Suweydayî dixwazin sûcdarên komkujiyan bên aşkerakirin

Piştî ku Komîteya Lêkolînê ya Neteweyî li Sûriyeyê ragihand ku beşek ji tawanbarên komkujiyên Suweydayê sewqî dadgehê kirine, çalakvan Basîma El-Uqbanî got ku girtin ne bes e, divê hesabpirsîn bi plansazî be û navên wan bên aşkerakirin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda — Komîteya Lêkolînê ya Neteweyî, demek beriya niha girtina 23 kesan ji ber komkujiyên Tîrmeha 2025’an li bajarê Suweydaya Sûriyeyê ragihand. Dîsa jî, pirsa herî girîng bê bersiv maye: Komîteyeke ku ji aliyê hikûmeta demkî bixwe ve hatiye avakirin ku berpirsyarê hêsankirina operasyona leşkerî li bajêr bû, çawa dikare bi adilane darizandina dozeke ku bixwe tê de sûcdar e bike?

Di tawan û binpêkirinên giran de, serxwebûn û bêalîbûn ji bo her lêkolîneke ku xwedî pêbawerî be, şertekî bingehîn e. Ev di demekê de ye ku komîteyên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve ji baweriya xelkê Suweydayê bêpar in. Ji ber vê yekê, xelkê herêmê red kir ku komîte derbasî bajêr bibe. Wan xwe spart ezmûna berê ya lêkolînên girêdayî rûdanên li peravê ku tê de edalet pêk nehatibû. Vê yekê daxwazên wan ên ji bo lêkolîneke serbixwe û bêalî xurttir kir.

Guman di bêalîbûna Komîteya Lêkolînê de hene

Çalakvana civakî û jinan Basîma El-Uqbanî, li ser rapora Komîteya Lêkolînê ya Neteweyî ya derbarê tawanbarên komkujiyên Suweydayê ku berî çend rojan hatibû weşandin de, ji ajansa me re axivî. Wê diyar kir ku binavkirina komîteyê wekî “Neteweyî”, pîvanên zelal û bêalîbûna ku di dozên wiha de tên xwestin, nîşan nade. Basîma El-Uqbanî got ku doza girêdayî tiştê ku li Suweydayê qewimiye “gelekî mezintir e”. Basîma bang kir ku li xwezaya komîteyê, rayedarên wê û aliyê ku ew ava kiriye bê nihêrtin. Ew bawer dike ku komîte xwedî bêalîbûneke têrker nîne, ji ber ku ji aliyê “desthilatariyeke ku xwedî dîrokeke tije kuştin û terorê ye” ve hatiye avakirin.

Gelek şêniyên Suweydayê naxwazin komîte derbasî bajêr bibe

Wê her wiha got ku “Avakirina komîteyên lêkolînê di dozên binpêkirinên giran de, li gorî pîvanên navdewletî, pêwîstî bi serxwebûn û bêalîbûnê heye, da ku bawerî bi encaman hebe. Gelek ji şêniyên Suweydayê red kirin ku Komîteya Neteweyî derbasî bajêr bibe.” Wê ev yek wekî encama windakirina baweriyê bi ezmûnên berê nirxand û wiha domand: “Mîna lêkolînên li ser rûdanên peravê ku bi nêrîna me, edaleta xwestî pêk neanîbûn û mafê qurbaniyan û malbatên wan neparastibûn. Ev jî bû sedema xurtbûna daxwazên lêkolîneke serbixwe.”

Di axaftina xwe ya li ser encamên komîteyê de, Basîma El-Uqbanî biryara sewqkirina 23 tawanbaran bo dadgehê rexne kir. Basîma ev biryar wekî jimareyeke ku “li gorî qebareya êrîşa” li ser Suweydayê nîne nirxand. Wê da zanîn ku hejmareke mezin ji êrîşkeran beşdarî rûdanan bûne û destnîşan kir ku hinek kes di dîmen û parvekirinên li ser torên dîjîtal de derketine ku behsa beşdariya xwe dikin an jî bi tiştên kirine pesnê xwe didin.

Wê daxuyand ku sewqkirina vê hejmarê bo dadgehên tawanan ên Sûriyeyê xwezaya dozê nîşan nade. Bi dîtina wê, muamelekirina bi vê dozê re wekî tawanên kesane li gorî mezinahiya rûdanan nîne û tiştê ku qewimiye ji vê yekê derbas dibe û dibe dozeke xwedî rûyekî berfirehtir.

