“Sûcên kuştina jinan her diçe zêdetir dibin”
Parêzera beşa piştevaniyê ya Komeleya Kefa Fatima El-Hac anî ziman ku piştî belavbûna koronayê, jin û zarok zêdetir rastî şîdeta nava malê hatine, nemaze di qonaxa karantînayê de, rêjeya tundutujiyê zêdetir bûye."
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Di navbera tawana li bajarokê Ensar ê li başûrê Lubnanê ku Basma Abbas û sê keçên wê, Manal, Rima û Tala Safawî di Adara borî de hatin kuştin û tawana Rola Yaqûb de pêvajoyeke dirêj a tundutûjiya sîstematîk li dijî jinan heye, di civakeke ku ji cezakirina sûcdar zêdetir bi zanîna sedemê re eleqedar dibe, ji bo ku sûcê xwe rewa bike.
"Daraz di dozên jinan de dereng dimîne"
Dema ku tewanek pêk tê û qurbaniya wê jin be, analîz û pirsên “wê çi kir?”, “çi bû sedem ku wê bikuje?”, “dibe ku hêrs bûye”, hincetên hewldana sivikirinê dest pê dikin da ku berpisyariyê bavêjin ser qurbaniyê. Civakên me yên xwedî zîhniyeta baviksalar jî bi riya malperên tora civakî û pêşengên wan mêraniya xwe di rûpelên xwe de diweşînin. Sideman analîz dikin û lêkolîn dikin ku bigihîjin tiştê xeyal û mêraniya wan têr dike.
Bi windakirina Basma Abbas û sê keçên wê di 2’yê Adarê de, Dozgera Komarê, dadger Ghada Ebu Alwan, bêyî ku bigihîje rastiyê, bêyî ku li rêgezan bigere û nakokiyên ku gumanan li ser kiryaran zêde bike, lêpirsînê girt. Tevî ku ew du caran hat lêkolînkirin jî. Wê li gorî xwe hesab kir ku qitilkirina dayik û keçên wê ji ber pirsgirêkên malbatê ne, ji ber ku dayik ji hevjînê xwe Zekeriya Safawî veqetiyaye lê piştre diyar bû ku Husên Feyad ê ku îdia kiribû evîndarê keça wê Tala ye, wê û sê keçên wê, bi alîkariya hevkarê xwe Hesen El-Gennaş kuştine.
Her kes di wê hêviyê de ye ku edalet di dosyaya Basma û keçên wê de pêk were û sûcdar cezayê xwe bigre, dadwerî jî weke dozên din ên têkildarî tundiya li ser jinan ji şopandina vê dozê bêzar nebe.
"Di dozên jinan de edaleta me tune ye"
Têkildarî derengiya dadweriyê di dozên tundiya li ser jinan û derengxistina biryaran de, parêzera beşa piştevaniyê ya Komeleya Kefa, Fatima El-Hac ji ajansa me re wiha got: "Di sala 2014’an de qanûna ji bo parastina jin û endamên din ên malbatê ji şîdeta malbatê hat derxistin. Ji ber vê yekê jinên ku ji aliyê malbatê ve rastî tundiyê tên, dikarin serî li darazê bi taybetî jî daraza lezgîn bidin. Ev qanûn jî cezayên sûcên li dijî jinan tên kirin zêde dike."
Fatima El-Hac têkildarî mijarê vê yekê anî ziman: "Ji sala 2014'an û vir ve bi sedan jinan gilî kirin ku rastî şîdeta malbatê hatine. Giliyên ku li Serdozgeriya Komarê hatine kirin û me xwe spart qanûna şîdeta nav malê ku cezayan girantir dike. Di vî warî de em bi hewceyî edalet û dayîna biryaran in. Jin li midûriyeta polîsan giliyê dikin û li wir lêpirsîn tê kirin û dosya diçe Serdozgeriya Komarê. Lê bi riya şopandina me, em dibînin ku hejmara herî zêde ji van gilînameyan di refikan de tên ragirtin tevî ku xala 555'an a Qanûna Cezayan cezayê îstîsmarê giran dike jî di çarçoveya serlêdanê de Serdozgeriya Komarê dosyayê digire û ger dozger sûcê malbatê îdia bike, doz bi salan didome."
Fatima El-Hac van kirinan vedigerîne çend sedeman û dibêje: "Berî her tiştî, hêdîbûna ji ber kêmbûna hejmara dadweran û her wiha piştî belavbûna koronayê, em pê hesiyan ku jin û zarok herî zêde rastî şîdeta nava malê hatine. Nemaze di qonaxa karantînayê de ku rêjeya tundutujiyê zêde kiriye."
