‘Zagonên herêma Başûrê Kurdistastanê parastina kiryaran dike’
Endama Yekitiya Jinan Zara Elî dibêje ku zagonên herêma Başûrê Kurdistanê pişta mêran digrin û jin ji mafên xwe bêpar tên hiştin.
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî – Li herêma Kurdistanê ji ber aqilê mêrsalarî her ku diçe kuştin û tundiya li hemberî jinan zêde dibe. Her çendî zagona parastina mafên jinan di qanûnê de heye jî ji ber serwernebûna zagonê, her roj jin ji ber sedemên cuda yan rastî tûndîtûjiyê tên an jî ji aliyê mêran ve bi awayekî bi guman tên kuştin û kiryar nayên cezakirin. Gelek jinên ku rastî tundiyê tên ji ber gefên ku li wan tên xwarin bêdeng dimînin û ev rewş her roja ku diçe xirabtir dibe.
Endama Yekitiya jinên Kurdistanê Zara Elî ya derbarê mijarê de axivî destnîşan kir zagon parastina amfên jinan nake û zagonên heyî jî nayên bi cih anîn û di gelek bûyeran de kiryar tên parastin.
‘Di hemû rewşan de jin mexdûrên yekem in’
Endama Yekitiya jinên Kurdistanê Zara Elî der barê zêdebûna tundiya li hemberî jinan de diyar kir ku tundiya zêde bûye û rewşa jinan xirabtir bûye sedema wê jî kevneşopiya civakê ye û wiha got: “Agahiya me ji van tundiya ku li hemberî jinan tê kirin heye. Civaka me tiştên ku jin dixwazin qebûl nake. Di hemû rewşên civakî de jin dibin mexdûrên yekem. Ji ber zagon zêdetir pişta mêran digrin. Di hemû karan de jin û mêran yeksan nabînin, gotina mêran serwer bûye.”
Tûndî zêde dibe
Zara Elî destnîşan kir ku niha li gorî salên beriya 2012’an mêr zêdetir tundiyê li jinan dikin û wan qetil dikin û got: “Rêjeya beşdariya jinan di qada siyasî de kêm e. Ev jî ji ber zordestiya aqlê mêrsalarî di civakê de wisa kiriye ku jinan ji nava siyasetê bikşîne û her dem mêr gotinan bibêjin û dest bilind be û rê nedin jin di tu peywirekê de li pêş bin. Ji ber mêr pêşketina jinan qebûl nakin. Ev jî dibe sedem ku biryara aqilê mêrsalarî li ser jinan serwer be.”
Mêr xwe dispêrin desthilatdariyê
Zara Elî da zanîn ku di bûyerên qetilkirina jinan de kiryar tên parastin û nayên cezakirin. Zara Elî wiha domand: “Kesên ku sûcekê dikin, pişta xwe dane desthilatê, ji ber wê nayên girtin û ceza nagrin. Ger jinek sûcekê bike çi li beramberî mêr yan jî kesek din be ceza digre. Lê belê polîtîkayên li herêma Başûrê Kurdistanê zagon zêdetir pişta mêran digre û jin ji hemû aliyan û mafan bêpar hatiye hiştin. Dema ku jin rastî tundiyê tê zagon nayê bicihanîn. Ji ber wê jî jin ji gotinên nexweş ên civakê ditirsin. Li aliyekî din hinek caran mêr gefan li jinan dixwin ger biçin dadgehê gilî bikin wê bikujin. Bi vê awayî jî jin bêdeng dibin û mêr jî bikaranîna tundiya li hemberî jinan berdewam dikin.”
‘Divê jin bêdeng nebin’
Zara Elî destnîşan kir ku divê malbat hişyar bin û wiha got: “Dema ku jin rastî pirsgirêkek bên divê malbat pişta wan bigre. Her wiha divê jin bi xwe jî hişyar bin û li hemberî tundiya ku tê kirin bêdeng nebin. Beşek zêde ya mêran li hemberî mafên jinan ê di nava civakê de ne hişyar in. Ji ber wê divê di destpêka perwerdekirina zarokan de, malbat cudahiyê nexe navbera zarokên keç û xort. Divê perwerdeya sereke di bingeha malbatê de were dayîn.”