Zeyneb El-Şarinî: Erka femînîstan parastina hemû jinan e

Çalakvana femînîst a Tunisî; Zêneb El-Şarinî teqez kir ku ji bo têgihîştinek xurtir der barê fikrên femînîst û pêşxistina wê kêmasiya tevgerên jinan di hevgirtinê û têkiliyên navbera hemû nifşên jinan de heye.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tunis- Tevgera femînîst li Tunisê dikaribû astengiyên li pêş projeya xwe ya ji bo maf têk bibe, rêgehên piştgiriya hemû dozên jinan xêz bike.

Çalakvana femînîst Zeyneb El-Şarinî di axaftina bi ajansa me re nêrîna xwe anî ziman. Zeyneb El-Şarinî diyar kir ku tevgera femînîst li Tunisê rêgehek bi hêz û aktîf e ji bo mafên jinan, wan xurt kiriye û nifişeke ku bi temamî bi mafan bawer e xuliqandiye. Kêmasiya wê tenê di karê zêdetir û hevgirtina hemû aliyên civakî û desthilatdariyê de heye ji bo zagonên nû ji bo jinan li welat derxe.

Sedemên teqeziya fikrî li ser mijara femînîzmê li Tunisê çi ne, çawa xîtaba femînîstî dikare bê afirandin?

Teqeziya li ser xîtaba femînîst cihêrengiya nivîsariyê ava kir lê ji bo yekreng bin divê xîtabê navbera jin û regezî û sosyolojiya rasteqînî û rewşa zagonî ya jinan bi hev re bê girêdan û bibe xîtabeke yekdeng. Lewma bawer dikim girîng e jinên hemû waran bên gel hev ji bo xîtabeke femînîst yekgirtî. Ji ber ku pirbûna xîtabê dike alaveke nivîsandinê gotinê û şêweyên pêwendiyan xurt dike. Çi di warê sînemayê de be çi jî di warê şanogeriyê, heta wêjeyê bi giştî de be. Ez bawer dikim femînîstî li Tûnisê xîtabek e ku divê kar li ser bê kirin ava bikin û xwe hînî zimanê civakê bikin. Bi wateyek din, fikrên femînîstî veguhere sînema yan xîtabeke wêjeyî xizmeta mijarên jinan bike yan bibe madeyek xwendinê di dibistan û zanîngehan de bê xwendin.

Tevgera femînîst a li Tûnisê her dem bi elîtîst û cihêxwaziyê tê sûcdarkirin. Weke nûnertiya jinên çepgir ên çîna dewlemend tê dîtin. Gelo hûn van gotinan rast dibînin?

Tevgera femînîst ji komeke jinên xwedî êşên giran in pêk tê, ez jî yek ji wan im. Lê taybetmendiya me di hişyariya me ya siyasî de bû me dît ku guhertina civakê mijareke girîng e. Destpêkê me mijara hevsengî û parebûnê pêşkêş kir, ev mijar jî di encama karê komek têkoşerên jin di warê siyasî û klubên wêjeyî û çandî de hat û piştgiriya derketina tevgera femînîst kir ku bi têkoşîna xwe hat naskirin, piştî ku hinek zagon ji bo jinan guherandin.

Lewma ez teqez dikim ku femînîstî ne fikreke elitist e, ew bi mafên jinan, bi taybetî bang dike û hemû beşên civakê bi giştî, mijara bindestiya jinan di nava civakê de ji me dixwazin berî her tiştî em dadwer bin da ku bikaribin civakek dadwer ava bikin.

Hûn çawa dikarin komeleyên femînîst bixin xizmeta dozên jinan ji bo hebûna wan ne şeklî  be?

Piraniya komeleyên femînîst şaxên wan li hemû herêmên Tûnisê hene, ji çend salan ve min dest bi karekî hevgirtinî kir. Îro li welat xuya dibe û encam diyar e di hevkariya navbera jinan de ji bo lêgerîna însiyatîfên xizmeta dozên jinan di hemû waran de bike.

Em di çarçoveya guhertinên demokratîk de ne divê girîngiyek zêde bidin jinan, em nikarin civaka demokratîk bêyî nîvê civakê ava bikin.

Em di nava herikînekê de dijîn, tevî xizmeta jinan ji civakê re di hemû waran de û zêdebûna rêjeya serkeftina wan lê em jinan di bazara kar û navendên biryardayînê de nabînin. Ev jî tekez dike ku em diçin û tên lê encam nîn e lewma divê em cidî di vê mijarê de bifikirin çareseriyan ji hemû nakokiyan re bibînin û jin bigihîjin cihê layîqî wê.