“Zextê li sergirtiyan roj bi roj zêde dibin”

Her roja diçe êrîş û êşkenceya li ser girtiyên siyasî yên ku di zîndanên dewleta tirk de girtîne zêde dibe.

HESNA MIHEMED

Şehba – Girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de tên girtin hemû rojê bi binpêkirinên mafan re tên ru hev. Tayîbetî jî girtiyên nexweş ên nikarin di girtîgehan de bimînin hene, li gel raporên Tiba Edlî jî nayên berdan. Ji girtiyên rewşa giran siyasetmendara Kurd Aysel Tugluk jî li gel rapora bijîkan nayê berdan. Jinan ji bo serbestberdana girtiya nexweş Aysel Tugluk li ser medyaya civakî kampanyaya #AyselİçinGeçOlmadan dan despêkirin. Ji 52 welatan bi qasî 6 hezar jinên beşdarî kampanyayê bûne banga serbestberdana Aysel Tugluk kirin. Di van demên dawiyê de qetilkirina girtiyan her roja diçe zêde dibe. Herî dawî jî girtiyê 80 salî Abdullah Bora ku 26 salan dîlgirtî, bi nexweşiya penceşêrê û li gel rewşa nexweşiyê giran jî nedihate berdan, jiyana xwe ji dest da.

“Bi êşkenceyan re rûbirû dihêlin”

Xwîşka Hacer Xelîl a ku di Zindana Gebze ya Tirkiyê tê girtin, Leyla Xelîl behsa rewşa girtiyan kir û êşkenceyên ku li ser wan tên meşandin şermezar kir û got: “Xwîşka min di sala 1995’an de ji aliyê dewleta tirk ve hate girtin. 36 sal ceza dan xwişka min. Dema ku ew nexweş dibin bi kelepçeyan derbasî gel bijîşkan dikin. Dema ku nexweşiya Korana belav bû pêdîviyên xweparastinê gelek kêm bû di zîndanan de. Xwîşka min sê caran ket çalakiya grava biçibûnê ji bo redkirina êşkenceyên ku li ser wan tê meşandin, ji ber vê yekê nexweşî di hestiyên wê de çêbûye. Em wek malbet dîlgirtina zarokên xwe êdî red dikin û li dijî vê yekê divê hemû dewlet xwedî helwest bin. Gelek girtî cezayên wan bi dawî bûne lê heya niha ew nehatine serbest berdan. Banga me ji rêxistinên erkdar û bi taybet CPT re heye ku berpisiyara girtiyan rakin ser milê xwe û çareseriyekê ji rewşa wan re bê dîtin. Dewleta tirk metirsînek wê ji zanebûna girtiyên me heye ji ber vê yekê her di êşkenceyan re derbas dike.”

“Kesê ku li dijî sîstemê derdikevin tên binçavkirin”

Parêzer Selwa Ecac jî di milê hiqûqî de bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û wiha vegot: “kesayetên siyasî di her welat ango dewletekê de dema ku nêrîn û nirxandinên xwe yên siyasî derheqê rêjîm an dewletê bi zelalî belav dike, ew kes ji aliyê wê dewletê tê dîlgirtin û nêrînên wî tên redkirin. Parvekirina nêrînên siyasî yên li dijî şaştiyên rêjîman li kêlekê ku tên redkirin xwediyên wan nêrînan weke teror tên pênasekirin û derbasî zîndanên taybet dikin, ji ber wan wek xeteriyekê li ser rêjîmên xwe dibînin. Şerê li hember siyasetmedaran di tevahî cîhanê de tê jiyîn, lê yê ku asta herî bilind ji dîlgirtina siyasetmedaran tirkiye yê. Tê dîtin di kolanên tirkiyê de rojane bi dehan kesayetên siyasî tên binçavkirin û zextekî giran li ser wan tê meşandin.”

Selwa Ecac têkildarî rewşa jinên siyasetmedar û êşkenceyên ku li ser wan tê meşandin jî ev tişt anî ziman: “Jin jî di hewildana azadiya fikir de xwedî roleke sereke bûn, ji lewra jinan jî ji buyer û biryarên binçavkirinê bê par neman, di zindanên dewleta tirk de jin rastî cureyên êşkence ji aliya fizîkî, piskolojî û hwd tên, di gelek caran de jin ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest didin. Divê xebatek ji bo guhartina sîstemên desthilatdar bi sîstemên demokrat re bê çêkirin. Ji ber van zextên dewleta tirk gelek keseyetên xwedî nêrînên azad tên binçavkirin û dibe asteng li pêşiya guhartin û veguhartina civakan. Li gorî qanûnên cîhanê ger mirovek ji ber siyasetê bê binçavkirin divê di aliya danustandinê bi wan re bi awayek baş be û pêdîviyên wan pêk were, her wiha divê navbera wan û xizmên wan peywendî hebe. Em wek hiqûqnas daxwaz dikin ku hemû girtiyên siyasî werin serbest berdan û her nêrînek siyasî bi azadî bê pişwazîkirin.”

“Cihê ku ew lê dimînin ne guncawe ji jiyanê re”

Hemşîreya nexweşxaneya Avrîn Fehîma Kuşan jî rewşa girtiyên siyasî di tendirustî de nirxand  û got: “Her gelê Kurd ji aliyê rêjîmên dewletan ve hatine binçavkirin û di zîndanên wan re derbas bûne ta ku nasnamya wan bên guhartin û tunekirin. Di zîndanên dewleta tirk de bi hezaran girtiyên siyasî yên kurd hene. Gelek cureyên êşkenceyê li ser wan didin meşandin û têkiliyên wan ji derdor tên qutkirin, her wiha li ser piskolojiya wan jî zextê didin meşandin. Xwerinên ku ji wan re jî amade dikin ne guncave û pirsgirêkên tendirustî ji girtiyan re derdixe holê. Di heman demê de milî tendirustî jî pêdîviyên wan pêk nînin. Nexweşiyên çerm, wêran û hundirîn jî bi girtiyan re çêdibe ji ber rewşa ku tê de dijîn ne guncave. Gelek girtî di cîhanê de hene lê qasî ku girtiyên di girtîgehên dewleta tirk de di nav êş, zehmetî û êşkenceyan re derbas dibin, tune ne. Banga me ji mirovên xwedî peywir û xwe di vê mijarê de berpisiyar dibînin ku bi erkên xwe rabin û derbasî zîndanên dewleta tirk bibin ta ku rewşa girtiyan berçav re derbas bikin û sînorekê ji kiryarên dewleta tirk re bê dayîn.”