Têkiliya ku tê xwestin bê lêkolînkirin: Tirkiye û çekên kîmyewî ye

Têkiliya Tirkiyeyê bi çekên kîmyewî re xwe dîsperê salên 90'î. Hemû cîhan dixwaze daneyên bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bên lêkolînkirin.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Di tevahiya dîrokê de, gazên kîmyewî yek ji çekên herî bi bandor in ku dewletan di şeran de bi kar anîne. Mirina komî ya bi çekên kîmyewî weke qetlîamên herî hovane yên dîroka mirovahiyê cihê xwe di bîranînan de girtine. Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî (CWC) ji hêla welatên cîhanê ve wekî peymana kontrolkirina çekan ku hilberîn, komkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike hat nivîsandin. Di peymana ku di sala 1993’an de hat çêkirin de, Tirkiye di 12 Gulana 1997’an de bû alîgirê peymanê.
Tirkiye di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de, bi taybetî di operasyonên li Herêma Federal a Kurdistanê tên kirin de, cihê xwe di rojevê de diparêze. Herî dawî jinên navdar ji gelek welatên cîhanê hatin cem hev û bi nameyekê daxwaz kirin ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî bi erka xwe rabe û li ser îdiayên der barê bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve lêkolînê bike. Bi rastî jî daxwaza di vê nameya ku bi îmzeya 65 jinan hatiye kirin ne ya yekemîn bû. Berê jî gelek caran hatibû gotin ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne. Di parlamentoyên hin dewletan de jî, parlamenteran ji bo vekolîna mijarê pêşniyar pêşkêşî hikûmetan kirin.
Gelek car hat ziman
Di sala 2019’an de Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku mufetîşên çekên kîmyewî li ser îdiayên ku hêzên tirk fosfora spî li dijî zarokan bi kar aniye, agahî berhev kirine. Lê belê, nehat eşkerekirin ka lêpirsînek çawa di dawiya vê daxuyaniyê de hatiye kirin.
Parlamenterê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Îlhan Omer jî xwest ku di operasyona Tirkiyeyê de çekên kîmyewî li dijî sivîlan hatine bikaranîn yan na, lêkolîn bê kirin. Partiya Çep a li Elmanyayê îdiayên ku di operasyonê de çekên kîmyewî bi kar anîne, bir rojeva Meclisa Almanyayê. Li Îtalyayê parlamenter Erasmo Palazzotto bû navê ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî pirsnameyek pêşkêşî Parlamentoya Îtalyayê kir. Bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê gelek caran di çapemeniya navneteweyî de cih girtine. Mesela nivîsa Times tenê bi vê sernivîsê derket.
Îdiayên li ser Tirkiyeyê ne cara yekem in
Piştî êrîşên dewleta tirk, şopên li ser bedena birîndaran çekên kîmyewî nîşan dan. Pisporan bal kişandin ser wekheviya şopên bi nîşaneyên ku ji ber çekên kîmyewî yên qedexe derketine, bi taybetî gelek caran bang li saziyên navneteweyî kirin ku li ser mijarê lêkolîneke berfireh bikin. Îdiayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ne cara yekem in. Wekî din, ev îdia wisa zêde ne ku nayên hejmartin û xwe dîsperên demên berê.
Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê di sala 2011’an de “Rapora Çekên Kîmyewî” eşkere kir. Li gorî raporê, ev çekên qedexekirî ji sala 1994 heta 2011 li dijî şervanên PKK’ê hatine bikaranîn. Di raporê de, bi taybetî îfadeyên “Di pêvajoya pevçûnê ya ku di sala 1984’an de dest pê kir û li Tirkiyeyê weke ‘şerê kêm giran’ hat pênasekirin, binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî sîstematîk hatin jiyîn û rêgezên hiqûqa mirovahî hatin paşguhkirin. Bikaranîna çekên komkujî, ango çekên kîmyewî, ku di demên şer de wekî sûcên li dijî mirovahiyê têne pênasekirin, piştî salên 1990’an bi awayekî giran hatiye rojevê”, bale dikşine.
Cara yekem di salên 90’î de hat rojevê
Di salên 90'î de ji ber pêvajoya pevçûnan bikaranîna çekên kîmyewî gelekî hat rojevê. Cara ewil di sala 1994’an de di şer û pevçûnan de li dijî PKK’ê çekên kîmyewî hatiye bikaranîn. Lê belê tê gotin ku ji ber şert û mercên pêvajoyê têkildarî mijarê daneyên têrker nehatine bidestxistin û ji aliyê saziyên serbixwe ve nehat destgirtin.
