Xwendekar Meşal Alamdarî efûya hikumeta Îranê red kir

Xwendekara beşa hiqûqê Meşal Alamdarî ji ber li dijî hicaba bi zorê derket cezayê 8 meh ê girtîgehê lê hat birîn. Meşal efûya bi şert a serokê olî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney red kir.

Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rohilatê Kurdıstanê serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, berdewam dikin. Di demên dawiyê de hinek çalavananên siyasî yên girtî hatin berdan. Doza xwendekara hiqûqê Meşal Alamdarî hat dîtin, efûya bi şert a serokê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney red kir.

Meşal Alamdarî, li gel tevgera jinan di destpêka Mijdarê de li ber deriyê navenda polîsan Noorabad li dijî hicaba bi zorê dîmenek weşand, ji ber wê yekê 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Meşal Alamdarî ji ber parvekirina li ser hesabê xwe yê Istagramê cezayê girtîgehê girt diyar kir ku wê di demên pêş de ji bo bi şertê edlî were berdan serlêdana bike.