Zohra Sidik: Di têkoşîna bi zîhniyeta mêrsalarî de pêwîstî bi ciwanan heye

Însiyatîf armanc dike ku hişyariyê li ser diyardeyên curbecur ên şîdetê yên ku jinên Mexribê rastî wan tên, çêbike her wiha armanc dike aktorên sivîl amade bike ji bo parêzvaniya mafên jinan û sûdwergirtina ji awayên cihêreng, nemaze malperên tora civakî.

HENAN HARIT

Mexrib- Federasyona Mafên Jinan li ser projeya "Baraka ciwanan li dijî tundiyê" armanca wê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Bi projeyê komele hewl dide xwe bispêre komek mekanîzmayan. Di nav de hişyarkirin, huner, atolyeyên perwerdeyê, digel xebata li ser tevlikirina ciwanan û bihêzkirina wan bi rê û rêbazên ku ji wan re bibin alîkar hene. Her wiha nêrîn û reftarên xwe li hemberî jinan û mafên wan biguherînin da ku xizmeta wekheviya zayendî bike.

Endama ofîsa Federasyona Mafên Jinan û endama ofîsa herêma Marakeş-Safî, Zohra Sidik di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa me de piştrast kir ku divê nifşên xwendekar li ser pêwîstiya rêzgirtina jinan bisekinin û di warê rêzdariya ji bo jinan de werin perwerdekirin da ku nêzîkahiya li jinan a ku wekî kesên ne temam bin, asta wan kêm be were guhertin.

Hûn projeya “Baraka ciwanan li dijî tundiyê" çawa dinirxînin û cudahiya wê çi ye?

Projeya "Baraka ciwanan li dijî tundiyê" însiyatîfek e ku ji aliyê Federasyona Mafên Jinan ve li herêma Marakeş-Safî bi hevkariya Oxfam Mexrib û Komeleya Korara ji bo Huner û Çandê û bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê tê meşandin.

Însiyatîf armanc dike ku hişyariyê li ser diyardeyên curbecur ên şîdetê yên ku jinên Mexribê rastî wan tên, çêbike her wiha armanc dike ku aktorên sivîl amade bike ji bo parêzvaniya mafên jinan û sûdwergirtina ji awayên cihêreng, nemaze malperên tora civakî. Însiyatîf ji bo sê salan tê organîzekirin. Ji hêla federasyonê ve di Nîsana 2021'ê de hat destpêkirin û dê heya dawiya Adara 2023'an berdewam bike.

Proje gelek waran di nava xwe de dihewîne. Di nav wan de hişyarkirina di warê pirsgirêkên jinan de, mijara şîdeta li ser bingeha zayendî jî heye. Ev proje di nav wan de aliyê zagonî û nûneratiyên rewşenbîrî dihewîne, ji bilî polîtîkayên gelemperî ku dê me wek komele bihêle di dawiya projeyê de dê gelek pêşniyar û daxwaz werin kirin.

Şêweyên şîdetê yên ku komele dixwaze bişopîne çi ne? Mekanîzmayên ku hûn xwe dispêrin wan ji bo xebatê li ser erdê çi ne?

Daneyên ku ji aliyê rayedarên fermî yan jî komeleyên sivîl ve hatine weşandin diyar dikin ku diyardeya şîdetê li Mexribê her diçe zêde dibe. Lêkolîna herî dawî ya delegeyan nîşan dide ku zêdetirî nîvê jinên Mexribê tûşî şîdetê dibin. Ev diyarde di dema pandemiya koronayê de zêdetir bûye. Ji ber vê yekê em hêvî dikin projeya ku dê heya 27’ê mehê dirêj dibe bikaribe piştgiriyê bide da ku li hemberî hemû cureyên şîdetê li dijî jinên Mexribê têbikoşin. Jixwe tê zanîn ku awayên wê tenê bi destdirêjiya bedenî û zayendî re sînordar nîn in lê belê şîdeta aborî, zagonî û siyasî digre nav xwe ku me neçar dihêle em li ser wê biaxivin û ji bo bidawîkirina wê hewl bidin.