437 kes mirin 
Di rapora ku di encama lêkolînan de hat amadekirin de, hat nivîsandin ku di êrişên Hêzên Çekdar ên Tirk ku 46 caran çekên kîmyewî û biyolojîk bi kar aniye de 437 kes mirin. Di raporê de ev agahî cih girtin:
* Îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî li dijî milîtanan: 39
* Îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî li dijî xweza û qadê: 5
* Îdiaya bikaranîna çekên biyolojîkî: 2
* Hejmara kesên ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de hatin qetilkirin: 437
* Hejmara ajalên ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de hatin qetilkirin: 134
Komeleyê her wiha destnîşan kir ku gelek tesbît amaje bi çekên kîmyewî dikin û xwest ku lêkolîn bê kirin. Her wiha ÎHD’ê di xebata xwe de bal kişand ser îdiayên tund ên bikaranîna çekan di êrîşên ku di dîrokên cuda de hatine kirin.
Mînakên der barê bikaranîna çekan de
"Hat diyarkirin ku di pevçûna 11'ê Gulana 1999'an de li nêzî Gundê Ballîkaya yê Navçeya Silopiya Şirnexê 20 PKK’î bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Di rapora ku piştî lêkolîna li laboratûara krîmînal a li Elmanyayê hat amadekirin de, madeya materyalin (tupun) gazekê kîmyewî ye, madeyên kîmyewî hildigre û kujer e.”
“Li ser cenazeyê endamê PKK’ê Bedran Kaya yê ku di 31’ê Tîrmeha 2011’an de li Navçeya Şemzînan a Colemêrgê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, şopa guleyan tunebû û agahiya ku ji aliyê kesên bedena wî şûştibûn ve hatibû gotin ku perçe ji bedena wî jêdiûn, gumana bikarnaîna çekên kîmyewî zêde kir."
“Li Cizîrê çekên kîmyewî hatin bikaranîn” 
Daneyên cidî yên der barê bikaranîna çekên kîmyewî di sala 2016’an de hatin bidestxistin. Di dema qedexeyên derketina derve de Cizîr weke yek ji cihên ku çekên kîmyewî lê dihatin bikaranîn hat binavkirin. Piştî ku operasyon bi dawî bûn Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ku bi heyetê re lêkolîn kir, gumanên xwe yên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de anî ziman.
Wê demê ku Faysal Sariyildiz wekîlê HDP'ê yê Şirnexê bû, nameyek ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û xwest li Cizîrê lêkolîn bê kirin. Sariyildiz di nameyê de nivîsand ku leşker çekên kîmyewî û şewitandinê bi kar anîne. Sariyildiz di nameya xwe de wiha got:
“Agahiyên otopsiyê hene ku gelek kesên jiyana xwe ji dest dane şewitîne û bedena wan ji hev ketiye. Di qedexeya derketina derve ya ku 64 roj in li Cizîrê berdewam dike de, 80 kesên ku hatin teşhîskirin û 129 kesên ku hê jî nasnameyên wan nehatine zanîn jiyana xwe ji dest dan.” 
Li Efrînê bijîjkan tesbît kirin
Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê di êrîşa xwe ya yekem a li ser Efrînê de bombeyên napalmê bi kar aniye. Çavdêrîya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan yek ji wan aliyan bû ev îdia kir. Her wiha rayedarên herêmê diyar kirin ku delîlên wan hene û raya giştî ya navneteweyî vexwend ku lêkolînan bikin û bang kirin ku li ser dewleta Tirk sepanan bikin. Di êrîşa hewayî yên li ser gundekî Efrînê de 6 sivîl birîndar bûn. Bijîjkên ku bi gundiyan de zehmetiya nefesê û mezinbûna reşka çav tesbît kirin, gumanên bikaranîna kîmyewî piştrast kirin.
Bikaranîna çekên kîmyewî çawa tê tesbîtkirin?
Pispor li cîhê çekên kîmyewî hatine bikaranîn li 3 cure delîlan digerin: Delîlên jîngehê, biyomediklar û belge.
Dibe ku delîlên hawirdorê bermayiyên çekan, nimûneyên axê û parçeyên betonê yên avahiyan bin.
Di delîlên biyomedîkal de jî nimûneyên xwînê, mîz û por cih digre.
Mînakên belgekirî jî dê vegotina şahidan, tomarên vîdyoyan û parvekirinên medyaya civakî bin.
Li gorî pisporan gihandina mirî û birîndaran gelekî girîng e ji ber ku çavkaniyên herî pêbawer ên çekên kîmyewî lêkolîna biyomedîkalê. Yek ji delîlên herî girîng mirî ne.
Di çarçoveya Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî de, mufetîş di nav de cenaz jî heyî nikarîn xwe bigihijîn her cure delîlan. Lê ji bo vê yekê divê pêşî cenaze werin dîtin. Ger pispor cenazeyan nebînin, ev daneyeke xurt e û nîşan dide ku çek hatiye bikaranîn.