‘Tenê dixwazim edalet bi cih were’

Dîlek Bîtgîn, di doza ku hevjînê wê Ahmet Bîtgîn ê xwest wê qetil bike û wek întiharê nîşan bide girtî tê darizandin de, diyar kir ku yekane daxwaza wê ‘edalet’ e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Tundiya mêr a li dijî jinan berdewam dike. Yek ji jinên ku rastî tundiya mêran hatiye jî Dîlek Bîtgîn a li Bismila Amedê ye. Dîlek Bîtgîn a ku salên dirêj ji aliyê Ahmet Bîtgîn ê pê re zewici bû rastî tundiya bi pergalî hat, di 10'ê Mijdara 2021'ê de li mala xwe bi çekê ji pişta xwe bi giranî birîndar bû.

Xwest bûyerê wekî 'întihar' nîşan bide

Ahmet Bîtgîn piştî bûyerê çekê da destê Dîlek Bîtgîn û xwest bûyerê weke întiharê nîşan bide, ji cihê bûyerê reviya. Bi bihîstina qîrîna alîkariyê re Dîlek Bîtgîn ji aliyê cîranên xwe ve rakirin nexweşxaneyê. Ahmet Bîtgîn ê ku heman rojê hat binçavkirin, hat girtin û şandin girtîgehê. Der barê Ahmet Bîtgîn de bi îdiaya "Bi zanebûn teşebusa kuştinê" û xizmê wî Pakîze Bîtgîn jî bi îdiaya "tunekirina delîlên sûc" îdianame hat amadekirin. 4'emîn danişîna dozê ku 3 danişîn pêk hatin dê di 6'ê Hezîranê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.

Li benda rapora ATK'ê ye

Li ser îfadeya kiryar Ahmet Bîtgîn ku gotibû Dîlek Bîtgîn "întihar kiriye" heyeta dadgehê der barê cihê ketin-derketina guleya ku lê ketiye de ji Saziya Tiba Edlî (ATK) rapor xwest. Rapora ku ji ATK'ê tê xwestin hê derneketiye. Dilek Bîtgîn û parêzera wê, endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Şîrvan Yakut der barê pêvajoya dozê de axivîn.

'Min bi salan tundî dît'

Dîlek Bîtgîn a ku piştî bûyera bi giranî birîndar bû hefteyekê li beşa lênerîna giran dihat dermankirin, diyar kir ku ji ber metirsiya mirinê heye nikare emeliyat bibe û bi piştgiriya dayika xwe jiyana xwe didomîne. Dîlek Bîtgîn, anî ziman ku tedawiya wê didome û da zanîn ku Ahmet Bîtgîn di tevahiya zewaca xwe de tundî lê kiriye. Dîlek Bîtgîn wiha got “Bi salan e ez rastî tundiyê têm. Ji ber ku min bi zarok û malbata min tehdît kir min ji kesê re negot. Ne tenê ew, malbata wî jî zilm li min dikir. Her kesê bi gotina, "Ew mêr e" tundiya wî diparastin. Carekê ji ber tundiya ku min dît min xwest ez ji malê derkevim lê kesên di malê de min derb kirin û nehiştin ez derkevim derve. Her dem ji bo min ji her kesî re digot, 'Ev dîn e'.”

Piştî ku bi çekê birîndar kir îşkence lê kir

Dîlek Bîtgîn roja bûyerê bi van gotinan vegot: “Her tişt wê şevê qewimî. Min xwarin da zarokan û razand. Piştre dema ku min hewl dida biçim hundirê odeyêrazêm, min di neynikê de dît ku ew ji pişt min ve tê. Ji min re got, “Ger tu xwe nekujî ez ê te bikujim” û gule li pişta min da. Piştî ku gule berda min, gule di pişta min re derbas bû û ji singê min derket, li dîwar ket. Piştî gule berda hat û li ser birîna min îşkence li min kir, piştre çeka ku berda, kir nava destê min. Ji bo bîra min biçe her dem li nava serê min dixist. Piştî ku min bi dengê xwe yê dawî gazî keça xwe kir, ji ser hişê xwe çûm. Wê demê cîran hatine û min birin nexweşxaneyê.”

‘Yekane daxwaza min edalet e’

Dîlek Bîtgîn, xwest ku li ser bûyera bi giranî birîndar bûye baş were sekinanin û parastina Ahmet Bîtgîn ê ku xwest bûyerê weke "întihar" nîşan bide bi bîr xist û bal kişand ku her dem bi mirinê tê tehdîdkirin. Dîlek Bîtgîn, destnîşan kir ku daxwaza wê ji bo danişîna berdewam dike, ‘edalet' e û wiha got: "Ez edaletê dixwazim. Ez dixwazim ew ceza bigre. Li dijî min dibêje 'wê bi xwe gule xwe reşandin' lê min xwe gulebaran nekir. Wî gule berda min û çekê da destê min. Ez dixwazim ew jê girtîgehê dernekeve."

'Piştî bûyerê hemû delîl hatin tunekirin’

Parêzera Dîlek Bîtgîn Şîrvan Yakut diyar kir ku danişîna dozê berdewam dike, bal kişand ku piştî bûyerê hemû delîl ji aliyê bersûc Ahmet Bitgîn û xizmên wî ve hatine tunekirin û ji ber vê yekê der barê bûyerê de delîlên teqez nehatin bidestxistin û doz li benda rapora ji ATK’ê maye.

'Em nikarin xwe bigihîjînin delîlên di dosyayê de’

Şîrvan Yakut, diyar kir ku ji ber di rapora ku di qonaxa darizandinê de ji Zanîngeha Dîcleyê hatiye şandin de, hatiye gotin ku cihê ketina guleyê pişt e le agahiyek teqez nehatiye dayîn û wiha got:

“Di raporê de behsa agahiyek ji qonaxan hat kirin. Di belge û îfadeyên di dosyayê de hatiye diyarkirin ku cihê ketina guleyê li pişt e û cihê derketinê jî li ser sîngê wê ye. Me li hemberî raporê îtîraz kir, erê  beyana hat gotin, beyana ku me ji destpêkê ve diparast û digot bû lê bi awayekî teqez ranegihandina vê ji aliyê me ve sedema nerazîbûnê ye. Heta niha em nikarin xwe bigihîjînin piraniya delîlên di dosyayê de. Divê ev li ber çavan bên girtin. Ji ber ku piştî bûyerê delîl ji aliyê bersûcan ve tên tunekirin. Ji ber vê yekê tê payîn ku dosya ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê yan jî ji Enqereyê re bê şandin. Dosya dê bi vî awayî berdewam bike. Danişîna me ya din dê di 6’ê Hezîranê de bê dîtin. Bersûc girtî ye, me li dijî raporên herî dawî îtîraz kir.”