Daxwaza lêkolîneke navdewletî ya serbixwe

Basîma El-Uqbanî bal kişand ser wê yekê ku Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve behsa binpêkirinên li Suweydayê kiriye ku dibe bigihêjin asta tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê. Wê anî ziman ku ew tiştê qewimiye wekî “tawanên qirkirinê” dibîne û pirsî ka çima bi fermî bi vê pênaseyê nayê binavkirin?

Wê got ku dadgehên herêmî ji bo dîtina dozên wiha “ne bes in”, diyar kir ku divê hesabpirsîn ji lûtkeya pîramîtê ve destpê bike û wiha domand: “Wate ji plankirin û derxistina fermanan dest pê bike heta bighêje cîbicîkirinê, ne ku tenê bi kesên ku binpêkirin rast kirine re sînordar bibe.  Êrîşa li ser Suweydayê ji destpêkê ve, ji axaftinên nefretê yên çend meh berî rûdane û piştre ji aliyê saziyên ewlehî û leşkerî ve, tevî koman û şervanên biyanî, “plankirî û xuyayî” bû. Divê berpirsiyarî astên cuda yên serokatî û rêveberiyê li xwe bigre.”

‘Çima navên sûcdaran nayên aşkerakirin?’

Wê her wiha daxuyaniyên berdevkê komîteya lêkolînê rexne kir, yê ku behsa hebûna tawanbarên winda û yên rûpêçayî ku nasnameya wan nehatiye naskirin kiribû. Wê ev hincet wek ‘kêm’ nirxand û wiha got: “Vîdyo û parvekirinên li ser torên civakî hene ku binpêkirinan belge dikin û tê de hin kes bi eşkereyî xuya dibin. Mînak, doza Qusayî El-Şuwaymrî ye. Yê ku bi pêkanîna binpêkirinan û revandina jinan tê tawanbarkirin. Ew piştre di çalakiyên giştî de û li gel wezîran xuya bû. Ev yek pirsan li ser cidiyata tedbîrên hesabpirsînê ava dike. Çima navên kesên sewqî dadgehê hatine kirin bi eşkereyî li pêşberî raya giştî nayên ragihandin? Agahdarkirina qurbaniyan û malbatên wan a ji qonaxên darizandinê, mafekî bingehîn e.”

Bangên ji bo rûmeta kesên hatine kuştin

Basîma El-Uqbanî destnîşan kir ku tedbîrên hatine ragihandin di çarçoveya hewldanekê de ne ji bo ku nîşan bidin ku hesabpirsîn li pêşberî civaka navdewletî heye. Basîma ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: “Nexasim ku nêzîkî salek di ser rûdanên Suweydayê re derbas dibe. Daxwazên qurbaniyan bi cih tînin û edaleta wan naxwazin. Belkî ew ‘hewldaneke binketî ye ji bo paqijkirina wêneyê xwe’ li pêşberî welatên din ku ew qaşo ber bi dewleta edaletê ve diçin. Daxuyaniyên komîteyê nîşan didin ku hinek kesên di binpêkirinan de gunehbar in hîn jî di nava Wezareta Parastinê de karan dikin û domandina wan di postên xwe de gumanan li ser cidiyeta pêvajoya hesabpirsînê çêdike.”

‘Pêwîstiya dozê bi mekanîzmayên dadwerî yên navdewletî heye’

Wê got ku xelkê Suweydayê hîn jî bandora rûdanan rojane dijîn û derbasbûna salekê li ser rûdanê nayê wateya bidawîbûna bandora wê. Wê diyar kir ku qurbanî û malbatên wan hîn jî li benda edaletê û vegera koçberan bo herêmên xwe ne. Basîma El-Uqbanî axaftina xwe bi tekezkirina li ser wê yekê bi dawî kir ku pêwîstiya dozê bi mekanîzmayên dadwerî yên navdewletî heye ku bikaribin bi binpêkirinên berfireh re mijûl bibin. Wê bal kişand ser ku xelkê Suweydayê tiştê ku rastî hatine mîna kuştin, koçberkirin û binpêkirinan ji bîr nakin û pêkanîna edaletê daxwaza hesabpirsîna ji hemû berpirsiyaran û qerebûkirina kesên zirar dîtine, dike.