"Ev faktor li pêşiya edaletê dibin astengî"
Fatima El-Hac her wiha van xalan destnîşan kir: "Em gihîştine sala 2022'an digel hilweşînek aborî ya dijwar û em niha şahidên paşvekişîna dadwer û parêzeran in, ji bilî grevên dubare, ji ber ku qesrên edaletê ji ber qutbûna elektrîkê tarî bûne. Ji ber vê yekê em nikarin ji karmendan lome bikin ji bo giliyan nanivîsînin û ne jî dadger ku dozê bişopîne ji ber ku ew li ber ronahiya telefonê dixebitin."
Ev hemû faktor rê li ber edaletê digrin, ji bilî zîhniyeta me ya paşverû ku hişê dadgeran kontrol dike. Hin dadger hene ku bi armanca têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan lezê didin darizandinê û hin dadger hene ku bi zîhniyeta baviksalarî tev digerin û dozan taloq dikin. Ji ber vê yekê jî ev hemû faktor in ku rê li ber gihandina edaletê ya ji bo jinan digrin. Hêdîbûna di dadweriyê de ji ber destwerdana siyasî ye, ji ber ku sîstemek dadwerî ya girêdayî desthilatdariya siyasî heye û ev desthilatdarî li Lubnanê gendelî ye û pesnê xwe dide ku destwerdana dadweriyê dike. Ji ber vê yekê ev sîstem zîhniyeta mêr diparêze ku ev jî di nexwestina wê ya ji bo darizandina jinan de derdikeve hole."
"Di encama lêkolînan de rastî derket holê"
Der barê çawaniya rûbirûbûna dadwerî û dozgeriya giştî de, bi taybet bi dosyaya Basma Abbas û keçên wê de Fatima El-Hac dibêje: "Di tawaneke berê de ku li bajarê Nebatiye qewimîbû û di dosyayeke mîna dosyaya Basma û keçên wê de, kiryar li dozgerê komarê îdia kir ku hevjîna wî winda bûye. Dema ku dozger dît di agahiyên hevjînê Selam Mihemed ê wê demê windabûyî de nakokî hene, wê ew girt û di encama lêkolînan de hat dîtin ku wî hevjîna xwe kuştiye û li baxçeyê malê defin kiriye."
Lê berovajiyê wê di meseleya Basma Abbas de derketiye holê ku tevî agahiyên bi nakok û îfadeya sûcdar de jî; hatiye berdan û nehatiye girtin. Ev yek jî nîşan dide ku tu sempatî yan dilovanî tune ye lê biçûkxistin û paşguhkirin di dozên tundiya li ser jinan de heye. Wekî ku pêşdaraziyek heye di navbera jin, keçên wê û bavê wan de pirsgirêkên malbatî hebin. Ji ber ku dê û bav ji hev veqetiyane û çar jin ji cih û warên xwe derketin. Li vir em dibînin ku dadgeriyê 4 jin bi bihaneya ku ji riya li ber wan hatiye diyarkirin derketine, stîgmatîze kiriye û ji ber vê yekê ne hewce ye ku li ser wan bê pirsîn. Ev ji bo jinên hatine qetilkirin û jinên ku rastî tundiyê tên, trajediyek bû, dadgerî dosyayên wan naşopîne û ev yek dê bibe sedema zêdebûna tawanên li dijî wan."
“Sûc rewa nabin”
Li ser awayê rûbirûbûna civakê bi bûyerên kuştina jinan re jî Fatima El-Hac wiha got: "Sûc rewa nabin. Em di civakeke ku kuştina jinan rewa dike de dijîn û zagon jî nerm in. Nermbûna dadgehê di negirtina kêşeyên jinan û sûcên li dijî wan de bi awayekî cidî û ne israrabûna wan di bidestxistina mafan de, dibe sedema bilindbûna tawanan."
Parêzer Fatima El-Hac di dawiya axaftina xwe de wiha behs kir: "Bi awayekî cidî bi dozên jinan re danûstandin nayê kirin, heya ku ji aliyê medya û komeleyên jinan ve bên ronîkirin. Yanî dema ku bi zextên komeleyên jinan ve mijar bibe pirsgirêkek raya giştî. Paşê em digihîjin biryarên adil lê di odeyên veşartî û di dadgehan de bi hezaran gilî û doz hene ku jin daxwaza edaletê dikin. Lê belê zîhniyeta paşverû, derengbûn û sistbûnê, zêdebarî çanda bêcezakirinê afirandiye û di sûcên bi vî rengî de ev rastî zêdetir xwe dide der."