bibin. Ya yekem, ew ê bibe sedema kêm kirina fikarên xebat û ya duyemîn jî, ajotina seyarê xwebaweriyê dide qezençkirin. Armanca min perwerdekirina jinan e, lê di esasê xwe de qezençkirina pîşeyekî ku bikarin li ser lingên xwe bisekinim û xwebawerî qezençkirin.”

“Netirsin û pir bixebitin”

Somaieh Saadatian diyar kir ku ji bo fêrbûna ajotina seyarê serbixwe dixebite, lê dem bi dem bi sazî û dibistanan re jî xebatên hevpar dimeşîne. Somaieh Saadatian, da zanîn ku bi taybetî qeymeqamtiyê ji aliyê gelek saziyan ve hatiye bi rûmet kirin û ji taqtîrkirina xebatên xwe kêyfxweş e, wiha dibêje: "Ez dixwazim ajokariya ambulansê bidomînim, ber ku ez ji xilaskirina mirovan kêfxweş im." Ji bo jinan jî peyama xwe bi kurt tîne ziman: “Netirsin û pir bixebitin. Bixwazin."