Pirojeya "Baraka ciwanan li dijî tundiyê" ku li tevahiya herêma "Safî-Marakeş" hat destpêkirin, çendîn hêlên wê hene, di nav de hişyarkirina kêşeyên jinan ku mijara şîdeta li ser bingeha zayendî tê de heye. Zêdebarî wê yekê komele lêkolînek li ser mijara şîdeta zayendî li herêmê amade dike ku ev yek dê bihêle em bikaribin li ser komek pêşniyar û daxwazan bisekinin. Ji bilî ku çalakiyên cuda yên hunerî, semîner, civîn û konvoyên hişyariyê.

Li gorî we, tundiya li ser jinan çawa dikare were bidawîkirin?

Der barê projeya "Baraka ciwanan li dijî tundiyê" ya ku em li ser dixebitin de, em li ser komek daxwazên ku bi baweriya me dê diyardeya tundiya li ser jinan di civakê de kêm bike, rawestîn. A yekem ew e ku ji bo rûbirûbûna tundutujiyê sîstemek berfireh û yekgirtî hebe. Ji ber ku divê di vî warî de zîhniyet û ramana civakê bê guhertin û ji destpêka projeyê heta niha em hewl didin li ser bixebitin. Her wiha em banga guhertina Qanûna Malbatê û Qanûna Ceza ya Mexribê dikin. Ji ber ku van qanûnan heta niha wekheviya jinên Mexribê nexistine bin temînatê. Em di wê baweriyê de ne ku divê lêvegerîn bê kirin û li gorî şert û mercên destûr û peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê Mexribê ve hatine erêkirin, were sererastkirin.

Em her wiha dibînin ku siyasetên giştî xwedî roleke bingehîn in. Çi di asta neteweyî de û çi di asta civakên herêmî de ku divê bernameyên bikaribin bersivê bidin hewcedariyên jinên Mexribê hebin. Di planên pêşketinê de nêzîkatiya zayendî li ber çavan bigrin, bên pêşxistin.

Huner ji bo xizmeta pirsgirêkên jinan çawa dikare were bikaranîn?

Bi kampanyaya xwe, em hewl didin xwe bispêrin hunerê da ku ciwan li ser giraniya diyardeya şîdeta li ser jinan perwerde bibînin. Di çarçoveya projeya ku komeleyê pêk anî de, sirûda Baraka (Êdî bes e) ye. Bi dengê hunermend Kawthar Boudrara ku bi parastina pirsgirêkên jinan tê naskirin derket. Bi riya stranê, ew hewl dide ronî bibe ser diyardeyê, ji bo gihandina hemû kategoriyan ku di nav de ciwan jî hene.

Em di wê baweriyê de ne ku huner dikare peyaman ragihîne, dikare nêrîna civakê ya li ser jinan biguherîne, bi riya huner û çandê, ev proje dê bi seferberkirina ciwan, jin û mêran, gel hestiyar bike.

Ji bo rûbirûbûna ramana paşverû ya ku bûye astengiya herî mezin li pêşiya pêşketin û dîtina jinan, mifteya guhertina rasteqîn çi ye?

Bi dîtina min, mifteya rasteqîn a çareserkirina ramana paşverû, tevlikirina ciwanan e. Ji ber ku ew nifşê pêşerojê ne, projeya ku em li ser dixebitin jî li ser vê yekê disekine. Em hewl didin di nava ciwanan de hişyariyê bilind bikin û wan bikin xwediyên rê û mekanîzmayên ku ji wan re dibin alîkar. Ji bo ku rastiyê baş analîz bikin û fam bikin ev dê bibe sedema guhertina nêrîn û reftarên wan li hember jinan û mafên wan. Ev yek bêguman dê xizmetê ji wekheviya zayendî re bike û divê di dibistanan de nifş bên perwerdekirin da ku bi pêwîstiya rêzgirtina jinan bizanibin û wan wekî mexlûqên kêm nehesibînin.